Bo pişikdarîkirinê di hikumeta nû ya Îraqê de PDKyê merc heye
Merc a PDKê bo pişikdarîkirinê di kabîne ya Mehemed Tewfîq Elawî, ewe ku divê destûr wek xwe û bi temamî cîbicî bike. YNK jî, daxwaza rêkkevtinekê dike bo dûbare duristkirina Îraqê.
Navenda Nûçeyan - Mehmûd Mehemed, gotebêjê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo Kurdistan24î tekez kir, ku pêwîste Mehemed Tewfîq Elawî soz bide ku destûrê wek xwe dê cîbicî bike nekû li gor keyfa xwe.
Di beranber de, Mela Bextîyar, endamê Civata Bilinda Sîyasî û Berjewendîyên Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje: Îraq di duristvebûnê de ye û me pêwîstî bi rêkkevtineka nûye wek rêkkevtina sala 2003yê bo bo ava vekirina Îraqê di navebra me hamûyan de.
Yekalîkirina pişkên alîyan û dîyarkirina wezîran û duristkirina hevpeyamanîyeka nû bo pêkanîna hikumetê, ew asteng û berbestin ewên dikevin pêşîya Mehemed Tewfîq Elawî yê raspartî bo pêkanîna kabîne ya nû ya hikumetê, amajene bo wê yekê ku yekalîkirina evan pirsan bi van nêzîkan nabe û hêj rê dûre bo akincîya sîyasî li Îraqê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin