Çavuşoglu: Tirkiye rijd e li ser Rojhilata Firatê
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, Tirkiye rijd e li ser vê yekê ku derbasî rojhilatê Firatê bibe. Çavuşoglu herwiha got, têkildarî vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê, dê hemahengî di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de hebe.
A+A-
Çavuşoglu got nabe ku pêvajoya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê xizmeta Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xuyakirin, ku ji bo gotûbêjkirin û nirxandina pêvajoya vekişîna hêzên Amerêka ji Sûriyê, ew dê serdana Rûsyayê bike.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, heta ku Amerîka ji Sûriyê vekişe, dibe ku nexşerêya Minbicê jî were cîbicîkirin.
Li ser mana hêzên Fransayê li nav axa Sûriyê jî, Çavuşoglu got: “Eger Fransa jib o parastina YPGê li Sûriyê bimîne, ti sûda wê yekê ji bo wî welatî nabe. Pêwîst e piştî vekişînê, valahiya ku li herêmê çê dibe, nekeve xizmeta terorîstan. Bi biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe, hemû xeyalên YPGê vala derketin. Me pêvajoya bendewariya ji bo operasyona rojhilatê Feratê derbas kir”.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin