Çekdarên girêdayî Tirkiyê 12 sivîl li Efrînê girtin
.
Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê di dema çend rojên borî de 12 welatiyên sivîl li Herêma Efrînê girtine.
Amarên ku ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê hatine ragihandin, diyar dikin ku, bi girtina 12 welatiyên sivîl di çend rojên borî de, di nav wan de jinek, li Herêma Efrînê, hejmara girtiyan li wê herêmê, ji destpêka sala 2022yan ve heta dawiya Adarê, gihiştiye 192 kesan, di nav wan de 11 zarok û 21 jin û 63 nexweş hene.
Her li gorî zanyariyên wê navendê, ji 20ê Çileya 2018yan ve, heta niha, li Herêma Efrînê, 8 hezar û 283 kes, li ser destên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê hatine girtin, ji wan 5 hezar û 630 kes hatine berdan, û çarenivîsa girtiyên mayî ne diyar e.
Di heman çarçoveyê de, hejmara kesên ku hatine kuştin, gihiştiye 2 hezar û 596 kesî. Ji wan 175 kes li jêr îşkenceyê canên xwe jidest dane û kesên ku bi guleyên pasevanên sînor ên Tirkiyê jî hatine kuştin gihiştiye 524 kesan.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji meha Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hatiye dagîrkirin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî wê di 20ê Çileya 2018an de li Efrînê dest bi operasyona Çiqlê Zeytûnê kiribûn. Enqerê di 24ê Adarê de ragihandibû ku bajar ji destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derxistiye.
Ji dema ku Enqerê dest daniye ser bajêr û heta niha binpêkirinên di derheqê welatiyên Kurd ên Efrînê de berdewam in, bi hezaran Kurd hatine girtin û revandin û bi sedan kesên din jî hatin kuştin. Herwiha bi awayekî plankirî û sîstematîk hewlên ji bo guhertina demografiya Erfînê û valakirina herêmê ji Kurdan û bicihkirina Ereb û Tirkmenan li cihê wan berdewam in.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin