Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Bîryara zewaca bûka me Mizgîn Terfe Ördek û zave Kenan Öküzbogan pîroz be !

A+A-

Di dawetên ciwanên Êzdiyan de, kevneşopên Êzdiyatiyê nûjen dibin û gelek pismam, dost, heval ciwan û keç hevûdinê dibînin

Ez jî do(08.02.25) bixêra ku, xwarziyê me Elî û hevjîna wî Macbura ez vexwandî şahiya lawê xwe Kenan Öküzbogan kiribûn çûme Hannover ê .

A rast min xwarziyê Eliyê, lawê metika min rahmetiya Binefş û Salihê … bi zarokatî di sala 1970 de li gundê Girê Sirt, yê li ser navçeya Wêranşarê bû dîtibû. Ji wê demê pê ve pêwendiya min û malbata wî zêde nemabû. Vêca gava camêr ez vexwandî şahiya lawê xwe kirin û ez çum beşdarî daweta zave Kenan û bûkê Mizgîn a me bûm, min ji xwe ra got , de binêre oldarên Êzdiyatiyê ne bê sedem di vê sebeqê de gotin e,

„Tovê xwe biçîne weke tû dizanî

Tû bavêjê tovê xwe yê bircevanî

Da Xwedê bide te dexil û danî“

Bi dîtina min, wextê min li Wêranşarê „tovê xwe yê bircevanî „pêwendî li gorî zanîna xwe neçandina-danenîna, wê „Xwedê jî ev dexil û danî „ ango fersend nedana min, ez biçim di vê dawetê de hemû pismam, dost û hevalên xwe , yên beriya 50 salî bibînim. Weke mêvanekî rûmetê di nav dîwana siphîyê de cîhbigrim.

Lewma dibêjim , spas ji Xwedê, xwarziyê Elî û hevjîna wî xanim Macbura re ku, ev derfeta dahne min.

Gelek spas ji bo bîryara bûka me Mizgîn Terfe Ördek û zave Kenan Öküzbogan ra! Mala we ava , bi xêra vê daweta we, ya tev bi civateke Xaltanî, dîwan, govend, reqis, xemil û rewşa Kurdî bû , me gelek pismam, dost, heval, ciwan û keçan hevûdinê dîtin.

Hêvî ji Xwedê û Tawisî Melek dikim, hûn di vî „tovê xwe yê bircevanî „ ,jiyana nû de her bextewar û serkeftî bin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin