Brîtanya: Gefa di rêza yekem de Rûsya ye!
.
A+A-
Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê Ben Wallace, ragihand ku ji bo wan gefa rêza yekem Rûsya ye û ji ber vê rewşê pêşbîniya dahatûya pêwendiyên dualî bi Rûsyayê re zehmet e.
Wallace ji Sunday Telegraphê diyar kiriye ku Rûsya weke reqîb ji bo wan gefa di rêza yekem de ye û bibîr xist ku keştiyên şer ên Rûsyayê gelek caran serdana avên Brîtanyayê dikin ku niha jî çend keştiyên wan tê de hene.
Wallace daye zanîn ku Brîtanyayê hewl daye rageşiyê kêm bike, lê ji ber ku Rûsyayê helwesta xwe neguhetiye zehmete pêwendiyên dualî bêne pêşbînîkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin