Çend gundên stratejîk ketin bin kontrola Hêzên pêşmerge
Hêzên Pêşmerge vê şeveqê di bin fermandariya serokê Herêmê Mesûd Barzanî de dest bi operaszoneke berfireh kir.
A+A-
Operasyona kontrolkirina çend gundên Mexmûr û guverê vê şeveqê bi fermandariya serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî dest pê kir û bi kontrolkirina heşt gundan gihaşte aramanca xwe ya pêşî.
Li gora agahiyan Hêzên Pêşmerge vê şeveqê bi hazirî û fermandariya Mesûd Barzanî û ji bo bidestxistina hin gundên ji aliyê stratejîk ve girîng, ji destê DAÎŞê derxîne, dest bi operasyoneke berfireh kir. Tê ragihandin ku hêzên DAÎŞê nikarin zêde diber xwe bidin, kuştî û birîndarên xw eli paş xwe dihêlin û ji gundên dora Mûsilê reviyane û dor heşt gund bi temamî ketine bin kontrola Hêzên Pêşmerge.
Agahî ev e ku di vê operasyonê de hêj şer û pêvçûn dom dikin û heta niha 120 çekdarên DAÎşê hatine kuştin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin