Çavuşoğlu li ser İdlibê axivî

Çavuşoğlu li ser İdlibê axivî

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu diyar kir, armanca êrîşên ser Îdliba Sûriyeyê bidestxistina Îdlibê ye û got ku "Ev gelekî xeternak e. Ji her aliyê ve dê bibe felaketek."

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu  û Wezîrê Derve Heiko Maas li Ankara Palasê konferanseke rojnamevanî ya hevpar li dar xistin.

Çavuşoglu li ser pirseke derbarê rewşa dawîn a li Îdlibê de diyar kir, ji roja ku egera êrîşê derket vir ve, Tirkiye gelekî hewl dide ku rêjîma Sûriyê agirbestê binpê neke û êrîşên ser Îdlibê rawestîne.

Çavuşoglu got ku "Eşkere ye ku rejîm dixwaze ku êrîşê Îdlibê bike û vê derê bi dest bixe. Lê gerantorê rejimê hene, Rûsya û Îran. Em têkiliyên xwe yên bi Îran û Rûsyayê re didomînin. Piştî êrîşê jî di navbera saziyên me yên pêwendîdar de têkilî çêbûn û me bi awayekî eşkere ragihand, ev êrîş şaş e."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin