Brîtanya Wê Sîstemên Mûşekên Dûravêj M270 Bide Ukrayna

Brîtanya Wê Sîstemên Mûşekên Dûravêj M270 Bide Ukrayna

.

A+A-

Brîtanya  dîyar kir ku ewê Amerîka bişopîne û sîstemên mûşekên dûravêj bişîne Ukrayna, tevî hişyarîyên Serokê Rûsya Vladimir Putin hember dayîna çekên pêşketî bo Kîevê.

Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya ragihand ku London ser sîstemên mûşekên dûravêj yên bo Ukrayna ji nêz ve bi Washington re hevsensîgîyê dike -yên ku bi navê MLRS têne zanîn - da ku alîkarîya Ukrayna bike ku xwe hember êrişên Rûsî biparêze.

Wezaretê da zanîn ku mûşekên dûravêj M270 ku dikarin li armancên heya 80 kîlometreyan bixin, wê kanîna hêzên Ukraynî bi rengekî berbiçav xurt bike.

Amerîka hefteya borî ragihandibû ku wê sîstema roketên topavêj yên bi hêza bilind -bi navê HIMARS tê zanîn- bide Kîevê, ku dikare bi hevdemî gelek mûşekên biavêje û ji sîstemên di destê Ukrayna de baştir û pêşketîye.

Lê, serokê Amerîka Joe Biden red kir ku sîstemên ku dikarin begihîjin Rusya bide, tevî daxwazên dubare yên Kîevê.

Serokê Rûsya Vladamir Putin jiber ev gava Amerîka doh Yekşemê hişyarî da ku Moskow wê li "armancên" nû yên nenaskirî bixe ger Rojava mûşekan bide Ukrayna.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî îro dîyar kir ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di axaftineke ser telefonê de pakêtek nû ya alîkarîyên leşkerî yên Brîtanya bo Ukrayna piştrast kiriye.

Zelesnkyy bi berdewamî ani ziman ku ew û Johnson rêkên çareserîya krîza xwarinê û vekirina benderên Ukrayna vekin gotûbêj kirine, jiber ku dorpêçkirina deryayî ya Rûsya bûye sedem ku Ukrayna nikare piranîya berhemên xwe yên çandinîyê bişîne derveyî welêt.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin