Çetiner Çetin: Mesrûr Barzanî dikare rolekî giring di çareseriya pirsa Kurdan de bigêre

Çetiner Çetin: Mesrûr Barzanî dikare rolekî giring di çareseriya pirsa Kurdan de bigêre

.

A+A-

 Rojnamevan û Berpirsê Siyaseta Ewlehiya Rojnameya Haberturkê dibêje, “Bê Kurdan hevsengî li Rojhilata Navîn nabe û Tirkiye jî nikare bê Herêma Kurdistanê arêşeya Kurdan çare bike.”

Rojnamevan û Berpirsê Siyaseta Ewlehiya Rojnameya Haberturkê Çetiner Çetin îro (Sêşem, 07.01.2025) ji K24ê re amaje da, “Serdana Mesrûr Barzanî giring e ji ber ku ew dikare rolekî giring di piroseya çareseriya pirsa Kurdan de bigêre.”

Çetiner Çetin got, “Pêşwazîkirina Hakan Fîdan li Mesrûr Barzanî li mala xwe peyameke giring e, tê zanîn ku bê Kurdan hevsengî li rojhilata Navîn nabe.” Herwesa got, “Peyama Tirkiyeyê ew e ku divê bi hev re arêşe bên çarekirin ji ber ku Tirkiye nikare bê Herêma Kurdistanê pirsa Kurdan çare bike.”

Navbirî wesa dibîne ku, Mesrûr Barzanî dikare rolekî giring di piroseya çareseriya pirsa Kurdan de bigêre. Herwesa got, “Serokkomar û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê baweriyeke mezin bi Mesrûr Barzanî heye.” Amaje jî da, “Tirkiye neçare pirsa Kurdan çare bike, lê çareseriya yekalî nake.”

Rojnamevan û Berpirsê Siyaseta Ewlehiya Rojnameya Haberturkê difikire ku, PYD daxwaziyên Îranê li deverê bi cih tîne. Tekez jî kir, “Divê PYD û HSD biselimînin ku li ser Tirkiyeyê nabin metirsî.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 07.01.2025) seet 02:00 ê piştî nîvro, li Koçka Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Berî civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da ku, di wê civînê de danûstandin li ser berdewamkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û dawî pêşxistinên rewşa giştî ya Îraq û deverê hatin kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin