Cezaya darvekirinê bi ser 5 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê de hat sepandin
.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di çend hefteyên borî de 5 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dadgeha Urmiyê ve bi tawana sîxurtiya ji bo Îsraîlê, cezaya darvekirinê li ser wan hatiye sepandin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê dibêje ku wan kesan bi darê zorê îtirafa wî karî kirine.
Bi tohmeta sîxurtiya Îsraîlê cezaya darvekirinê bi ser 5 Kurdên Urmiyê de hatiye sepandiye. Ew di raporekê de behsa têkilî û awayê peywendiyên xwe li gel Îsraîlê dikin. Ev bi xwe wan tohmetan red dikin. Di tomareke dengî de ku Aram Omerî ji girtîgehê şandiye dibêje di bin îşkenceyê de neçar bûye wan îtirafan bike.
Aram Omerî di tomara dengî de anî ziman, “Ez Aram Omerî me ez bêtawan hatime girtin, bi Xwedê ez bêtawan im, min di temenê xwe de navê Mosadê nebihîstiye û nedîtiye, ez ne bi piledarên Îsraîlê re rûniştime û ne min ew dîtine, ne peywendiya min bi wan re hebûye. Bi telegram, WhatsApp û kîjan tora civakî ku min bi wan re axivîye bila bînin û li ber destê min dayînin. Ez 6 mehan di odeya takekesî ya girtîgeha Îtlaatê de bûm, ez hatime îşkencekirin, gef li min xwarin, gotin em ê te bikujin bila zaroka te tenê bimîne, em ê dê û bavê te bikujin, em ê birayê te bikujin, reftareke herî pîs li gel min kirin.”
Serbora wan kesan bi belavkirina vê tomara dengî ya Mensûr Resûlî destpê kir. Bihara sala borî Israîlê got ku Resûlî endamekî supaya Qudis a ser bi sipaha pasdarane û Mûsadê di nav Îranê de lêkolîn pêre kiriye.
Mensûr Resûlî di tomarê de dibêje hatiye erkdarkirin ku 5 kesên li welatên cûda peywendiya wan li gel Îsraîlê heye teror bike lê piştî çend rojan ev vîdeo belav kir.
Mensûr Resûlî got, “Ez wan tiştan red dikim, ez ji malbateke navdar û cotkar im, demekê berî niha tîmeke zordar ez revandim, ez birim cihekî nenas, gef li min xwarin ku dê min û kesûkarên min bikujin, wan gelek ez êşandim û gotin ew tiştên em dibêjin, tu jî bêje.”
Niha her bi tohmeta sîxûriyê cezayê darvekirinê bi ser Mensûr Resûlî de hatiye sepandin. Ji payîza sala 2021ê û heta bihara 2022an bi giştî 10 kes li ser vê dosyeyê hatine girtin, 5 kes ji wan cezayê 10 sal zîndanê wergirtine.
Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ji zarê çavkaniyeke haydar belav kir, Ev 10 kes di du rûniştinên cûda de hatine darizandin, Hin ji wan bê parêzer bûn. Di çend hefteyên borî de cezayên wan hatine eşkerekirin. ew bo nîşandana nerazîbûnê ketine gireva xwarinê.
Kesekê nêzîkî Aram Omerî got, "Piştî cezaya darvekirinê, wan dest bi greva birçîbûnê kirin, heta niha em nizanin ka çi hate serê wan."
Saziyên Îstixbaratê yên Îsraîl û Îranê bi tundî hevrikiyê dikin, Îsraîl gelek caran operasyonên cûda li Îranê dike lê ev kes tohmetên Saziya Îtlaata Îranê bê bingeh dizanin û dibêjin ku ew bêtawan in û cezaya darvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin