Buhabûna şekir çayxaneyên Amedê xistiye nava krîzekê
.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê buhayê şekir ji sedî 25 heta 30 zêde bû. Buhabûna şekir helbet bandoreke nerênî li ser hemû welatiyan kiriye. Lê çayxane û qehwexane ji hemû kesan zêdetir bandora wê hîs dikin. Xwediyê çayxaneyan dibêjin ji ber zêdebûna buhayê şekir, wan jî heqê çay zêde kiriye lê piştî vê buhakirinê, wan nîvê muşteriyên xwe ji dest dane.
Li navenda firotina şekiran dema tedbîrên qeyranê ne. Lewre buhayê şekir di carekî de ji sedî 25 heta 30 zêde bû. Krîgerên vê navendê vê carê ji berê zêdetir dikirin. Tirsa wan ew e ku buhayê şekir careke din zêde bibe.
Şêxmûs Can, Xwediyê Navenda Firotina Şekiran ragihand, “Wextê zem tê dixwazin li mala xwe bibînin, belkî zemeke din bê. Yanî tedbîr digrin. Berê 20 kîlo 110 lîre bû niha 140 lîre ye. Şekirê toz jî 50 kîlo 270 TL bû lê niha 310-320 TL ye. Li wê derdorê ye.”
Buhabûna şekir bi qasî rûn nebe jî bandoreke nerênî li her cihî kiriye. Nexasim jî cihê ku herî zêde şekir bi kar tînin.
Fahrî Ateş ji zarokatiyê ve di nava kar û barê çayxaneyê de ye. Bavê wî ji kalê wî û wî jî ev kar ji destê bavê xwe girtiye. Wan jî buhayê îskaneke çayê ji lîreyek û nîv kiriye 2 lîre. Piştî buhayê nû nîvê krîgerên wî ketine.
Fahrî Ateş, Xwediyê Çayxaneyê ji Rûdawê re dibêje, “Çay 1,5 TL bû 3-4 çay bi hev re vedixwarin. Lê niha me çay kir 2 TL. Niha nikarin ji çayekî zêdetir vexwin. Ji ber vî awayî em jî ji hikûmetê û ji serokomarê xwe dixwazin bila buhayê hilberînerên çay kontrol bike.”
Li Amedê rojane bi dehan hezar kes wextê xwe di çayxaneyan de derbas dikin. Vê buhabûnê çaya wan jî bê tam kiriye.
Mihemed Resûl şêniyekî Amedê gelek ji rewşê bi gazin e û dibêje, “Yaho çay çi ye, çay çi ye? Tu çay vexwî jî dibe nebî jî dibe. Nan tune ye. Milet nikare nanekî bibe mala xwe yaho.”
Mehmet Dolan nişteciyekî din ê Amedê jî dibêje, “Yanî heqê çay bi milet re tune ye ku bên rûnên û çayekî vexwin.”
Welatiyê bi navê Zekî Ozek jî wiha nêrîna xwe tîne ziman: “Em pereyê kursî didin. Çi bikim? Mecbûrî ye. Em li malê nasekinin. Mecbûrîye.”
Di nava salekî de hin qelemên xwarin û vexwarinê ji sedî 30 heta sedî 50 buha bûn. Di carekî de buhabûna zêde ya şekir tirs û xofa qeyraneke mezintir û kûrtir xiste nava civakê.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin