Charles Wilson: Mana li Îraq û Sûriyeyê di berjewendiya Amerîkayê de ye

Charles Wilson: Mana li Îraq û Sûriyeyê di berjewendiya Amerîkayê de ye

.

A+A-

Serokê Demokratan ê Washingtonê Charles Wilson got, “Bi baweriya min di berjewendiya Amerîkayê de ye ku hêzên xwe li Îraq û Sûriyeyê bihêle.”

Xelkê Amerîkayê 5ê mehê çû ser sindoqan û di navbera Donald Trump û Kamala Harrisê de tercîha xwe kir.

Ji bo namzedek bi ser bikeve divê 270 delegeyî bistîne.

Heta niha 295 delegeyên Namzedê Komariyan Donald Trump û 226 delegeyên Namzeda Demokratan Kamala Harrisê hene û Trump serkeftina xwe teqez kiriye.

Serokê Demokratan ê Washingtonê Charles Wilson bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Charles Wilson diyar kir ku Amerîkayî ji mijarên wekî, “aborî, şerê Xezeyê, enflasyon û ewlehiya sînoran” ne razî bûn û got:

“Xuya ye wan ji gotinên Trump ên li ser van babetan hez kir. Bi rastî tiştekî ecêb e lê divê Partiya Demokrat li ser xwe nirxandinekê bike.

Xelkê Amerîkayê bi awayekî zelal nîşanî me da ku em bi bin ketin û wan siyaseta Trump ji ya me baştir dît.”

“Xelkê Amerîkayê em ceza kirin”

Wilson diyar kir ku aborî faktoreke girîng a têkçûna Demokratan bû û anî zimên:

“Ji wan şerên li derveyî Amerîkayê tirseke mezin heye ku dê bandorê li Amerîkayê bikin.

Dîsa mijara sînoran û mijara koçberan ji bo Amerîkayiyan girîng in.

Komariyan ev tişt baş pêşkêş kirin lê Demokratan neşiya vê bikin û xelkê Amerîkayê em ceza kirin.”

Serokê Demokratan ê Washingtonê diyar kir, “Pêwîst e em fêhm bikin ku em nikarin ji xelkê dûr bikevin, pêwîst e ku em zêdetir biçin nava xelkê û xelkê xwe razî bikin.”

“Divê şerên li derve rawestin”

Charles Wilson got, “Trump ji bo rûbirûbûna aloziyan amadetir e” û pê de çû:

“Xelkê Amerîkayê ji wan tiştên ku Donald Trump di kampanyaya hilbijartinan gotin razî ye.

Divê erzanî çêbibe, şerên li derve rawestin û sînor bên kontrolkirin.”

“Trump dê hewl bide ku şeran rawestîne”

Wilson li ser pirsa “Encamên van hilbijartinan dê çi bandorê li siyaseta derve ya Amerîkayê bikin?” got:

“Amerîkayiyan biryara xwe gelekî bi zelalî da û got, ‘Em naxwazin şer bibîn, em naxwazin jin û zarokên bêguneh bên kuştin, em naxwazin kes bê dîlgirtin, em naxwazin dibistan û xaniyên xelkê bên kavilkirin.’

Lewma jî dê gelekî girîng be ku îdareya bê van cengan rawestîne û penaber vegerin malên xwe.

Trump dê hewl bide ku şeran rawestîne.

Dema Trump sozekê dide gelekî hewl dide ku soza xwe bîne cih.”

“Vekişîn ne di berjewendiya Amerîkayê de ye”

Serokê Demokratan ê Washingtonê pirsa “Gelo Amerîka dê hêzên xwe yên Rojhilata Navîn û yên li Îraq û Sûriyeyê vekişîne?” wiha bersivand:

“Bi ya min vekişîn ne di berjewendiya Amerîkayê de ye û ev şerekî micid e.

Eger em kontrol nekin dê xerabtir bibe û girîng e ku Amerîka li wê herêmê bimîne da ku ti welat êrişî welatekî din neke.

Girîng e ku zanibin Amerîka cidî ye û dema tiştekî nelirê bikin dê bersivê bide wan.

Bi baweriya min di berjewendiya Amerîkayê de ye ku hêzên xwe li Îraq û Sûriyeyê bihêle.

Hebûna hêzên me yên li wê derê di berjewendiya welatê me de ye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin