Cengiz Aytmatov kî ye?
Yusuf Kaynak
Cengiz Aytmatov di 1928’an li gundê Şekerê (niha li herêma Talas), li bakurê Kirgizîstanê, li nêzîkî sînorê Özbekistanê ji dayik bûye. Navê Cengiz dibe ku bavê wî ji ber rûmeta ku ji Cengîz Xan re girtibe bê. Bavê wî Torekulov li gund de xizmetkarê malê bû û diya wî ya etnîkî Tatar Nagima Çasiyevna lîstikvana şanoya herêmî bû. Zarokatiya wî weke koçeriyê tevî malbata wî û ajalên eşîrê, ji mêrgiyê heta zozanan geriya wek ku wê demê gelek Kirgiz pê re bûn. Di 1937an de, di neh saliya wî de, bavê wî komunîstekî zû ku bi pozîsyonekî girîng rabûbûye, bû qurbaniya Paqijkirina Mezin. Ew li Moskovayê hatiye girtine û bi ‘Neteweperestiya burjuwazî’ girtine û paşê hate îdamkirin. Tevî vê bûyerê Aymatov her tim komunîstekî bawermend ma ye.
Aytmatov di demekê de mezin bûye ku Kirgizistan ji yek ji deverên herî dûr ên Împaratoriya Rûsyayê veguherî komara Yekîtiya Sovyetê. Vê yekê derfetê da ye nivîskarê paşerojê ku li dibistana Sovyetê ya nû ya Rûsî li Şekerê bixwîne, her çend ew jî neçar bûne di temenekî piçûk de bixebite. Dema ku ew bûye çardeh salî, ew wek alîkarê sekreteriya Sovyeta gund hatiye hilbijartin. Paşê di meqamên bacgir, barkêş, alîkarê operator û gelek karên din de pirr xebitîye.
Bi wergirtina diplomê xwe de, Cengîz xwe gihandiye xwendineke baştir in. Di 1946an de dest bi xwendina bijîşkî ya beytarî/veterinerî dike; pêşî li Zanîngeha Teknîkî ya nêzîkî li Camboel, ya Qazakistanê û paşê di 1953an de li Enstîtuya Çandinî ya Kirgizistanê li Froenze xwendiye..
Di dema xwendina xwe de di 1951an de dest bi wergerandina pexşana Kirgizî/Kirgizîkî ji bona Rûsî dike. Di 1956an de dest bi xwendina Edebiyatê li Enstîtuya Wêjeyê a Maksim Gorkî a li Moskovayê dike û heta 1958an de li wir dimîne. Dû re heşt salan jî di Kovara Partiya Komunîst, Pravda de xebatê kiriye. Du weşanên wî yên pêşîn di sala 1952an de bi Rûsî derketine: “Xortê Rojnamê Dziujo" û Аşiм”. Berhema wî ya yekem bi Kirgizîkî “Ak Ca’an” (Ак Жаан: Barana Spî) bû di 1954an de û di 1958an de jî kurte romana wî ya bi navê “Cemile” hatiye çapkirin, ku bi wê re di asteke mezin de nav belav bûye. Di 1980an de romana xwe ya yekem derxistiye; And “The Day Lasts More Than a Hundred Years” (Û “Roj ji sedsalekê dirêjtir dom dike”) tê weşandine. Romana wî ya mezin ya din Plakha (Робкий) bû, di 1986an de hatiye weşandin; roman: Avdiy Kallistratov di xortaniya xwe de pişta xwe da mekteba ruhbanî û dêrê. Hewl dide jiyana rojnamegeriyê ava bike. Dema ku ew bi bazirganiya narkotîkek nû 'anasha' re mijûl dibe, ew dixwaze bi vê xerabiyê re şer bike ku kuryedarên narkotîkê veguherîne Xwedê. Çend berhemên wî yê wek ‘Roj ji sedsalekê dirêjtir dom dike’ ji bo çend zimanan hate wergerandine.
Di sala 1963an de ji ber xebatên xwe Xelata Lenîn û di salên 1968an de û di 1977an û di 1983an de jî Xelata Dewletê a Yekîtiya Sovyetê wergirtiye. Di 1978an de jî weke Nivîskarê Netewî yê Kirgizîstanê û Lehengê Xebata Sosyalîst hat xelatkirin. Her weha, wî di jiyana xwe de bêhtir ji 20 xelatê wergirtin, di nav wan de ya her bilindtirîn xelata Kirgizîstanê, “Nîşana Manas” bûye.
Cengiz Aytmatov bi xwe ji 1988an ta 1990an de serokê Yekîtiya Nivîskarên Kirgizîstanê bû. Di heman demê de endamê Yekîtiya Sînemageran jî bû. Aytmatov di heman demê de jî endamê Serokatiya Komîteya Hevgirtina ya Yekîtiya Sovyetê ji bo Dewletên li Asya û li Afrîkayê jî bû.
Di dema Perestroyikê de ew parlementerê Yekîtiya Sovyetê bû, helwestek naveroka wê ji hêza rastîn sembolîktir bû. Di 1990an de balyozê Sovyetê li Luksemburgê bû. Di 2008an bû balyozê Kirgizistanê li Fransa, Benelux û li Brukselê jî dijiya. Pişt re bûye balyozê Nato, YE û Unesco.
Cengiz Aytmatov di jiyana xwe dawî de bi nexweşiya şekirê ket. Di dema kişandina fîlmekî li herêma Volga, ew neçar ma ye bi têkçûna pişik û gurçikan re mijûl bibe. Di 2008an de ew li nexweşxane a Klinikum Nürnbergê li Almanya hate razandin. Piştî sê hefteyan di komaya sûnî de ma, di 10ê hezîrana 2008an de ji ber bandora pişika giran mir. Çar roj piştî mirina wî, di 14ê hezîranê de Aytmetov li taxa Bîrdariya Ata-Bejît a li taxeke paytexta Kirgizîstan Bîşkekê hatiye definkirin. Ew roj ji alî desthilatdarên Kirgizîstanê ve weke roja şîna neteweyî hatî ragihandine.
Xabatên Cengiz Aytmatov
Cengiz Aytmatov ji nifşa nivîskarên piştî şerê cîhanê duwemîn bûbû. Beriya ku di 1958an de serpêhatiya xwe ya mezin Cemîlle derkeve wî tenê çend kurteçîrok û kurte romanekê nivîsîne.
Serkeftina Aytmatov û berhema wî ya herî naskirî û paşê fîlmkirî romana Cemîlle ye, çîrokeka evînê li Kirgizistanê di havîna şerê 1943an de pêk tê!.. Louis Aragon ev berhemê wergerandiye Fransî û di pêşgotina xwe de nivîsandiye: “Ez sond dixwim, Çîroka evînê ya herî xweş ya cîhanê’. Wê stranbêjê Alman Hannes Wader îlham da ye strana ‘Am Fluss’ (Li ser Çem) binivîse. Li DDR di dibistanan de wêjeya mecbûrî bûye. Berhemên din ên girîng ên Aytmatov kurte romanên ‘Xatirê te Gulsarî’, ‘Keştiya spî’, ‘Roj ji sedsalek dirêjtir didome’ û Bloka Celad in.
Di çîrokên Aytmatov de kevneşopî û çanda Kirgizîstanê cihekî girîng girtiye. Jiyana tund û xwezayê ya koçerên berê û jiyana kolxozên li Yekîtiya Sovyetê ji hêla Aytmatov ve bi hest, bi awayekî helbestî û bi hêza wergerê hatiye vegotin. Aytmatov bi giranî li ser folklorê nivîsandiyê û ne ewqas jî li ser nirxa wê ya dîrokî nivîsiye. Hewl da ye ku vegotinên devkî ji nû ve biafirîne û bi vî rengî wan di çarçeveya jiyana hemdem de vegerîne jiyanê jinû ve!.. Ev awayê vegotinê di berhema wî de bi zelalî heye; Hema bêje di her çîrokê de behsa destan, efsane an jî çîrokek gelêrî dike. ‘Roj ji sedsalekê dirêjtir dome dike’, efsaneyek helbestî ya li ser girtiyekî ciwan ku diguhere lewaz (alavek îşkenceyê ya efsanewî ya Tirkî ku Aytmatov di vê pirtûkê de pêk aniye) wekî alegoriyeke trajîk û ji ber vê yekê vegotinek sembolîk ya girîng a felsefeyê ya romanê ye.
Hêla duyemîn ê xebata Aytmatov nêzîkbûna wî ya dawî bi ‘Birayên me yên biçûk’ ajalan re ye, ji bo jiyana wan û me bi hev ve girêdayî ne. Du karakterê navendî yên Gulsari zilamek û yê wî ne.
Hêştir di ‘Roj ji sedsalekê dirêjtir dome dike’ de rolek girîng dilîze û yeke ji qonaxên sereke ên romanê ku çarenûsa qehreman diyar dike ku bi çîroka çûyîna dewe/hêştir ve tê vegotine. Bloka Celladê bi çîroka komekê gur û dayika gura ya mezin Ekbera û kulika wê ango çêlika wê dest pêdike; jiyana mirova paşê di pirtûkê de tê nîqaşkirin, lê bi jiyana guran re têkilhev e. Aytmatov di berhema xwe a paşîn de jî hertim xemsariya li Asyaya Navîn û têkçûna xwezayê pê re rexne dike.
Roj ji sedsalê zêdetir didome
Di romana Aytmatov a bi navê “Roj ji sedsalekê zêdetir dom dike” de tê gotin koleyekî nefikirî, mankurt.
Li gorî efsaneya Aytmatov îcadkirî, Mankûrt dîlên şer bûn û bi serê xwe di çermê deveyê de li ber tava germ dihatin derkirin û dibûn kole. Ev çermên hanê weke bendekî pola hişk ziwa bûne, bi vî awayî zirarê didan mejiyê wan, ew her dikirin kole. Mankurtekî nav, malbat û eşîra xwe nasnake ‘xwe wek mirov nas nake’. Aytmatov fikra xwe ji kevneşopiyek berê girtiye an bi xwe îcad kiriye?.
Dibe ku “Mankurt” ji peyva Mongolî “Manguurah” (manguurah, tê wateya “bêaqil”), Mengirt (yê ku ji bîra wî bêpar bûye) an jî (kêmtir dibe) man kort (eşîra xirab) hatibe/were girtin.
Di wateya mecazî de peyva “Mankurt” ji bo kesên ku têkiliya xwe bi koka xwe ya dîrokî, neteweyî winda kirine û xizmên xwe ji bîr kirine tê bikaranîn. Di vê wateyê de di zimanê hevpar de bûye têgeh û di rojnamegeriyê de tê bikaranîn. Di zimanê Rûsî de neoloxîzmên wek mankurtizatsiya (bi wateya ‘mankurtîzekirin’) û demankurtizatsiya (bi ‘demankurtîzekirin’) derketine.
Di romana Aytmatov de xortekî ku welatê xwe li hember êrîşa koçeran a 'Ruanruan' diparêze, tê girtin, îşkencekirin û mejiyê wî tê şûştin û ji dagirkerên welatê xwe re xizmetê dike. Ji ber hafizeya xwe bi tevahî winda dike, dema ku diya xwe li berxwedide wî ji dîlgirtinê rizgar bike, dikuje. Tê gotin: “Motîfa Mankurt, ku ji eşîretên Asyaya Navîn hatiye wergirtin, ramana serdest a romanê ye û astên cuda ên vegotinê û rêzikên demê bi hev ve girêdide”. Di salên paşerojê yên Yekîtiya Sovyetê de, mankurt ket nav axaftinên rojane da ku xerîbiya ku mirovan li hember civakek ku wan tepeser dike û dîroka wan berovajî dike vedibêje. Li hin komarên Sovyeta berê, ev têgîn temsîla wan kesên ne-Rûs kir, ji ber bandora pergala Sovyetê ji koka xwe a etnîkî qut bûne.
* Mankurt, di romana de behsa celebekê mirovên ku ji koka xwe dûr dikevin û xwe ji cewherê xwe dûr dixin, dike.
Îro di nav Kurdên Tirkiyê de celebek mirovî ya ku Mankurtbûnê nîşan dide heye. Di romana Cengîz a bi navê “Rojek ji sedsalê dirêjtir e” de balê dikişîne ser rewşa ku kesên dîl hatine girtin. Rewşa herî metirsîdar ji bo mirov, windakirina xwe ya rastî û bi darê zorê şuştina mêjî ye. Mankurt di romanê de bi berfirehî hatiye vegotin. Rêbaza Cengîz Xan ew e ku bi dana çermê deve li serê mirovekî, di germahiyê de û bi êşa ku ji ber zuhabûna çerm û biçûkbûna çerm çêdibe, hişê xwe winda dike. Di dîrokê de dibêjin ku ev îşkenceya hovane Cengîz Xan îcadkiriye.
** Ev gotara li ser Cengîz Aytmatov di cilda sêyem a bi navê 'Nivîskarên navdar ên cîhanê' de cih digire, ku dê di demek nêzîk de derkeve. Agahiyên berfirehtir li ser bîyoxrafiya Cengiz Aymatov di vê hejmarê/cildê de cih digire.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin