Cemîl Diyarbekirlî: Desthilata Şamê heta niha bi Mesîhiyan re diyalog daneniye
.
Birêvebirê Rêxistina Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî diyar kir ku heta niha desthilata Sûriyeyê bi Xiristiyanan re diyalog daneniye.
Nûnerên rêxistinên Xiristiyanên Sûriyeyê di wê baweriyê de ne ku bi destpêkirina qonaxa nû ya li Sûriyeyê re ew tên paşguhxistin û desthilata nû heta niha jî bi wan re hevdîtin nekiriye.
Cemîl Diyarbekirliyê yek ji nûnerên rêxistinên Aşûriyan e.
Diyarbekirlî ji Rûdawê re ragihand ku desthilata nû ya Sûriyeyê bi civak û saziyên wan re diyaloga rasteqîne pêk neaniye da ku ew jî li ser Sûriyeya paşerojê nêrînên xwe bînin ziman.
Berpirsê rêxistina Aşûriyan da zanîn ku heta niha dîmenê li ber çavan, ew e ku di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de yekrengî û yekalîtî heye.
Li gorî gotina Cemîl Diyarbekirlî ev helwesta desthilatê ne li gorî taybetmendiya civaka pirreng a Sûriyeyê ye.
“Em dixwazin desthilat formulekê bibîne”
Cemîl Diyarbekirlî beha metirsiyan li Sûriyeyê kir û wiha berdewam kir:
“Tirs li nav Xiristiyanên Sûriyeyê jî berdewam dike.
Em desthilatê teşwîq dikin ku li Sûriyeyê diyalogên rasteqîne bi civaka Sûriyeyê re deyne hemû pêkhateyan tevlî birêvebirina welat bike.
Em dixwazin (Desthilat) ji bo geşedana Sûriyeyê formulekê bibîne.
Ji ber ku di dawiyê de, yekrengî û yekpêkhateyî bi tena xwe nikare bibe desthilatdar li vî welatî.
Ev welat, bi pirrengî û pirjimariya xwe nas kiriye û bi bêyî vê pirrengî û bi bêyî vê pirjimariyê, ti rejîm dê nikaribe vî welatî ber bi pêşketin û geşedanê ve bibe."
Li gorî rapoa rêxistina xêrxwaziyê ya bi navê (Alîkarî) bi taybetî alîkariyê dide dêrên Sûriyeyê yên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, hejmara Xiristiyanên li Sûriyeyê, heta beriya 2011an milyonek û 500 hezar kes bû.
Cemîl Diyarbekirlî da zanîn ku nêzîkî 400 hezar Mesîhî li Sûriyeyê mane.
Çarşema borî (29.01.2025) li Şama paytexta Sûriyeyê Heyeta Tehrîr Şamê (HTŞ) tevî rêxistinên çekdar ên hevpeymanên xwe "Kongreya Serkeftinê" li dar xist.
Di wê kongreyê de Serokê HTŞyê Ehmed Şer (Colanî) wekî Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhestinê hatibû destnîşankirin.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî li ser “Kongreya Serkeftinê” daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ew kongre "ne qanûnî" ye.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku "pêvajo û biryarên ku li derveyî çarçoveya Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê û bê beşdariya hêzên siyasî, şoreşgerî û gel pêk tên” kêmasî ne.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin