Çavuşoğlu: Grûbên bi ser Haşdî Şabî êrîşê kampa Başîka kirin
.
A+A-
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu tevlî bernameya Habertürk Tv yê ya Tirkiyê bû û navê grûba ku di 14 ê meha nîsanê de bi roketan êrîşê ser baregeha Tirkiyê ya Başîkayê kiribû, da. Di êrîşê de leşkerekî Tirkiyê can dabû û zarokekî ji gund birîndar bûbû.
Çavuşoğlu ragihand ku grûba di bin sîwana Haşdî Şabî de êrîşê kiriye û Haşdî Şabî destekê dide PKK ê jî. Çavuşoğlu weha dewam kir:
“Em baş zanin ku li pişt êrîşê Haşdî Şabî heye. Ez bi rêya telefonê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî axifîm û Barzanî jî heman tiştê bo min got û hem agahiyên îstîxbarata Tirkiyê jî wisa dibêje.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin