ÇARPEL MEDYA
Her wekî tê zanîn ÇARPEL Medya di 11 Tîrmehê de dest bi weşana xwe kir. Li bakurê Kurdistanê bi tevayî medya di bin kontrola dewletê an di binê kontrola PKKê de ya. Hêzên Kurdistanî mixabin heya îro jî ji wê bêîmkanîyê bêzar in.
Çarpel Medya bi prensîbên pirr rengî, Kurdistanî û bê sansûr kêşeyên cuda li pêş ekrana dîjîtal digîhîne Kurdistanîyan.
Bi bernameya Civak û Sîyaset, her hefte roja yekşemê bi saeta Kurdistanê 19:00an, sedemê şikestina xeta Kurdistanî bi mêvanên xwe re gengeşî dikin.
Di derketina mêvanan de gelek caran gengeşî çêdibe, gelek caran jî kurt û kêmasîyên me derdikeve. Ez/Em hemî di nava xebatê de fêrê kar dibin, ji me tu kes profesyonel nîne lê bi rûhek Kurdistanî dixebitin. Em her roj tiştek nuh fêr dibin û xwe zêdetir pêşda dibin. Piştî her weşanê em bi caran li bernama xwe mêze dikin, dinirxînin, kêmasîyê xwe dibînin.
Em li ser şaşî û kêmasîyên xwe, bi xwe re û bi hevalên xwe re dinirxînin û ji bo dubare nebe û bername hîn bê kêmasî bin, çareserîyan digerin. Ji bo wî jî rexneyên tên yek bi yek dixwînîn û ji xwe re dersan jê hildigirin. Heya ji destê min/me were şaşîyên xwe kêmtir dikin, lê digerin baştir bikin.
Bi rastî mîrov bêje em hemî kesî razî bikin, ev ne mumkin e. Dem bi dem em pirsên pêwist ji mêvanê xwe dikin û gelek caran jî pirsên tameşavanên hêja jî tînin ser ekranê. Dema di bernameyê de uslubê ne di cî de tê peyvandin em bi zimanê çêker mêvanan agahdar dikin.
Carna jî gotinên tameşavanan rasta rast dixwînîn û bi vê riyê bala mêvanên xwe jî dikşînin. Mêvanên derdikevin pêş ekranê dizanin ku yên li wan tameşe dikin jî gelek Kurdistanîyên bi tecrûbe ne, kadirên giranbuha ne, û em bendê ne ew jî li gor wê yekê tevbigerin.
Ev jî yek ji berpirsîyarîya mêvanên ezîz e. Wekî min di serî de jî anî ziman, emê jî her rengê civakê gelek kadirê dilsozê Kurdistanê derbixên hember temaşevanan. Hinek caran jî dengê cuda ku wekî yê rêzê nafikirin derbixin pêş tameşevanan, bê kû heqeretê li tu kesî bikin, bila pirsên xwe, têbînîyên xwe bêjin.
Belê, mabesta me darizandina tu kesî nîne, mebesta me nîqaşek bînfireh, bi uslubek çêker pirs û pirsgirêkên civat û xeta Kurdistanî bînin pêş ekranê. Em dixwazin bi dengek bilind balê bikşînin ser pirsgirêkan ku jê re çareserîyek bê peydakirin.
Daxwaza me gelek vekirîye, di vê riyê de pêwistiya me bi rexneyên çêker hene. Emê herdem guhê xwe bidine rexne û pêşnîyariyan. Emê ne li gor hin kesan an hêzan, mêvanên xwe hilbijêrin, emê gotinê bidine her kesek Kurdistanî ku gotinek çê di tûrikê wî de heye.
Emê li gor pirr rengî û demokrasîya weşangerîya rastîn û gerdûnî tevbigerin. Mêvanê Civak û Sîyaset nêrînên xwe dibêjin em jî bi hinek pirsan alîkar dibin ew nêrîn derkevin derve.
Dem dem pirsên ji tameşawana tên jiber çavême direve, em nabînin, bila tameşevanên me li me biborin.
Li gor hinek kes an grûba, civak reş an spî ye, kes an hêz ya xayin e yan jî qehreman e. Welatparêzî tenê li gor nêrîn an tarîfa wan e. Mixabin ev nexweşîyek bê çare ye. Tifak û rêzgirtin, ji mafê kesayetî destpêdike. Kesên li gor nêrînên xwe bixwaze ji xwe re pîvanê Kurdayetî deyne, feyda wan ne ji wan re û ne jî ji civakê re çêdibe.
Ji hemî rexneyên çêker ders hilbigrin, lê ji uslubê gengeşîya teng re jî guhê xwe bigrin.
Em bi hevre dikarin xurt bibin. Ji bo tifaqa Kurdistanî, zimanê çêker bi Kurdîya şêrîn û bi mafê pêşberê hevûdu û bi qedrgirtinê dibe.
Ne bi mînaka meleyê mizgeftê ji civakê re dibêje, ‘‘bila keçên we kirasê kin li xwe nekin, porê xwe venekin, bi boyaxê lêvê xwe sor nekin, gune ye.”
Camêrek ji civakê, çawa ji Meleyê mizgeftê dipirse û dibêje ‘’Melle, ma keça te jî wîsa dike?‘‘
Melle dikene û dibêje, ‘‘li bêmiradê tê, ma ez çi bikim‘‘. Hinek Sîyasetvanê me jî wisa ne mixabin, ew çi bêjin di cîhdaye yê din şaş in.
Bi hêvîyên rojên xweştir ji bo hemû Kurdistanîyan.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin