Çavuşoğlu: Netanyahu dixwest Sûrî perçe bibe

Çavuşoğlu: Netanyahu dixwest Sûrî perçe bibe

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di serdana xwe ya Tunisê de, bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû yên “Erdogan dîktator e û jin û zarokên Kurdan dikuje.”

A+A-

Çavuşoglu li ser Sûriyê bo Netanyahû got, “Netanyahû demên dawî pir aciz bûye. Fahm kir ku nikare Sûriyê parçe bike. Netanyahû dixwest Sûriyê bi rêya YPG/PKKê parçe bike, hezkirina wî ya PKKê heye. Planên wan xera bûn. Ew û PKK di kuştina zarokan de dişibin hev.”

Netanyahû doh di daxuyaniyeke xwe de ji bo Erdogan gotibû, "Ez her roj ji aliyê dijminê cihûyan Erdogan rastî trollingê (daxuyaniyên derewîn) têm. Ew li gundên wan zarok û jinên Kurdan dikuje û her roj bêhtir ber xeta dîktatoriyê diçe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin