Çend gotin li ser jiyana osman sebrî

Çend gotin li ser jiyana osman sebrî

.

A+A-

 

OSMAN SEBRÎ

(1905 – SEMSÛR - 7 ê Kanûna Paşîn, 1993 ŞAM)

 

Helbestvan û têkoşerê nemir Osman Sebri, mirovekî şoreşger û siyasetmedarekî Kurdan navdar bû. Dixwazim di vê gotarê de li ser hin teybetmendiyên wî yên dîrokî rawestim. Ew heya Semsûr (Adiyaman) bû wîlayet bi Meletyê ve girêdayî bû. Ew li gundê Narînce ku bi kolikê va hatî girêdayî de sala 1905 an hatiyê dinê. Di 1915 an de dema ku hîn zarok bûye, ew bavê xwe Sebrî Axayê Mîrdevsiyan winda dike û sewî dimîne. Piştî mirina bavê wî, dayîka Osman Sebrî bi apê wî yê bi nave Şukrî Axayê Mîrdesiyan re dizewice…

Di salên xwe yên cîwan de dikeve zîndanê. Di dawî de li dadgeha Meletyê mehkemeya xwe ya  dawî destpêdike. Di wan salan de Osman Sebrî xortekî xwendekar, li dibistana mamostetiyê de dixwendiye. Apên wî bi derdorên wan ve ji bo ku bi doza tevî raperîna Şêx Said bûyîne hatî bûn sêpê kirin. Ji bo vê sedemê jî dewletê dixwest ku Osman Sebrî jî bi wê dozê darda bikin! Osman Sebrî hîn zarok bûye ku wî bavê xwe winda kirye. Apê wî Nurî Axayê Mîrdesiyan dayka Osman Sebrî re jî zewiciye û apê wî dibe bavmariyê wî jî! Malbeta (Jin) Nuri Axa ya yekemin qîza Heci Bedîr Axa bûye. Heci Bedir Axa  carekê Mustafa Kemal Paşa di wê demê de ji mirinê  xelas kirî bû. Ji bo vê jî meclisa Tirkiyê ya yekemîn de ew hatiyê hilbijartin û bûyê miletvekîliyê Meletyê! Zavayê wî Nurî Ağa û brayê Nurî Axa bi axayên dîn yên Kurdan ve di wan salan de hatî bûn dardakirin, Mustafa Kemal Paşa nêzîkî Hecî Bedîr Axa ne nebûyî bû! Paşê dema axayên Kurdan ji aliyê dewletê ve hatin sûrgûn kirin, ji wana malbeta Hecî Bedir Axa jî sûrgûnî Adana û Mersînê kirî bûn!..

Dadgeha dawî de serokê (reîsê) dadgehê nexwestiye ku xortekî cîwan wek Osman Sebrî re cezayê darxistinê pêde! Serwerê (hekîm) Dêrsîmî rêyek azad bûnê ji wî re peyda dike! Di navbeynê herdûyan de gotinek kurtahî derbas dibe! Dema ji dadgehê derkeve derî, Osman Sebrî xwe ji nav cenderman daye alîkî, bazdaye û berê xwe daye Çiyayê Begdaxî û xwe gihandiye nav eşîra Mirdesiyan ya ku wê demê li Çiyayê Nemrûdê zozanan bûne! Paşê jî xwe amade kirye û derbasî binxetê dibe!..

Osman Sebrî ew serboriya xwe bi kurtahî ji min re wûsa dubere kirî bû. Ew dema derbazî  binxetê dibe, heval û hogirên Xoybûnê dinase. Paşê jî di nav avakarên Partiya Demoqrat Ya Kurdên Suriyê de ciyê xwe digire. Ew di jiyana xwe de bi serboriyên xwe bûye “Têkoşerê Kurdistan!”  Ez dixwazim bes yek mînak ji serboriyên wî ku ya bi xwe ji min re gotî dubare bikim. Bi biryara Xoybûnê di sala 1927 an de qasi 20 çekdarên Kurd têne rêkirin ku biçin Erzorum û Agiriyê! İhsan Nurî Paşa li Çiyayê Agirî dema ala Kurd ya bi berz rakirî şûnde, Xoybûnê ji bo alîkarîya serhildanê 25 çekdarên dîn bi pêşengiya Osman Sebrî têne rêkirin. Apê Osman Sebrî li Şamê mala xwe de dema ez mêvanê wî bûm, wûsa dest bi axaftina xwe ya dîrokî kirî bû:” Di wan salan de li ser sînor û di nav erda Kurdistana Bakûr de leşkerên Romê pir bûn. Xwe gîhandina Agirî jî gelek dijwar bû! Roj me xwe vedişart, şev jî em heya berdestê sibe dimêşîn. Her ku diçû meşîna me dijwar dibû! Her roj jî çekdarên li gel min hindiktir dibûn! Li nîvê rê li gel min sê peya man! Yên dîn hemiyan bazdayî bûn! Şer kirin ne karê her mirovî ye! Yên li gel min mayî jî, min ji wan re got: Hun jî biçin mala xwe! Ez tenê bi serê xwe mam! Min jî berê xwe da Kurdistana Başur û çûm nav şoreşa Kurdıstan!..

Di nav pêşmergehan de gelek dihatim hezkirin û her ku diçû mêrxwasên Kurd jî ez baştir dinasîm. Lê çi mixwabin birayê Molla Mustafa Barzanî yê şêx gelek dîndar bû. Ji min jî qet heznadikir! Ji ber ku ez ji Bakûrê Kurdistanê bûm. Wî baweriya xwe pir ji min ne anî bû. Rojekê ber bi êvarî du Kurdên mêrxwas di ber deriyê min re diçûn û dihatin! Rewşa wan bala min jî kişand! Derketim pêşiya wan û min ji wan re got: “Hun çi digerin? Ji bo çi hûn pêş deriyê min re diçin û tên?!. Ew rewşa we bala min kişand ser xwe!..“ got!..

Ewna jî nêzîkî wî dibin û dibêjin:” Ez benî! Em jî nizanin ku ji te re çi bêjin!.. Ya rast ew e ku şêxê mezin biryar girt ku em te ji holê rakin! Lê destên me naçin mirovekî wek te lêheng? Ji bo vê jî jiyana me jî di nav xeterekê de ye!“ Osman Sebrî:“Min bi wan re got! Hun her bijîn! We ew nûçeyê qembax daye min. Hun sibe bên lêra û karê xwe bi cîh bînin! Ji we re jî pir spas dikim ku we jiyana min carek dîn azad kir!..”

“Ew çûn! Êvar bû û tariyê destpêkir. Ez ji mala xwe derketim. Min dixwest ku ber bi rojava bimêşim û xwe dîsa bigînim Rojavayê welat nav hevalên Xoybûnê!

Ez di êvar de rêketim. Heya sibê ronkir, ez nesekinîm û her wuha meşîm. Alîkî tirs, aliyê dîn de westîn! Ez ji xwe çûyî bûm ku min rêya xwe winda kirî bû! Berê min ne li rojava, ez ber bi başûr meşiyayî bûm. Bi kurtahî ez wek dîl ketim destê Erebên çolê! Sê salan di dest wan de ez dîl mam! Hemî karên dijwar li ser milên min dimeşandin!..

Rojekê min bîryar girt ku ez ji destên wan derkevim û birevim! Dîsa şevek tarî, ez di nav konê Ereban derketim û min berê xwe dîsa daye rojava. Di navbeynêde çend meh derbaz bûn wênê ez baş nizanim. Lê ez pêhesiyam ku hêdî ketime nav erda Lîbanon! Bi kurtahî heya gîhîştim nav hevalên Xoybûnê di navbeynê de gelek sal derbas bûyî bûn!..”

                           1-016.png

             Di sala 1957 an de hin heval û hogirên têkoşerê nemir Osman Sebrî:

Li  pêş aliyê çepê va Osman Sebri, Omer Dizeyi, Qedri Cemil Paşa. Rêza duduyan: Ji aliyê rastê va yê duyemin İsmet Sefri Vanlî, Nuredîn Zaza, Qedrîcan, Mehemed Zilfo, Zebîhî (ji bajarê Mahabadê). Yên li paş aliyê rastê: Cemşîd Bedirxan, aliyê çepê Îzeddîn Resul.

Osman Sebrî gotina xwe ya berdewam dikirî de digot: „Paşê jî sûrgûna min ya girava Afrîkayê  destpêkir!.. Ez ji hevalê xwe re nizanim hîn çi bêjim! Ez heyştê salî me! Hîn jî di dest min de nasnameya min nîn e, ku li Şamê ji xwe re çend kîlo pirinc û şekir erzantir bikirim! Jiyana min her wûsa derbaz bû! 18 (heyjdeh) caran ketim girtîgehan û derketim!“ got…

                                                            2-015.png

(28.07.1964)

Osman Sebrî û lawê wî Hoşeng

di dema girtîgeha Şamê de…

 

Di salên 1980’yî de min bîryar girt ku ez dîwana têkoşerê nemir amade bikim û bidim çapkirin. Di wan salan de ez pêhesiyam ku malbeta Turanliyan (Malbeta Hecî Bedîraxa) bi malbeta Axayên Mîrdesiyan va xismên hevdûne. Osman Sebrî û lawê wî yê welatparêz  Hoşeng Sebrî wê demê behsa welatparêzekî Kurd dikirin ku min jî ew bi rêya Mamosteyê gorbêhîşt Cemal Nebez naskirî bû. Osman Sebrî dema ku min ew nasî navbeynê wî bi ya Hamdî Turanli ne baş bû! Lê Hoşeng Sebrî mijara ve nebaşiyê ji min re gotî bû. Osman Sebrî ji rêxistin û partiyên Kurdan yên ku ne bi lezûbez in, wî ne razîbûna xwe her dem ji wan re nîşan dida! Sêmpatiya wî bêtir ji hêzen çekdar re hebû. Lawê wî yê welatparêz Hoşeng Sebrî, ji bavê xwe re rojekê nameyek rêkîrî de bi wî re gotî bû:“Bavo! Dibêjin ku tu bê hêvî mayê!.. „ Li ser vê nameyê têkoşerê nemir Osman Sebrî, ji lawê xwe Hoşeng re bi navê „Bersiva nameya  Hoşeng“ nameyek dirêj rêdike û rewşa wê demê ya Kurdan jê re ronahî dike!..

 

77-002.jpg

12.04.1972

     Li paş wêne weha hatiye nivisîn:

"Dawî westîm wa bûm kalemêr

Zindan ji bo min wek rikeha şêr!“

Zîndana Şamê

 

Dema min Hemreş Reşo naskir, wê demê hemî partî û rêxistinên Kurdan xwe bi baweriya sosyslîzmê didan nasandin! Birêz Hamdi Turanli jî li ser xet û baweiya xwe ya neteweperwer dimeşî. Di navbeynê de pir sal derbas bûn ku Hamdî Turanli ji pir kesên xwe sosyalist didan nasandin, ji wana bêtir paqij û welatparêz bû!..

Hamdî Turanli (Hemreş Reşo) ji malbetek Semsûrê nav û deng, dewlemend bû. Lê wî li dervayî welat jiyanek tendûristiya xwe ne baş û di aliyê darayî de jî di nav bohranekê de jiyana xwe berdewam dikir. Ji bo ku nexweşiya wî rê nadida ku ew kar bike!. Di demên xwe yên dawî de hin heval û hogirên wî alîkariya wî dikirin. Ji bo ku min ji wana destûr negirtiye ku wana bi nav bikim!

Hamdî Turanli, 11ê sibatê sala 1939 an li gundê Saqoyê li qeza Kolikê (Kahta) ya ku li nav herêma bajarê Semsûrê ye, ew hatiyê dinê. 64 sal emrê wî di roja 17 ê kanûna paşîn sala 2003 an de Almanyayê li bajarê Duisburgê,  koça xwe ya dawî dike. Wî dibin welatê pir jê hezdikirî ninax dikin!..

Li pêş mirina Hamdî Turanli (Hemreş Reşo) ew serokê PDK ya Bakûr bû. Di wan salan de min jî ew dinasî. Çûyîna wî ya welat demekê qedexe (yesaq) bû! Di wan salan de hin caran min birêz Hemreş Reşo li ciyê dermanxana (eczexane) Hoşeng Sebrî didît. Hoşeng di her alî de heya roja dawî ji wî welatparêzî re jî wek hemî rêxistinên Kurdan re çawa dibû alîkar, bi wî re jî bêtir dibû alîkar! Lê çi mixabin bi nexweşiyek bêderman di salên xwe yên girîng de di nav tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê de derket û ew jî çû ser dilovaniya xwe!..

 

                nameya-vekiri-ya-1154-kesayeten-kurd-ji-namzeden-serokomariye-ye-hilbijartina-14e-gulana-2023ye-u-ji-namzeden-parlamenteriye-yen-dema-28e-ya-hilbijartinen-parlamentoye-ra-ez-weki-kurdeki-daxwaza-ve-yeke-di-1.png

 

Aliyê rastê Osman Sebrî

Aliyê çepê Hamdî Turanli (Hemreş Reşo)

 

Ez ji naveroka mijara xwe dûr nekevim û dîsa behsa Têkoşerê Nemir Osman Sebrî berdewam bikim. Dema min behsa helbestvanî û siyasetmedariya wî dikir, wî gotina min ji min digirt û wûsa dest bi gotina xwe dikir! Osman Sebrî ji min re got:” Ez benî! Ez ne helbestvanim! Bes gelê min bi rêya helbestan rêzaniya netewî (polîtîkaya netewî) baştîrîn hîn dibe. Ji bo vê jî ez baweriya xwe bi helbestan tînim ziman!“  Min bersiv nade wî û bêdeng mam!..

Çend caran li Şamê me hevûdu dît. Dîwana Osman Sebrî di wan salan de hate amadekirin…

 

 

 

 

                                                                           23742-ov7pj-1490531617.jpg

Dîwana Osman Sebrî

1998 Stockholm

 

Ji bo pêşgotina dîwanê  heval û hogirê Osman Sebrî, Prof. Dr. İsmet Şerif Wanly wê demê wek serokê Înstîtuta Kurdî li Berlinê bû. Dayîn û standina me baş bû. Dema min behsa dîwana Osman Sebrî kir, ew gelek kefxweş bû.  Ji bo pêşgotina dîwanê min destûr ji Osman Sebrî girtî bû ku Şerif Wanly pêşgotınê dîwanê binivisîn. Rê hatî bû ku dîwan li kîjan çapxanê zûtir bête çapkirin. Wê demê heya roja îro li Stokholmê heval Alî Çîftçî di çapxane û weşanxaneya xwe de berhemên giranbuha dida çapê û belav dikir. Min peywendi li gel Alî Çîftçî kir. Çapkirin pêwist bû ku Osman Sebrî hîn sax be, em bidin destên wî. Ew xwesteka wî jî bû. Çapxane ji bo pêşgotina dîwanê asteng derxistin. Pêşgotina dîwanê Prof. Dr. İsmet Şerif Wanly bi zimanê Erebî nivisî bû. Mamoste Îzettîn Naso ku îro li Zanîngeha Duhokê mamosteyê zimanê kurdî ye. Wî bi Kurdiyek paqij ji Erebî wergerandî bû zimanê Kurdî. Kese dixwest ku wergera Erebî ew bike, min ew kesa jî nasnadikir.  Pir wext di navbeynê de borî. Osman Sebrî çû ser heqiya  xwe. Piştre dîwan çap bû. Min soza dayî bû têkoşerê nemir di saxîya wî de bi cîh ne anî bû! Ez gelek xemgîn bûm.

Paşê bê agahdariya min ew dîwana carek li Stenbolê, carekê jî li Berlînê  hate weşandin. Ji bo çapek nû helbestên Osman Sebrî yên nû min amade kirin ji weşanxaneya Lîs re şand Amedê ku çapa nû pêk bet! Dema dizan çapxane şelandî de dîsket û karê amade bûyî jî carek dîn têk çû. Lê di demên li pêş me de ezê wê bi helbestên Osman Sebrî ku çapên bûyî de cîh negirtî bûn ezê wana jî bigîhînin xwedevanan!

 

                   6-172.jpg

 

Osman Sebrî

û

amadekarê dîwanê

Abuzer Balî Han

(Sala 1980 yî li bajarê Şamê)

 

Berhemên Osman Sebrî yên heya îro hatin çapkirin û weşandin:

 

  1. Dîwana Osman Sebrî, Stokholm, 1998, amadekar: Abuzer Balî Han
  2. Apo, “Gotinên xav nepijîn bê tav”, Elmanya, 1981
  3. Elîfbêya Tikuz, 1982
  4. Çar Leheng, Syrien, 1984
  5. Bahoz û çend nivîsarên din, 1956
  6. Elîfbeya Kurdî, Syrien, 1955
  7. Derdên me (gotar û helbest)
  8. Bîranînên Osman Sebrî, 2003
  9. Bîranîn: 100 Salîya Osman Sebrî (1905 - 2005), Erinnerungen,

     Deutschland, September 2006

  1. Hevalê Çak, Amadekar A. Balî Han, Hoşeng Sebrî,

          weşanên Lîs, Amed, reşemî (Sibat), 2011

 

Çavkanî: 1. Dîwana Osman Sebrî. Stockholm, 1998

                2. Bîranîn: 100 Saliya Osman Sebrî, Berlin, 2005

                3. Antolojiya Helbestvanên Kurd  A. Balî Han, Berg, II. Stenbol, 2007    

 

Abuzer Bali Han

  Lêkolîner

Gulan 2023 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin