Bo Partiya Saadetê berteka parvekirina helbesta Berken Berehî

Bo Partiya Saadetê berteka parvekirina helbesta Berken Berehî

Partiya Saadetê li ser hesaba xwe ya Kurdî ya Twitterê helbesteke helbestvanê Şirnexî Berken Bereh parve kir bê ku navê helbestvanî binivîse ku ev jî bû sedema berteka hinek kurdan.

A+A-

Partiya Saadetê li ser hesabê xwe yê Twitterê yê kurdî helbestek li gel wêneyê Serokê xwe Temel Karamollaogluyî parve kir bê ku diyar bike bê ev gotin ên kê ne.

​Bikarhênerên medyaya civakî yên kurd bertek dan vê parvekirinê ji ber ku navê xwediyê helbestê nehatiye nivîsîn û destûr jê nehatiye girtin.

Bikarhêner bi navê Tevfik Bayram bi tundî rexne li vê parvekirinê girtine û got, "Ma hûn dê diziya çanda Kurdan bikin û dengan ji wan bixwazin?"

Herwiha bikahênerê bi navê Kameranê Selma diyar kir ku ev gotinên helbesta Şirnexê ye û got, "ew wek gotinên Karamollaogluyî hatine nîşandan."

"​BI NÊZÎKBÛNA HILBIJARTINAN, KURDÎ LI SER MEDYAYA CIVAKÎ ZÊDE DIBE"

Ji aliyê din ve, bi nêzîkbûna hilbijartinan, hinek partî û namzet hesabên kurdî vedikin yan jî parvekirinên bi zimanê kurdî dikin.

Li gel ku nehatiye piştrastkirin bê ev hesabê Partiya Saadetê fermî ye yan na, lê ev hesab ji di yekê Gulanê de hatiye vekirin.

Li aliyekî din Helbestvan Berken Bereh jî got: "Ezbenî, we perçek şi'ra min bê destûra min bi kar aniye, ji kerema xwe wê rakin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin