Cenazeyê Welatperwerê Kurd Ganî Sûngûr Li Amedê Hate Veşartin

Cenazeyê Welatperwerê Kurd Ganî Sûngûr Li Amedê Hate Veşartin

.

A+A-

Cenazeyê welatperwerê Kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê kek Ganî Sûngûr roja 13.12.2022yê li Amedê li Mezargeha Yenîkoyê hate veşertin.

Li gel malbat, nas û dost û hezkirîyên Ganî Sûngûr, rêvebir û endamanên PAKê, nûnerên PSK û TDK-TEVGERê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî merasîma veşartina cenazeyê kek Ganî Sûngûr bûn.

PAKê çelengeke gulan danî ser mezelê kek Ganî Sûngûr.

Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran li ser mezelî di derbarê jîyan û têkoşîna kek Ganî Sûngûr da axaftinek kir.

Hanîfî Tûran di axaftina xwe da weha got :

‘’ Xuşk û birayên hêja

Mixabin welatperwerê Kurd,Rewşenbîr û siyasetmedarê dilsozê doza Azadiya Kurdistanê kek Abdulganî Sungur ji nav me koç kir.

Mamoste kek Ganî mirovekî wêrek û rast bû. Li hember dijminan jî gotinên xwe raste rast digot.Ew endamê malbateke welatperwer bû. Ji gundê Serdê ya navçeya Hênê ya bi Dîyarbekirê va girêdayî bû. Malbata wî di serhjildana Miletê Kurd ya 1925an de fîîlî cîh girtibû.

Mamoste ji salên 1969 an virde di nava tekoşîna miletê xwe de bû. Xebatên xwe yên siyasî ji DDKO yê heta KİP/DDKDyê meşand.

Kek Ganî Sûngûr heval û dostekî PAKê bû.

Mamosteyekî jêhatî bû.Dixwest ku zarokên welatê xwe hişyar bike.Di nav refên mamosteyên Kurd de jî xebitî.

Pêşî di nava koma mamosteyên serbixwe yên rojhilat(doğu bağımsızlar gurubu) de weke rêveberekî xebitî. Dûv re di nava mamosteyên şoreşgerên demokrat da cîh girt.

Di sala 1979 an de di Hilbijartinên Senatoya Tirkîyeyê de bû namzetê Sêrtê. Li ser navê KİP/DDKDyê di lîsteya TSİPê de bû namzetê û di encama hilbijartinê da dengêkî gelekî baş girt, bû duyem, destkeftineke mezin bidest xist.

Kek Ganî wê îşev bibe mêvanê Şêx Seîd, Xalid begê Cibrî, Seyid Rıza , Îhsan Nurî Paşa , Qazî Mihemed û Mele Mustafa Barzanî Wê bibe mêvanê Xezûrê xwe Hesen Hişyar û hemû şehîdên doza pîroz.Ewê behsa hal û ehwalê meyî heyî bike.

Em di serî de dibêjin bila serê hevjîna wî Gewher Xanê û zarokên wî Şoreş , Pêşeng û Cîhangîr sax be. Bila serê hemû hezkirîyên wî, werê me hemûyan û serê Miletê Kurd sax be.

Ji bo ku hûn nuha li gel me di veşartina cenazeyê kek ganî Sûngûr da aamde ne, we ava be.Gelek gelek sipas’’.

Welatperwerê Kurd kek Ganî Sûngûr roja duşemê, 12.12.2022yê ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

2-365.jpg3-336.jpg4-268.jpg5-200.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin