Çawîşoglu: Heke Kurd jî li deverê hebin; wan dê pişikdar bikîn
Wezîrê derve yê Tirkîyê, Mewlûd Çawîşoglu ragihand, li bakûra Suriyê Ereb piranî ne û rêveberî dikeve destên wan û heke Kurd jî li wê deverê hebin, ew jî pişikdar dibin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Wezîrê derve yê Tirkîyê, evro li gel desteya nivîskarên nûçeya fermîya Tirkîyê di dîdarekê de, behsa rewşa Surîyê kir.
Çawîşoglu derbarê rêkkevtina Tirkîyê û Rûsyayê li ser devera aram li bakûra Surîyê got: YPG ji Qamişlo dê derkeve daku pêkdadan rû nede, Qamişlo ji Sinûrê dervera aram hatîye derxistin.
Got jî: YPG bi kûrahîya 30 Km ji sinûr dûr dikevin û artêşa Tirkîyê diçe di nav Kobanê de jî.
Herweha got: Em rêveberîya deverê li deverên bakûra Surîyê durist dikîn û desthelata wê dixîn destên piranîya xelkên wê deverê ku Ereb in, heke Kurd jî li deverê hebin; wan dê pişikdar bikîn.
Xuya jî kir, ew rijtin li ser cîbicîkirina rêkkevtina xwe li gel Rûsyayê û divê di dema 150 demjimêran de YPG bi temamî ji deverê derkevin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin