Chomsky: Divê Amerîka bo parastina Kurdan li Sûriyê bimîne

Chomsky: Divê Amerîka bo parastina Kurdan li Sûriyê bimîne

Bîrmendê Amerîkî Naom Chomsky ragihand, ku ji bo parastina Kurdan divê Amerîka li Sûriyê bimîne. Chomsky dibêje, ji bo parastina herêmên ku Kurdan ava kirine, pêwîst e ku Amerîka li Sûriyê bimîne.

A+A-

Li gor Bîrmendê Amerîkî Naom Chomsky, hebûna Amerîkayê li Sûriyê egera êrîşekê bo ser Kurdên Sûriyê kêm dike û tekez dike, ku pêwîst e Amerîka ji bo parastina Kurdan li Sûriyê bimîne.

 

Di hevpeyvînekê de ligel malpera The Intercept de, Chomsky derbarê rewşa Sûriyê de nerînên xwe tîne ziman û dibêje: "Serokê Sûriyê Beşar Esed ji piraniya tiştên li welêt diqewimin berpirsyar e û ev rewşa nayê rewakirin."

 

Li gor Chomsky, Opozisyona Sûriyê jî ji prensîpên demokratîk û pozisyona xwe ya destpêkê ku cihê rêzê bû dûrketiye û ketiye destê grûpên cîhadpereset. Bîrmendê Amerîkî herwiha dibêje ku di rewşa niha de Esed heta astekî bilind serkeftin bidest xistiye.

 

Derbarê Kurdan de jî Chomsky got: "Meseleya din a girîng jî, herêmên Kurdan  Statuya Rojava ye. Bi baweriya min hebûna Amerîkayê bo parastina Kurdan ji egera êrîşekê lojîkî ye. Wan (Kurdan) karî bi awayekî baş civakê birêve bibin û yekem herêma serkeftî ye. Lê ji  boo rêgirtin lê êrîşeke dijminê wan ê Tirk û Esedê qatil, çi pêwîst e divê were kirin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin