Cendirmeyên Tirkiyeyê di binpêkirinên li dijî sivîlan de berdewam in: 3 hezar û 75 Sûriyeyî kuştine

Cendirmeyên Tirkiyeyê di binpêkirinên li dijî sivîlan de berdewam in: 3 hezar û 75 Sûriyeyî kuştine

.

A+A-

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ve bi hezaran welatiyên Sûriyeyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê bi guleyên cendirmeyên Tirkiyeyê hatin kuştin û birîndarkirin.

Herwiha hejmarek cotkarên ku zeviyên wan li deverên sînorî ne, ji aliyê leşker û cendirmeyan ve hatine kuştin û birîndarkirin.

Çalakvanê sivîl û mafnas Canor Şakir li ser binpêkariyan got:

“Ji sala 2015an ve Tirkiyeyê dîwarekî bi dirêjahiya 915 kîlometreyan di navbera xwe û Sûriyeyê de ava kiriye lê tevî vê yekê jî binpêkirin û tawanên cendirmeyan ên li ser sivîlên Sûriyeyê ranewestiyane.

Heta îro bi sedan sivîlên Sûriyeyî bi tivingan yan jî li bi lêdan û şkenceya hovane li ser sînor hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne.

Rapor û amarên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên xwecihî ve tên belavkirin, nîşan didin ku rêjeya kuştiyên jin û zarokan ji sedî 30-35 derbas kiriye.”

Piraniya qurbaniyan welatiyên sivîl in ku hewl didin sînor derbas bikin û derbasî Tirkiye yan jî Bakurê Kurdistanê bibin.

“Tirkiye nikare bi rêbazên rewa mijarê çareser bike?”

Beşek sivîlên ku hatine kuştin û birîndarkirin jî cotkar yan jî şêniyên navçeyên sînorî bûne.

Çalakvanê sivîl û mafnas Canor Şakir herwiha anî ziman:

“Gelo Tirkiye nikare bi rê û rêbazên rewa vê mijarê çareser bike? Mixabin heta îro, bi dehan raporên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî derketine.

Ew hişyariyan didin Tirkiyeyê lê mixabin ev binpêkirin û tawanên li ser sivîlên li ser sînor berdewam in.”

Li gorî amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê, ji destpêka ku hêzên Tirkiyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne ango ji Tebaxa 2016an heta 30 Çiriya Pêşîna 2023yan, 3 hezar û 75 welatî li ser sînor hatine kuştin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin