CHP amadekarîyan dike ku di raporta Kurd de cih bide statuya zimanê Kurdî

CHP amadekarîyan dike ku di raporta Kurd de cih bide statuya zimanê Kurdî

Şîrovekarên nêzîkî CHPê didin zanîn ku dê cara yekem di raporta CHPê de bo zimanê Kurdî daxwaza statuyê were kirin rêya perwerdeya fermî were vekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Opozîsyona sereke ya Tirkîyeyê Partîya Komarî Ya Gel CHP di meha Nîsanê de kongreya xwe ya giştî li dar dixe û berîya vê yekê jî xebatên xwe didomîne. CHP amadekarîyan dike ku gelek rêveberîyên xwe yên Bakurê Kurdistanê bide guhertin û raportek derbarê çareserîya pirsgirêka Kurd de amade bike. CHPyî dibêjin dê CHP raportek gorî raportên rabirduyê wêrektir amade bike. Serokê CHPê Yê Şaxa Dîyarbekir ê berê Şerîf Dogrû dibêje guherînên di nava CHPê de dê pirranî di nava kadroyên CHPê yên Bakurê Kurdistanê de rû bidin û dê bo çareserîya pirsgirêka Kurd perspektîfek rasteqîn were şopandin.

Mehmet Şerîf Dogrû, serokê CHPê yê Şaxa Dîyarbekir ê berê, dibêje:"CHP ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd derbarê rewşa herêma me de raporan ji me dixwaze. Qasî ku ez dibinim dê di raporê de tiştên mezin hebin. Ev raport jî dê paşê ji raya giştî re were aşkerekirin."

Derbarê çareserîya pirgirêka Kurd de CHP ji ber ku bi rabirduya xwe re rû bi rû nebuye ji alîyê şîrovekarên Kurd ve wek partîyek çavkanîya çareserîyê nayê dîtin û bo vê yekê gavên berceste ji CHPê tê xwestin. Şîrovekarê nêzîkî CHPê Şêhmus Daghan dibêje dê CHP di raporta xwe ya nû de bersiva hêvîyan di warê zimanê Kurdî de bide.

Şehmus Daghan, şîrovekar, dibêje:"Bi ya min tişta girîng ne nivîsîna raporê ye, ya girîng ew e ku raporê de çi heye, rapor behsa çi dike. Divê raport pirsgirêka Kurd bi awayeke objektif analiz bike. Divê behsa zimanê dayîkê û perwerdeyê bike. Ez vê dixwazim."

Şîrovekar balê dikêşin bi hilbijartina Stenbolê ji ber Ekrem Îmamoglû di nava Kurdan de sempatîyek bo CHPê peyda bibû lê bi avakirina partîyên nû dibe ku ew sempati ber bi partîyên nû ve biçe û ji ber vê yekê jî CHP di raporta Kurd a nû de dê gavên wêrektir biavêje da ku piştgirîya Kurdan winda neke.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin