Cengîz Çandar: Ocalan dibêje êdî pêwîstî bi çekan nîne
.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê, rojnameger û nivîskar Cengîz Çandar di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re derbarê pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê axivî.
Çandar diyar kir ku pêvajo niha di qonaxa nediyar a mezin de ye û li bendê ne ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bangekê bike.
Çandar got ku tê payîn ku ev bang 15ê Sibatê salvegera 25emîn anîna Ocalan a Tirkiyeyê bê kirin û hîn jî ne diyar e ku dê banga çekdanînê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li xwe bigire yan na.
Rojnamegerê xwedî tecrûbe eşkere kir ku agahî hene ku dibe ku li Îmraliyê daxuyaniyeke bi vîdeo bê dayîn lê derbarê Sûriyeyê hîn jî çend xalên ku di navbera Tirkiye û Ocalan de nakok in hene.
Çandar behsa rola Herêma Kurdistanê ya di pêvajoyê de jî kir û da zanîn ku Herêma Kurdistanê xwedî du rolên girîng e.
Çandar diyar kir ku eger pêvajo bi pêş bikeve, dibe ku kanalên ragihandinê yên Ocalan bên vekirin û hewldanên çareseriyê yên pêşketîtir ên derbarê pirsgirêka Kurdan bên rojevê.
Parlamenter Cengîz Çandar beşdarî bultena 16:00an a Rûdaw TVyê bû û bersiv da Pêşkeşkarê Rûdawê Muhammed Îzeddîn.
Rûdaw: Birêz Çandar, hûn bi xêr hatin, li Tirkiyeyê behsa pêvajoyeke nû tê kirin, ev pêvajo niha di kîjan qonaxê de ye?
Cengîz Çandar: Niha di qonaxa nediyar a mezin de ye û ev wekî çareseriya pirsgirêka Kurdan jî nehat binavkirin. Ji destpêkê ve hat gotin ku ev projeya aştiyê ye. Hat gotin ku ev projeyeke vejandina biratiya Kurd-Tirk a hezar salî ye ji bo yekîtî û tevahiya Tirkiyeyê xurttir bike.
Tê fêmkirin ku pêşî ev projeya aştiyê dê pêk were, paşê em dê dest bi axaftina wan mijaran bikin ku ji çareseriya Pirsgirêka Kurdî tê fêmkirin. Mebest ji aştiyê jî ew e ku li Tirkiyeyê êdî tekoşîna çekdarî ya PKKyê bi dawî bûye û bi bangeke ji aliyê Abdullah Ocalan ve bê kirin ku êdî hewcedarî bi tekoşîna çekdarî nîne.
Ev dê pêk were. Piştî pêkhatinê dê were qebûlkirin ku aştî hatiye. Paşê jî çi ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdî hewce be, dê dor bê wan gavan. Hêvî û fehmeke wisa heye.
Rûdaw: Hûn difikirin Ocalan banga danîna çekan bike?
Cengîz Çandar: Dê bike, yanî Abdullah Ocalan di peyama Newroza sala 2013yan de, beriya 12 salan bi awayekî zelal û eşkere ev bang kiribû. Civaka Tirk Abdullah Ocalan zêde ji nêzîk ve naşopîne lê yên ku raman û fikrên Abdullah Ocalan û gotinên wî ji nêzîk ve dişopînin dizanin ku Abdullah Ocalan dibêje êdî ji bo Kurdên li Tirkiyeyê mafên xwe bi dest bixin, hewcedarî bi meşandina tekoşîna çekdarî tune ye.
Yanî em di sala 2025an de dijîn. Tekoşîna çekdarî ya PKKyê ku em dê wekî serhildana çekdarî ya Kurdan fêm bikin, di sala 1984an de dest pê kir. Nêzîkî 40 sal derbas bûn. Îro Pirsgirêka Kurdan li her asta Tirkiyeyê tê nîqaşkirin.
Rûdaw: Baş e, hûn difikirin ku ew dê heman bangê ji bo Rojava jî bike?
Cengîz Çandar: Em jî bi meraq li bendê ne ka wê ji bo Rojava çi bike, em dikarin wisa bibêjin. Di rastiyê de divê min di bersiva pirsa berê de bigota ku em di kîjan qonaxê de ne. Em niha di qonaxa li bendêmayîna banga Abdullah Ocalan in. Ev bang dê salvegera 25emîn a anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, yanî 15ê Sibatê were kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlum Ebdî di civîna rojnamegeran de ev dîrok ragihand. Ji ber vê yekê, em li bendê ne ku ev bang di nav deh yan du hefteyan de ji aliyê Ocalan ve were kirin.
Gelo ev bang dê çekdanîna li Sûriyeyê jî di nav xwe de bigire? Ev ne pir zelal e. Ji ber ku li Sûriyeyê her tişt hê nû ye û teze ye. Gava ku hê ne diyar e ka Sûriye ber bi ku ve, çawa, bi kê re, bi kîjan awayî, di rêveberiyê de, bi kîjan rêbazan, bi kîjan destûrê, bi kîjan rêxistinê ve diçe, ne mantiqî ye ku mirov ji kesekî hêvî bike ku hemû çekên Kurdan bibin û radestî Şamê bikin û bibêjin "Kerem bikin çekan û me yek bi yek wek leşker qeyd bikin di artêşa Sûriyeyê de".
Ne mantiqî ye ku mirov ji Abdullah Ocalan jî li bendê be ku bangeke wiha bike. Niha bi rastî jî pirseke vekirî ye ka ew dê çi bangê bike. Tê texmînkirin ku bangek ji bo Sûriyeyê tê pêşbînîkirin û dema ku bangek ji bo Sûriyeyê hat kirin, wê demê wê banga xwe ya bingehîn kiribe. Em niha nikarin bi temamî texmîn bikin ka ew dê çi be.
Rûdaw: Agahî hene ku Abdullah Ocalan dê nameyan ji Serok Mesûd Barzanî û General Mazlum Ebdî re bişîne, di vê mijarê de agahiyên we hene?
Cengîz Çandar: Agahiyên min ên di vê mijarê de ev in ku xeber gihîştine min jî ku Abdullah Ocalan dê nameyekê ji Mazlum Ebdî re bişîne. Belgeyên vê yekê tune ne lê muhtemel e ku ev dê wisa bibe. Divê em vê jî ji bîr nekin ku li qada Sûriyeyê ne tenê dewleta Tirkiyeyê, Mazlum Ebdî û Heyeta Tehrîr Şamê, Ehmed Şer hene. Ne qadeke bi sê aktorî ye, yanî li aliyekî Erdogan an Hakan Fîdan li Enqereyê, li aliyê din Mazlum Ebdî û li Şamê jî Ehmed Şar.
Ne sêgoşeyeke wiha ye li wir. Li wir gelek aktor hene û ya herî girîng divê em ji bîr nekin ku Amerîkî hene, hem di navbera Tirkiyeyê û Mazlum Ebdî de, hem jî di navbera Mazlum Ebdî û Ehmed Şar de têkiliyê pêk tînin. Ji ber vê yekê ne tenê nameya ku Abdullah Ocalan ji Mazlum Ebdî re şandiye an dê bişîne, di heman demê de peyamên ku Amerîkî û hin aliyên din ên wê ji aktorên li wir re bişînin jî hene.
Di vê navberê de divê em di bîra xwe de bigirin ku Birêz Mesûd Barzanî jî di van mijaran de rol girtiye û dikare bigire. Ji ber vê yekê eger em çend rojan, herî zêde hefteyek bisekinin, bersivên van pirsan dê hinekî zelaltir derkevin holê.
Rûdaw: Birêz Çandar, em dizanin ku nêzîkî 30 sal e têkiliyên we yên nêzîk bi Herêma Kurdistanê re hene, di vê çarçoveyê de ez dixwazim vê bipirsim, Rêveberiya Hewlêrê dikare di pêvajoya Tirkiyeyê de çi rolekê bilîze?
Cengîz Çandar: Du rolên mezin û du rolên bingehîn ên Herêma Kurdistanê di vê qonaxê de, di vê asta ku em gihîştinê de hene. Îro Îraq, Rêveberiya Herêma Kurdistanê, bûye navenda siyasî ya yekane ya Kurdan ku peyva Kurdistanê lê tê bikaranîn.
Wekî saziyeke rêveberiyê, wekî saziyeke îdarî û bi taybetî bi awayekî destûrî, bi awayekî ku di Destûra Îraqê de cih digire, tenê kursiyê wê li Neteweyên Yekbûyî tune ye, ji bilî wê her tiştê ku dewleteke serbixwe xwedî ye, ji kontrola sînor heta alayê, ji zanîngehê heta nasnameya fermî ya zimanê dayîkê, hemû tişt li Herêma Kurdistana Îraqê heye.
Ji ber vê yekê, Herêma Kurdistana Îraqê ji her pêşveçûna cîhana Kurdî, alema Kurdî berpirsiyar e. Ew navendeke siyasî ye ku divê beşdarî wê bibe. Hem navenda îdarî ye hem jî navenda siyasî ye.
Ji ber vê yekê, bi hilweşîna rejîmeke ku zêdetirî 60 salan berdewam kiriye li Sûriyeyê û derketina rewşeke nû re, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Rêveberiya Kurdistanê di rewşa nû ya ku ji bo Kurdên Sûriyê derketiye holê.
Divê Kurdên li wir çawa bijîn, divê di bin çi rêveberiyekê de bin û ji bo vê jî, di dabînkirina yekîtiya neteweyî ya Kurdî li ser erdê Sûriyeyê de, di dabînkirina yekîtiya di navbera Kurdan de, berpirsiyarî û roleke mezin dikeve ser milê Rêveberiya Herêma Kurdistanê.
Rola wê ya yekem ev e. Rola wê ya duyem jî ew e ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Enqerê re têkiliyên dostane yên pir nêzîk hene. Ji ber vê yekê, ji bo xweşbextiya Kurdan li Sûriyeyê û ji bo ewlekirina paşeroja Kurdên Sûriyeyê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê dikare bi sûdwergirtina ji van pêwendiyên nêzîk roleke erênî û hêja bilîze li ser Tirkiyeyê.
Ji ber vê yekê, ji kîjan aliyê ve binêrin dema ku em dibêjin Sûriye û Kurd, rolên herî mezin ji niha ve ketine ser milê Rêveberiya Herêma Kurdistana Îraqê.
Rûdaw: Tê gotin ku şandeya Îmraliyê di rojên pêş de dê hem serdana Herêma Kurdistanê û hem jî ya Rojava bike, hûn dikarin agahiyên xwe yên li ser vê mijarê bi me re parve bikin?
Cengîz Çandar: Gotegot hene lê heta niha agahiyeke şênber li ba min tune ku pêk hatiye lê ev gotegot gihîşt guhê min jî. Lê gelo dê heman şand be yan jî dê şandeyeke ku kesên din jî tê de beşdar bibin be, ev jî mimkun e, ev jî dikare bibe.
Rûdaw: Baş e, tê îdiakirin ku dê peyameke vîdyoyî di salvegera roja girtina Abdullah Ocalan de bê weşandin? Li ser vê mijarê agahiyên we hene?
Cengîz Çandar: Ev zanyarî demeke berê gihişt min jî. Li gorî agahiyên min, Abdullah Ocalan dê bi sê girtiyên PKKyê yên din re ku li Girtîgeha Îmraliyê ne û bi heyeta ku serdana wî kiriye re, daxuyaniyeke vîdyoyî bide.Em dê di rojên pêş de bibînin ka ev agahî dê rast be yan na.
Niha li ser Sûriyeyê hîn çend xal hene ku di navbera Tirkiye û Abdullah Ocalan de çareser nebûne. Dema ev xal bên çareserkirin, dibe ku Abdullah Ocalan daxuyaniyeke vîdyoyî bide. Yanî li şûna daxuyaniyeke nivîskî ya ku dê ji medyayê re bê belavkirin, agahiyên me hene ku ew dê daxuyaniyeke vîdyoyî bide.
Rûdaw: Gelo serdanên Îmraliyê qediyane yan dê bidomin?
Cengîz Çandar: Ji vir û pê ve tê payîn ku dor bê daxuyaniyê û hevkarên me yên ku wekî heyeta Îmraliyê têne binavkirin, ji bo daxuyaniya ku me berê behs kir, dê biçin Îmraliyê. Lê ev pêvajoyeke wisa ye ku her gav dikare rewşeke nû ya ku berê nehatiye plankirin derkevin holê. Dema ku neyê payîn ku heyet biçe, hûn dibînin ku careke din diçe.
Heta niha hatibû plankirin ku heyet dê biçe, piştî vegerê bi partiyan re hevdîtin bike û derbarê van hevdîtinan de agahiyan bide Abdullah Ocalan û piştî demekê jî Abdullah Ocalan dê daxuyaniyê bide û em dê ber bi pêvajoyeke nû ve biçin. Niha em di wê qonaxê de ne.
Rûdaw: We behsa pêvajoyeke nû kir, bi rastî ez jî wekî her kesî meraq dikim. Hûn difikirin ku dewlet ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan dê gaveke cidî biavêje?
Cengîz Çandar: Em wisa texmîn dikin. Yanî eger şertên Abdullah Ocalan bi awayekî cuda biguhere û ew dest bi rolagirtinê bike, wê demê ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku kanalên ragihandinê yên Abdullah Ocalan vekirî ne û ew di rewşeke wisa de ye ku dikare hevdîtinên cuda bike.
Bêguman ev tê wateya ku dê hewldanên zêdetir ji bo çareseriyê û her tiştê ku dikeve nav pirsgirêka Kurdan hebin. Ji bo ku ev hemû pêk bên, wekî ku Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn got, divê Abdullah Ocalan hin mafên xwe yên hiqûqî bidest bixe.
Abdullah Ocalan jî got ku "şertên min bên hêsankirin, ez dê vê mijarê bikişînim qada hiqûqî û siyasî. Hêza min a vê yekê heye."Em niha di destpêka pêvajoyê de ne.
Eger Abdullah Ocalan bangawaziya ku jê tê xwestin bike, yanî bangawaziya ku dewlet jê hêvî dike bike, paşê dê çi bibe? Ma dê bê gotin "temam, êdî me tu ji bîr kir. Em dê li Îmraliyê careke din ti nûçeyê ji te nestînin, em dê te nebihîzin. Ev dê wekî beriya çar salan be"? Ez bawer nakim ku dê wiha be.
Yanî soz hatiye dayîn ku "eger tu vê bangawaziyê bikî, şertên te û rewşa te ya hiqûqî dê biguhere" û eger ev pêk were, ev bi xwe tê wateya ku mijar ber bi pêvajoyeke nû ve diçe. Li gorî mantiqê, divê wiha be.
Rûdaw: Gelo di vê pêvajoya nû ya ku hîn nav lê nehatiye kirin de, welatên sêyem wekî çavdêr beşdar dibin?
Cengîz Çandar: Me ev nebihîst. Ez nikarim bibêjim nîne li ser tiştekî ku ez nizanim lê me nebihîst ku hebe. Her wiha biryarderên Tirkiyeyê, yanî unsurên îttîfaqê, li aliyekî serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, li aliyê din Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweyî Devlet Bahçelî ku rê li ber vê pêvajoyê vekir, ew her du kes ne kesên ku ji dinyaya derve hez dikin.
Loma îhtimala aliyê sêyem kêm e lê li gorî gotinên li Tirkiyeyê hene ku Amerîkî jî di nav van karan de ne. Lê delîleke min a vê yekê nîne. Loma ez nikarim tiştekî bibêjim, ez nizanim.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin