Bloomberg News: Erdoganî hevdîtina digel Boltonî betal kir!

Bloomberg News: Erdoganî hevdîtina digel Boltonî betal kir!

Şanda Amerîkayê ya bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton ku dihat pêşbînîkirin bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive, hevdîtina wan ji aliyê Tirkiyê ve hat betalkirin.

A+A-

Li gor nûçeya peyamnêra Koşka Spî ya Bloomberg Newsê Jennifer Jacobs, “Erdogan red kiriye ku civanê bide Bolton” û Bolton jî niha serdana Tirkiyê bi dawî tîne.

John Bolton îro 8ê Çile sibehê li Enqerê bi Berevdkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re hevdîtineke bi qasî 2 saetan pêk anîbû.

Li gor îdiayan sedema betalkirina hevdîtina Bolton û Erdogan, guherîna planên Amerîkayê yên derbarê piştgiriya YPGê de ye.

Bloomberg Newsê li ser betalbûna hevdîtinê diyar kir, "Erdogan bi hinceta danîna şertên ji bo vekişîna ji Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve, hevdîtina ligel şêwirmendê Trump, Bolton red kir.”

Herwiha hat gotin ku Erdogan ji planên Amerîkayê gelekî hêrs bûye û rexneyên tund li Amerîkayê girtine.

(peyamakurd)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin