Biryarên li ser Kerkûkê yên piştî 16ê Cotmehê hatibûn dayîn, hatin betalkirin
Dadgeha Bilind a Federal li Iraqê biryarên parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî yên piştî bûyerên 16ê Cotmehê derxistin betal kirin.
Li ser daxwaza Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Dadgeha Bilind a Federal biryarên Rakan Cibûrî yên di heyama sala dawiyê de bo destbisergirtina milk û malên Kurdan de hilweşandin.
Di biryara Dadgeha Bilind a Federal de hate diyarkirin ku pirsgirêka milk û malên li Kerkûkê dê di çarçoveya madeya 140î de bê çareserkirin û heta pirsgirêk neyên çareserkirin rêkeftinên di heyama rejîma Beîsê de nayên nûkirin.
Derbarê vê biryarê de Endamê Encûmena Rêveberiya Parêzgeha Kerkûkê Dîlan Efûr wiha got: “Ji bo madeya 140 a rêziknameyê biryar gihîşte Dadgeha Kerkûkê. Di nava biryaran de derbarê erdên çandiniyê de biryareke girîng cih girtiye. Ev biryar ji bo zeviyên Kurdan di destê wan de bimîne gaveke girîng e.”
Rakan Cibûrî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an 14 biryarên cuda derxist ku biryara di heya Sedema de ya di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de milyonek û 300 hezar donim erdên Kurdan bide malbatên Ereb, ji nû ve zindî bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin