Çar wezîr derbarê kuştin û xwekûştinê de diçin Parlementoya Kurdistanê     

Çar wezîr derbarê kuştin û xwekûştinê de diçin Parlementoya Kurdistanê  

.

A+A-

Ligel wê yekê kû hejmareke rêxistinên jinan, sazî û dadwerên taybet bi dozên xêzanî li Herêma Kurdistanê hene, zêdebûna kûştin û xwekûştinê di îsal de, wiha kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî dozê bibe. Perlemantoya Kurdistanê jî li gorî wê yekê niqaşê ligel çar wezîran dike. Mijarê kombûna Perlemantoyê ji bo diyardeyên "Tawanên Kûştinê bi giştî û kûştina jinan û xwekûştinê" hatiye terxan kirin.

Arî Refîq, Cîgrê Rêveberê Giştî yê Rûbrûbûna Tundûtîjî ya li dijî Jinan û Xezanê ji Rûdawê re got, dê demekê encama van civînan hebe ku piştî bidawîhatina civînan, biryar bê dan.

Arî Refîq herwiha diyar kir, “yek ji pêngavên giring jî pêkanîna komîteyê bo pêdeçûna bi awayê serederiya wan saziyan li gel dosyeyên kuştin, lêkolîn û biryarên girtinê ye.”

Kombûna Perlemantoyê di demekê de ye kû li 5î vê mehê, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê kombûnke taybet bi rûbrûbûna tundûtîjî ya li dijî jinan encam da, û têde hejmareke biryar û raspardeyan hatin nîqaş kirin. Her wiha, daxwaz ji saziyên ragihandinê kiri dago di hevkar bin û nebin cihê handana tundûtîjiyê û zêdekirina diyarde yên civakî yên nehezkirî.

Li gorî wan dozên kû li cem Reveberiya Giştî a Rûbrûbûna Tûndûtîjiya li dijî Jinan û Xêzanê hatine tomarkirin, di 4 mehên destpêka sala 2021an de, 4 jin hatine kûştin, 26ên din xwe kûştine, 30an xwe şewtandine, 3 hezar û 867 gilî hatine tomarkirin û 37 dozên destdirêjîkirina sêksî hatine tomarkirin.

Hejmareke zêde a dozên kûştin û xwekûştinê li Dihokê çêbûne, lê hejmara herî bêtir a dozên destdirêjîkirina sêksî li Silêmaniyê hatine tomarkirin û giliyên herî zêde li Hewlêrê hatine qeydkirin.

Şadî Newzad, Cigira Serokê Komîteya Bergirîkirinê li Mafên Jinê li Perlemantoyê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Di hinek nûçeyan de zanyariyên pir hûr tê dîtin derbarê dosyeyan de, nabe hemû tiştek bo ragihandinê be û nabe derûna (psykolojiya) kes bê westandin bi van nûçeyên nerênî.”

Vekolîn didin xûyakirin kû hinek sedeman kartêkirin li ser zêdebûna tûndûtîjiyê li dijî jinan hebûye, ji wan jî, xirap bikaranîna torên civakî, kontrola hizra eşîretî û cîbcînekirina yasayî bi temamî li ser tometbaran.

Li gorî amarên fermî, li sala 2010an ve ta 2020an, 490 jin hatine kûştin, 612ên din xwe kûştine û 73 hezar û 15 jinên din sikala tomar kirine.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin