Cano Amedî: Divê Rêveberiya Xweser Peymana Dihokê cibicî bike
.
Di demeke ku çarenûsa kurdên Sûriyeyê tê nîqaşkirin de, partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê banga cîbicîkirina Peymana Duhokê dikin û balê dikêşin ser rola Serok Barzanî ya parastina destkeftiyên kurdan li Rojavayê Kurdistanê. Akademîsyen jî dibêjin dê Amerîka ,Îsraîl û Tirkiye çarenivîsa Sûriyê diyar bikin û dê bo vê yekê jî bi Serok Barzanî re jî hevdîtinan bikin.
Piştî ku Rejîma Esed li Sûriyê ruxiya tê mereqekirin ku dê ji aliyê rêvebirinê ve Sûriyeyek çawa were damezirandin û rewşa kurdên Sûriyeyê jî tê mereqkirin. Di vê çarçoveyê de Partiyên Bakurê Kurdistanê bang li rêveberiya xweser dikin ku Peymana Duhokê ya di 2014an de hatibû îmzekirin cîbicî bike. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê dibêjin girîng e ku hêz û partiyên Rojava daxwaz û armancên xwe yên neteweyî de yekgirtî bin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Cano Amedî ji K24ê re got: “Di vê pêvajoyê de barek dîrokî dikeve ser milê Mezlûm Ebdî, divê girtiyên siyasî yên kurd werin berdan, divê rêkeftina Dihokê were cîbicîkirin û bi pêşniyarên Serok Barzanî tevbigerin.”
Akademîsyen jî derbarê pêşeroja Sûriyê û çarenivîsa kurdan de balê dikêşin ser hêza dîplomasiyê ya Serok Barzanî. Akademîsyen di wê baweriyê de ne ku hêzên herêmî jî û yên navdewletî jî dê di pêvajoya jinûvedîzaynkirina Sûrî de li Serok Barzanî bişewirin û ji ber wê divê jemû aliyên Rojava guh bidin şîret û pêşniyarên Serok Barzanî.
Akademîsyenê Beşa Zanistên Siyasî li Zankoya Dîcle ê Vedat Koçal dibêje: “Trump ji Zelenskî re got xwe bo aştiyê xwe amade bike, ev tê wê wateyê ku Amerîka bi Rusyayê re li hev kiriye, Amerîka dê piştgiriya xwe ji Zelenskî vekêşe û ji xwe Rusya jî piştgiriya xwe ji Esed kêşand ku Rejîma Esed ruxiya, niha Amerîka Sûriyeya nû dizayn dike, dê di vê pêvajoyê de bi Serok Barzanî re û Îsraîl û Tirkiyeyê re jî gotubêjan bike. Dê serok Barzanî rolek bibandor bileyîze û bo pêşerojê jî peymana Duhokê dikare bibe nîşaneya destkeftiyên mezintir bo kurdan.”
Partiyên Bakur wê baweriyê de ne ku aliyên Rojava bi helwestek neteweyî tevbigerin dê ev yek bandorek erênî li çareseriya pirsa kurd li Tirkiye bike û bo vê helwesta Serok Barzanî girîng û hêja tê dîtin.
(K24)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin