CENTCOM: Rêberekî Girîng yê DAIŞ'ê li Sûrîyê Hate Kuştin

CENTCOM: Rêberekî Girîng yê DAIŞ'ê li Sûrîyê Hate Kuştin

.

A+A-

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku roja Pêncşemê endamekî payebilind yê "Dewleta Îslamî di êrîşekê de li bakurê rojhilata Sûrîyê hate kuştin.

Operasyon hewla herî dawî ya Amerîka ye ji bo çewisandina cîhadîyên DAIŞê yên ku li ser erd têk çûne, lê hêşta jî êrîşan li Sûriyê û Iraqa cîran pêktînin.

"Hêzên CENTCOMê êrîşek li bakur-rojhilata Sûrîyê pêk anî û rêberekî payebilind yê DAIŞê kir armanc," berdevkê CENTCOMê Kolonel Joe Buccino ji AFP re got.

CENTCOM paşî li ser Twitterê got ku êrîş rêberê DAIŞê, Rakkan Wehîd el-Şemmarî kir armanc ku tê zanîn ku ew qaçaxcîtîya çek û şervanan hêsan dike.

Daxuyanîya ser Twiterê got ku Şemmarî hate kuştin û yek ji hevkarên wî birîndar bû û du kesên din jî hatine desteser kirin.

CENTCOMê got ku di êrîşê da ti zîyanên din çênebûne.

Televîzyona fermî ya Sûrîyê berî hingî ragihandibû ku di operasyoneke Amerîkayê de, ku çend helîkopter beşdar bûn, kesek li devereke bin kontrola hikûmetê de li bakurê rojhilata Sûrîyê hat kuştin û çend kesên din jî hatin girtin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî got ku gundê armanckirî, Muluk Saray, 17 kîlometre li başûrê bajarê Qamişlo ye, ku di bin destê Kurdan de ye û ji milîsên alîgirên rejîmê jî li wî bajarî hene.

SOHR got ku êrîşa roja Pêncşemê operasyona esmanî ya yek ye ku ji dema destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011an vir ve, li ser axa bin kontrola hikûmeta Esad pêk hatiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin