Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin

Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin

.

A+A-

Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku ew cezayên li ser 12 saziyên hikûmî yên Sûriyeyê radikin ku di nava wan de Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Navxwe jî hene.

Ofîsa Bicihanîna Cezayên Aborî ya Brîtanyayê ragihand, “Cezayên li ser çend dezgeh û wezaretên Sûriyeyê hatin rakirin.”

Du ji saziyên herî girîng ên ku navên wan di lîsteyê de hene, Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ne.

Ji bilî wan her duyan, ceza li ser çend ajans û saziyên medyayî û îstixbaratî jî hatin rakirin û êdî Brîtanya samanên wan bloke nake.

Ofîsa Bicihanîna Cezayên Aborî ya Brîtanyayê ragihand, ew kesên ku cezakirî bûn “destên wan di êşandina gelê Sûriyeyê de hebû an jî beşdarî piştgirî û sûd digihandin rejîma Sûriyeyê”.

Çend saziyên din ên wekî xizmetguzariyên bankayan û hilberîna enerjiyê jî di nava lîsteyê de bûn.

Hikûmeta Sûriyeyê bi germî pêşwazî li biryarê kir û ragihand:

“Gaveke avakar e ji bo avakirina pêwendiyên navneteweyî û piştgiriya pêdiviyên gelê Sûriyeyê.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de anî ziman:

“Rakirina cezayên li ser sektorên girîng ên wekî xizmetguzariyên darayî û hilberîna enerjiyê, tevî wezaretên Parastinê û Karên Navxwe û saziyên medyayî, rasterast rê ji bo başkirina rewşa xelkê Sûriyeyê vedike.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê her wiha da zanîn:

“Biryar dê alîkariya destpêkirina çaksaziyên hikûmî û ewlehiyên girîng bike.

Her wiha dê bibe sedema balkişandina veberhêneran, ji bo avakirina jêrxan û aboriya Sûriyeyê.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê destnîşan kir ku ew bi temamî pêbendî avakirina paşerojekê dibin ku hemû Sûriyeyî tê de hebin.

Ji dema ku Beşar Esed 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an hat rûxandin ve desthilata nû ya Sûriyeyê di hewldanê de bû ku welatên Rojavayî razî bike ji bo ku cezayên li ser Sûriyeyê rakin an jî kêm bikin.

Hinek welatan ku di nava wan de Amerîka jî heye, da zanîn ku li çavên wan lê ye ku bibînin hikûmeta nû ya Sûriyeyê desthilatê çawa bi kar tîne û çawa tevdigere.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin