Çend çalakvanên Rojhilata Kurdistanê hatin desteserkirin
Hejmareke din ji jîngehparêz û çalakvanên sivîl ên bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.
Roja Yekşembiyê li nav bajarê Kamyaran ê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve jîngehparêz û fermanberê Fermangeha Parastina Jîngehê, Armanc Qurbanî û çalakvanê sivîl ê bajêr, Bextiyar Kemanger ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.
Roja Şemiyê jî çalakvanê siyasî yê bi navê Husên Kemanger û çalakvanê jîngehparêzî Reşîd Mutezzirî ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hatibûn girtin.
Her wê rojê hêzên Îtlaatê, Ofîsa Liqa Kurdistanê ya Partiya Wehdetî Millî ya li bajarê Kamyaran girtibûn.
Berî wan jî, 4 jîngehparêzên xelkê Kamyaranê yên bi navên Fazil Qeytasî, Riza Esedî, Hadî Kemanger û Îsa Feyziyan ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hatibûn girtin. Herwiha çalakvanê siyasî yê xelkê Kamyaran û sekreterê liqa parêzgeha Sine ya Pariya Wehdetî Millî Ferhad Mihemedî jî hatibû desteserkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin