Castro mir; edebîyat li ser ruh, siyaset bi mêjî dibe!

Castro mir; edebîyat li ser ruh, siyaset bi mêjî dibe!

Çima em Castro rexne dikin, ji ber ku demekî me piştgirîya wî kir!

A+A-

Serokê Şoreşa Kubayê Fidel Castro di 90 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da. Castro di sala 1953ê de li Kubayê dijî dîktatorîya Batistayê şerê gerîlayê kir; Batista di 1958ê de terka Kubayê kir, Castro di destpêka 1959ê de bû serokwezîrê/serokêkomarê Kubayê. 55 sal Kubayê îdare kir di 2008ê de seroktîya Kubayê dewrê birayê xwe Raûl Castro kir.

Salên 60î salên têkoşîna sosyalîzmê û şerê rizgarîya neteweyî li dijî kolonyalîzmê û emperyalîzmê û bi taybet jî li dijî emperyalîzma Amarikayê bû. Castro bi şoreşa Kubayê ya sosyalîst darbeyekê giran li Amarîkayê xistibû lê Amerîka şoreşa Castro tu carî qebûl nekir li hember Castro bi dehan siûqast li dar xist û ambargo danî ser Kubayê û pê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk jî qut kir. Kuba di bin ambargoyê de jîya; heta ku di 2014ê de Obama têkiliyên dîplomatîk dest pê kir.

Kuba di bin ambargoya Amerîkayê de; tenê di warî perwerde û tendurîstîyê de gav avêt û pêş ket. Castro jî di destpêkê de wek hemû welatên sosyalîst yên din bi yek partîtîyê welat îdare kir. Tek partîtî ji xwe dîktatorî bû.

Salên 60î heta destpêka salên 90î, dinya du qitûb bû; dinyaya emperyalîst û kolonyalîst û dinyaya sosyalîst. Di wê dinyayê de ciwan û bi taybet jî ciwanên çep û sosyalîst Castro wek qehremanê xwe yê efsanevî hesibandin; heta hin kurd xwe bi laqabê Castro bi nav kirin.

Castro li dijî emperyalîzmê û bi taybet jî emperyalîzma Amerîkayê bû. Dewlet û rêxistinên çep û sosyalîst yên ku li dijî Amarîkayê bûn, welatên sosyalîst û Kuba û Castro wek mitefîqê  xwe yên xwezayî hesibandin û Kuba jî wan weha dît.

Rêxistinên Kurdistanê yên wê demê jî vê helwesta xwe heta dawîya salên 80yî domandin; piştî sîstema sosyalîst têk çû ew jî sîsyaseta xwe carek din ber bi çav derbas kirin; lê dewletên ku li dij Amerîkayê bûn her vê pozîsyona xwe dom kirin.

Dewletên ku Kurdistan di bin nîrê wan de bûn; Iran piştî şoreşa Humeynî ya 1979, Iraq piştî destpêka salên 90î û Sûrîye di hemû dîroka xwe de li dijî Amerîkayê bûn. Amerîka Sûrîyeyê xistibû lîsteya dewleta terorîst. Li gor rejîma Kubayê, Ataturkê ku dewleta Cimhurîyetê ya Tirkiyê  avakiribû antî-emperyalîst bû û hemû hikumetên ku tirkiyeyê îdare kiribûn Ataturk bavê Tirkiyeyê dihesibandin.

Kurd û rêxistinên Kurdistanê têkiliyên dewletan û menfaetên dewletan di pencereya xwe de analîz nekirin, li gor sîstema navneteweyî helwest wergirtin; heta dawîya salên 90î jî ev weha bû.

Îro hin kurd piştî mirina Castro, rexneyan li wî dikin. Kurd difikirîn û dihesibandin Castro sosyalîst bû û  divîyabû têkiliyên wî bi dijminên dewletên ku Kurd di bin nîrê wan de bûn re nebûna û piştgirîya wan nekirana. Lê ew nefikirîn ku Castro menfeata welatê xwe diparast; Kurd naîf û hisî, Castro realist bû.
F. Marsil

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin