Cebar Yawer: Macaristanê bi şandina çekan bo Pêşmege alîkariya me kir

Cebar Yawer: Macaristanê bi şandina çekan bo Pêşmege alîkariya me kir

.

A+A-

 Pisporê leşkerî û emnî Ferîqê Yekem Cebar Yawer ragihand, Macaristanê di şerê li dijî DAIŞê de bi şandina çek û bi taybetî Duşka bo Hêzên Pêşmerge alîkariya Herêma Kurdistanê kir û tekez kir, leşkerên Macaristanê heta niha jî li Herêma Kurdistanê mane.

Cebar Yawer roja Pêncşembê 8ê Kanûna 2022an ji Rûdawê re got, ji bilî Amerîkiyan ku ji sala 2003ê ve û piştî êrişên ser baregehên Ensar El-Îslam li Herêma Kurdistanê mane, çend welatên din jî bi awayên cuda alîkariya leşkerî, lojîstîkî û şêwirmendiyê pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kirine.

Cebar Yawer ku di şerê li dijî DAIŞê de Emîndarê Wezareta Pêşmerge bû, di berdewamiya axaftina xwe de ragihand, “Yek ji wan welatên ku ji sala 2014ê ve di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de alîkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kiriye, Mecaristan e; Me di sala 2015’an de weke şand serdana wan kir û li gel wezîrên berevanî û navxwe û herwiha serokê parlamentoya wî welatî civiyan; Piştre wan alîkariya xwe zêde kirin, nemaze bi şandina çekên Duşka ku gelek hewcedariya me bi wan hebû.”

Ferîq Cebar Yawer destnîşan kir, ji bilî Amerîkayê, ji Tebaxa 2014ê ve çend welatên din jî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, bi awayên cuda alîkariya Wezareta Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirine, ew jî; Brîtanya, Almanya, Hollanda, Fransa, Macaristan, Swêd, Finlanda û Kanada.

Bi gotina Cebar Yawer, “Ji bilî Swêd, Finlanda û Kanadayê, welatên din jî bi rêya şêwirmendên xwe yên leşkerî li Herêma Kurdistanê mane.”

Wî berpirsê berê yê Wezareta Pêşmerge ragihand, di warê çek, cebilxane û şêwirmendiya leşkerî û şêwirmendên biyanî di warên darayî, girêbest, îstixbarat, lojestîk, medya û çaksaziyê de alîkariya Hêzên Pêşmerge hatiye kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin