Cevdet Tuku: Kawa yê Hesinkar, Feredun û Dehak
Cevdet Tuku: Kawa yê Hesinkar, Feredun û Dehak
Cevdet Tuku
Kawa yê Hesinkar, Feredun û Dehak
Ez vê nîvîsê ji bo rahmetîyê Turan Onat kurê xalê dîya xwe dinivsînim. Rahmetî welatperwer bû û netewî difikirî. Ew tim beşerxweş û devbiken bû. Ji bo xatirê wî min ev nivîs nivisand. Oxir be Turan…
Wêne: Turan Onat
Di dîrokê de gelek heqîqetê dîrokî û mitolîjî ne rast belav bûne û di nav civatê de jî ew şaşî wek rastîyê bi cîh bune. Hindik kes rastîyê dizanin, tenê hinek rewşenbîr û pispor bi heqiqetê dizanin.
Dî nav gelê Kurdistanê de jî mitolojîya mezin ya bi nav û deng ya Kawayê Hesinkar û Dehak ne rast hatîye fehmkirin. Hema bêje hemû Kurd vê mitolojîyê nas dikin. Li gorî Kurda û medya Kurdî, ew mitolojî wisa bûye ku Kawa yê Hesinkar Dehakê zalim dikujê û xelkê ji zilm û zorê xilas dike. Kawa di nav Kurda de bûye sembola azadîyê, ew bûye sembola berxwedanê û serkevtinê. Li gelek bajêrê Kurdistanê heykela Kawa danîne. Ew ji Kurda re Qehreman e, ji ber wî Dehak kuştîye. Lê ne wisa ye.
Pirs dikim, li gor mitolojîyê kê Dehak dikuje?
Ne Kawa ye, yê Dehak dikuje. Feredun Dehak dikuje, lê mixabin navê wî û rolê wî yê di mitolojîyê de ji bo azadîyê derketiye pêş, di nav gel de nehatîye naskirin.
Ev mitolojî Abu I-Qasim Ferdausî (940-1020) pêşîha hezar salî nivisandîye. Navê pirtuka wî Şahname ye. Pirtuk ji zêdeyî şêst hezar hevoka (Ayet in) peyda dibe. Ferdausî ser dîroka Şahên Iranê bi Farisî nivisandîyê, wî hetanî dema Yezdgert III yanî hetanî dema Ereba ku Îran zeft kirin nivisandîye. Ew serbilind bûye ku wî yek gotinek erebî di pirtuka xwe de bi kar ne anîye. Di pirtukê de bêşê dîrokî jî hene. Lê bêşa pirtuka wî ya ser Dehak û Feredûn tev mitolojîye, tu elaka vê efsanê heqîqetê bi hevre tuneye. Newma jî ne raste, gavê Kurd kuştina Dehak û pîrozkirina Newrozê dibin dema ku Meda sala 612 (berî Zaîne) bajêrê Nînova zeptkirine û imperatorîya Assura bi dawî anîne. Jixwe tu belge û ҫavkanîyên dîrokî tun in ku girêdana vê evsanê û ruxandina Assyra diyar bike.
Feredun û Dehak
Ji ber mitolojîbi zaf dirêje, ezê bi kutî bînim ziman. Dehak ji eslê xwe ve Ereb e, ew dibe Şahê Îranê. Ser milê wî du heb mar ҫêdibin, ew bi mejîyê zaroka mara xweyî dike. Dehak di xewneke xwe de dibîne, sê kesê mêrxas ji xanedana Şah bûn, yê piҫukê wan bi dar li serê wî dixe, wî girêdide û wî di nav rêx û gemarê digevizîne, dibe ҫiyayê Demawend. Xewnasek xewna wî, jê re şirove dike, jê re dibêje ew kesê te di xewna xwe de dîtîye, navê wî Feredun e. Dehak ji wê rojê şûn ve sekin pê nakeve, leşkêrên wî li Feredun digerin. Bavê Feredun, Abtin û dîya wî Firanek dizanin Dehak li kurê wan digere, ew jî li cîhekî xwe vedişêrin. Lêşkerên Dehak cîhê wan sah dikin û diҫên wir, Abtin pêşîha ew bigîhîjin cem wan, kare jina xwe û Feredun veşêre. Lê wî digirin û dikujin. Firanek xwe û Feredun xilas dike, ew hetanî nigê wan, wan hildigere, ew bi ҫîyê ve diҫên. Li mergekê leqî gavanekî ku ҫêlekekê diҫêrand dibin. Navê ҫêlekê jî Birmaj e. Ew kurê xwe teslîmî gavan dike, ew jî Feredun wek kurê xwe mezin dike. Sê sal derbas dibin, ji ber Dehak hêjî li Feredun digerîya. Firanek dîya Feredun ditirse ku Dehak cîhê wî derxîne, ew tê Feredun ji cem gavan dibe û diҫe Hindistanê ser ҫîyayê Alburs. Lêşkerên Dehak dereng tên merga gavan. Feredun jî vir ҫûyîye. Leşker gavan û ҫêlekê dikujin. Feredun mezin dibe, diya wî meselê ji re dibêje. Ku Dehak bavê wî Abtin, gavan û ҫêlek kuştîye. Ku Feredun ji eslê xwe ve ji xanedana Kayanîda ye ku ew ê ewilî bûn, ku Şahê Iranê bûn.
Kewa û Dehak
Dehak hemû beg, mîr û giregirê welate xwe li qesra xwe civandibû. Ew ji leşkerên xwe û ji xelkên di bin destê wî de, ne razî bû, li gor wî ew kerî tiştî nahên, wî dixwazt cisnek nûh ҫê bike. Newma wî ferman da wan giregira, ew li welatê xwe merova bi dêwa (cin) re û bizina jî bi gurra re mar bikin. Pêşî wan giregira hemû navê xwe avîtibûn ser nameyekê, ew name jî ji herkesî re dereke bihatina xwendin. Di nameyê de, dihat gotin, ku Dehak tenê li xweşîya xelkê xwe difikire, rastîyê û heqîyê diparêze, ew hej merovên piҫûk dike û hevalbendê wana ye. Hemûyan ev ne rast didîtin, lê cardin jî hemuyan imza xwe avîtibûn ser. Di vê nevbeynê de Kewa yê Hesinkar tê qesrê. Kawa qîrîna heqîyê dike. Dehak û giregirê welat wî guhdarî dikin.
Kawa derde xwe dibêje, hevdeh kurê min hebun, şanzdeh heb Dehak wan daye kuştin û mejyîyê wan daye marên xwe. Niha kurê minî piҫuk tenê maye, wî jî dixwazin bivin. Ez dixwazim Şah rahma xwe nîşan bide, nehêle ew jî were kuştin. Kawa gazin û rexnê tuj jî ji Dehak re tîne. Dibêje, min ҫi kirîye Şahê mezin, tu bi birînin xedar li min dixî. Heger tu rûmetê dixwazî bi rêha rîsipîtîyê (akil) karî bigirî, bixwazî werî hezkirin bi xêr û qencîyê karî bigirî, tu bixwazî bi hêz bî, hevalê bi hêz ji te re lazim in. Lê tu zilmê, zorê û nefretbûne belav dikî. Tu li pişta vireka, xiraba û neheqa yî. Dilê min bê hêvîye, ji ber derda guvaştîye. Ez merovekî piҫukim û min dixwazt xizmeta te bikim, lê gavê te kurên min ji min sitand, te bawerîya min û dilsozîya min jî şikand. Ku ji te re qewat û dewlemendî be, ҫima ji me re bêҫareyî/tengasî be. Dehak fikirî, got heger ez kurê wî berdim, xelkê tev ê bêjin, Dehak bi rahm e, wê pesinê min bidin. Lê Dehak ji Kawa xwest ewilî ew jî wek giregirê welat wê name yê imze bike. Gavê Kawa name xwend, xiste qîrîn, got ez vê imze nakim, û bi giregira re jî xeyîdî, got ҫewa we ev imze kirîye. Wî got ez serî ji hukumdarêk wisa re natewînim.
Kawa hê wî negirtin, ew bi lêz ji qesrê revîya. Lê pazarê û li cadê xelk li wî kom bû. Ҫikas ҫû xelk zêde lê civîya, wî ji pêşmala xweye ҫerm bi darekî vekir, got ev ala me ye. Wî got, firqa Feredun û Dehak wek ronahî û tarîyê ye, wek kêf û îşkenceyê ye. Xelkê ewilî navê Feredun bi dizî digotin, incar bi deng û vekirî digotin. Ew ҫûn cem Feredun û wî Şahê xwe qebûl kirin.
Feredun, Kawa û Dehak
Feredun Kawa himbêz kir û ew al (ҫermê bi darê dalqandî) maҫ kir. Got bira ev bibe nîşana bextewarî û azadîya me. Wî ew al bi cewhir û bi zêr ҫêtir xemiland û bi navê ala Kawa bi nav kir. Ew ketin rê, ji her alî ve xelk dihat li Feredun kom dibûn. Li nezî Baxdayê digîhîjin ҫemê Dicle, gemîvan ji tirsa Dehak newêrabûn Feredun û ordîya wî derbasî aliyê din bikin. Hima Feredun bi hespa xwe ve kete ҫem û sobeberî vî alê din bû, û hemûyan ҫav Feredun kirin. Ew gihîştin bajêrê cihê qesra Dehak, gavê leşkerên Feredun qela Dehak dîtin, ew heyirî man ji mezintaya wê, Feredun nehîşt ew wext bigirin, di navbera tirsê û hêvîya de bipîvînin, Feredun erîşî derê mezin kir, kê xwe bidana pêşîya wî, wî ew dikuşt, ew ҫû hetanî nava qesrê. Lê Dehak ji tirsa revîyabû Hindistanê. Piştî demekê, gavê Dehak dibîhîse ku Feredun ser texte wî runiştîye bûye Şah û pîrekê ku di Harem de bûne, bi wan re kêf dike. Ew tirsa xwe direvîne, ew bi ordîyek xurt ve tê şerê Feredun. Herdu Ordî şerekî giran dikin, Feredun bi serdikeve. Feredun Dehak girêdide, wî dibe ҫîyayê Demawend di şikevtekê de ser tatekî wî bizmar dike. Feredun pencsed sal hukum dike, ew xweşî û aşîtîyê tîne welat.
Ev mîtolojîya Feredun dom dike, ew êşek mezin ya kûrên xwe dibîne, ku kûrên wî ji bo deshilatê hev dikujin. Le ev ne mijara min e. Di vir de mijara ser Dehak bi dawî dibe.
Di vir de vekirî xuyaye Feredun Dehak dikuje, bê ez rolê Kawa piҫûk bikim, lê aktorê mezin Feredun e. Xelk li wî digere û xwe li dora wî kom dikin, ew jî pêşengîhê ji wan re dike. Bi cesaret û bi mêrane di singira pêşin de şer dike, ew bi destê xwe Dehak hesîr digire û li ҫîyayê Demawend dikuje.
Ne Kawa Dehak dikuje û ne Kawa ye rolê mezin dileyîze û ne ew we ku serokatîyê ji xelkê re dike. Ev tev Feredun dike. Lê ev tev îro di nav civaka Kurd ji Kawa re bûye mal. Kawa bûye simbol. Ev şaşîyek mezin ҫêbûye, neheqî li Feredun bûye, mitolojî ne tam rast di nav xelkê belav bûye.
Ҫima ev mitolojî wisa ne rast di nav xelkê de belav bûye?
Bersîva vê, ez baş nikarim bidim, lê ez bawer dikim, heger bi zanîn an ne bi zanîn, rêxistînên Kurda pirranî tev ҫep (Marxist) bûn. Rêxistin û medya wan ev mitolojî di nav xelkê de belav kirine. Li gor teorîya wan Kawa ҫêtir diket konsepta wan a polîtîk. Kawa Karker bû, li gor teorîya wan jî ҫîna karker pêşengîhî dikir û karkera ê dawîya kedxwarîyê bianîna. Wisa Kawa tam li gor xwestek û nêrîna wan bû. Feredun ji malbatek kirala dihat, ew bi xwe jî piştre dibe Şah, li gor wan ҫê nedibû yekî wisa bive simbol. Lê rastîya mitolojîyê ҫi dibe, bira bive, dibê heqîqeta wê belav bive.
Ҫavkanîyê Mitolojîyê:
Wergera ji Rückert, Wolfgang von Keitz pirtuk sala 2017 li Berlin weşandîye.
Die schönsten Sagen aus Firdausis Königsbuch, Werner Heiduczek (Efsanin en delal ji Şahnameya Firdausî, Werner Heiduczek).
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin