Brîtanya ji bo malbatên Kurd: Zarokên xwe berî Îngilîzî fêrî Kurdî bikin

Brîtanya ji bo malbatên Kurd: Zarokên xwe berî Îngilîzî fêrî Kurdî bikin

.

A+A-

Malbatên Kurd ên li Brîtanyayş dijîn li dibistan û qursan zarokên xwe fêrî zimanê dayikê dikin. Herwiha berpirsên dibistanan jî şîret li dê û bavên Kurd dikin ku berî zimanî wî welatî pêşî zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin.

Li Brîtanyayê zarok di 3 saliya xwe de li kreşên bi navê “nusrey” û di 4 saliya xwe de jî li kreşên bi navê "resepsiyonê" dest bi dibistanê dikin. Ev perwerdeya pêşdibistanê ne di çarçoveya perwerdeya mecbûrî de ye. Perwerdeya mecbûrî di 5 saliya xwe de dest pê dike û her zarokek divê heta 17 saliya xwe perwerdeyê bibîne.

Ligel ku li wî welatî yasayek derbarê mafên pekhate, etnîkî, olî û çandî de tune be jî, lê mafê wan pêkhateyên ku li wir dijîn heye bi zimanê xwe dibistanên taybet vekin.

Serokê Komeleya Kurdên Brîtanyayê Mihemed Celal Berzencî ji Rûdawê re ragihand ku ew wek komele giringiyê didin perwerdehiya bi zimanê Kurdî li dibistanên taybet, kurs û îbadetxaneyan.

Berzencî got, “Li Brîtanyayê 32 îbadetxane, 26 dibistan û 16 kurs Kurdan hene. Em giringiyê didin perwerdeya zarokên xwe ya bi zimanê dayikê û hînbûna çand û kevneşopiyên Kurdî. Di dibistan û qursên  me de dersên çand û exlaqê hene.”

Berzencî diyar kir ku ji bo zarokên ku temenê dibistana seretayî derbas kirine, 4 dibistanên cuda hene û got, “Em ciwanan jî îhmal nakin. Li van dibistanan em bi semîner û dersên cuda zimanên wan ên zikmakî fêrî wan dikin.”

Ji ber ku li wî welatî perwerdehî mecbûrî ye, zarok di sala xwendinê de ji bilî betlaneyê her roj ji saet 09:00 heta 15:00 diçin dibistanê.

Rêveberê yekemîn dibistana Kurdî Adil Seîd ku di sala 2014’an de li Birminghamê bi navê “Baran” hat vekirin, got, “Em hefteyê 4 saetan perwerdehiya bi zimanê Kurdî, çand, huner û Quranê didin xwendekarên Kurd. Me îsal 155 xwendekarên temenê wan di navbera 5 û 12 salî de perwerde kir."

Seîd diyar kir ku wan di salên borî de ji bo dibistanê ji rayedarên herêmî alîkariya aborî werdigirtin û got ku niha ji her xwendekarekî re salane 170 sterlin distînin û ew jî ji bo mûçeyên mamosteyan û pêdiviyên dibistanê tê bikaranîn.

Bi gotina Seîd, rayedarên di saziyên perwerdehiyê yên wî welatî de dixebitin jî şîret li malbatên Kurd kirine ku "pêşî zarokên xwe fêrî zimanê zikmakî, paşê jî ferî Îngilîzî bikin".

Adil Seîd da zanîn ku wan bi sûdwergirtina ji bernameya perwerdeyê ya li Herêma Kurdistanê, bernameya xwe amade kirine û got, “Dibistanên din ên Kurdî yên li vî welatî jî vê bernameyê bikar tînin. Em salê nêzî 400 pirtûkan ji wan re dişînin. Xwendekarên ku ji dibistanên me der diçin dikarin bi Kurdî gotaran bixwînin û binivîsin.”

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye alîkariyê bike”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir jî got, ew hewlên ji bo zarok zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe ji bîr nekin, bilind dinirxînin û got: “Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bernameya perwerdeyê ya ku mamosta û xwendekarên Kurd dikarin bikar bînin, li ser malpera xwe belav kiriye. Me nerînên hinek mamosta û pisporan wergirt. Tê gotin ku bernameya li Kurdistanê zehmet e, ji bo  xwendekarên li vir dixwînin. Birêz Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê di dema serdana xwe ya vê derê de behsa sûdên vê bernameyê kiribû."

Karwan Cemal Tahir diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya wan dibistanan amade ye û got, “Em jî her sal bi beşdarbûna di vekirina dibistanan de piştgiriya wan a manewî dikin. Em dikarin di navbera dibistanên vir û saziyên perwerdeyê yên Kurdistanê de pireke xurt ava bikin.”

Çavkanî /Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin