Çi pirsgirêkeke Kurdan bi Îsraîlê re heye?

Çi pirsgirêkeke Kurdan bi Îsraîlê re heye?

.

A+A-

Arif Qurbanî

Ji damezrandina Dewleta Îsraîlê heta niha, dewletên Erebî û heta radeyekê yên cîhana Îslamî jî, siyaseteke durûtî li hemberî pirsgirêka Filistînê dimeşînin. Ji aliyekî ve, ji bo şaşkirina civakên xwe û xapandina Erebên Filistînê, bi awayekî rûkeşî di siyaseta xwe ya eşkere de dijayetiya Dewleta Îsraîlê dikin. Ji aliyê din ve, çi di şêweya têkiliyên dîplomatîk de be yan jî sîxurî, têkiliyan bi Tel Avîvê re datînin.

Her ji destpêka damezrandina Dewleta Îsraîlê ve, ev durûtî di miamele û reftarên dewletên Erebî û Îslamî de xuya dibe. Di destpêkê de dema ku dewleta Cihûyan hat avakirin, hejmara Cihûyan li wî welatî pir kêm bû, ji ber ku bi sedema nakokî û hevrikiyên bi sedan salan ên berê, Cihû li welatên din belawela bûbûn.

Dewletên Erebî û beşek ji welatên Îslamî yên ne Ereb jî hejmareke mezin a Cihûyan kom kir û bi rêya hewayî, bejayî û deryayî ew şandin Tel Avîvê û bûn bingeha vê dewleta bihêz a Îsraîlê li herêm û cîhanê.

Di mikurhatina li dewletê de jî, her yek ji Tirkiye û Îranê wekî du qutbên mezin ên Îslamî li rojhilêt, di nasîna fermî ya Îsraîlê de wekî dewleta Cihûyan li ser axa Filistînê, di rêzbendiya welatên yekemîn ên cîhanê de bûn. Tirkiye heta niha û Îran jî heta dawiya dema Şah, hevpeymanên stratejîk ên Îsraîlê bûn.

Ji hatina ser desthilatê ya melayan ve jî, Îran di têkiliyên veşartî û sîxuriyê de ti carî ji Îsraîlê nehatiye veqetandin. Tewra di dirêjahiya heşt salên şerê Îran û Îraqê de, Dewleta Îsraîlê çavkaniya destgihiştina Îranê bi çekên pêşketî yên modern bû.

Di nav cîhana Erebî û dewletên Îslamî yên Afrîkayê de jî, kîjan ji wan bi rûkeşî li dijî Îsraîlê serhişktir bûbe, di bin re zêdetirîn têkilî û berjewendiyên wan bi Îsraîlê re hebûn. Nêzî 10 salan e jî ku welatên Erebî yên li derdora Îsraîlê, ne tenê têkiliyên wan ên asayî û eşkere pê re hene, lê belê mijûlî avakirina hevpeymaniya leşkerî ne.

Li Îraqê jî yek ji kesayetiyên herî darîçav ku bandora wî li ser siyaseta dewletê heye, Muqteda Sedr e. Heta berî du salan, daxwaz dikir ku bi yasayê hemû têkilî bi Îsraîlê re werin heramkirin. Sedr di vê mehê de du daxuyanî belav kirin, di ya yekemîn de daxwaz ji hêzên xwe yên çekdar (Seraya Selam) dike ku eger Îsraîl êrişî Îraqê bike, çekan li dijî Îsraîlê bilind nekin.

Di daxuyaniya duyemîn de jî ku taybet bû bi boykotkirina pêvajoya hilbijartinê ya ku biryar e di Çiriya Pêşîn a 2025an de bê lidarxistin, bi awayekî nerasterast dibêje Îraq bûye aliyê pirsgirêkekê ku dûr û nêzîk pêwendiya wê bi Îraqê ve nîne. Di vê yekê de mebesta wî alîgirtina Îraqê ye di pirsgirêka bi Îsraîlê re bi sedema şerê Xezeyê.

Mebesta min ji van mînakên cîhana Îslamî û Erebî di têkilî û danûstandinên wan bi Îsraîlê re ji bo wê yekê ye ku ez pirsyara wê yekê bikim gelo çima têkilîdanîna bi Îsraîlê re ji hemû welatên Erebî û Îslamî re helal e, lê ji me Kurdan re bûye bive û heram?

Di demekê de eger pirsgirêk û nakokî bi Îsraîlê re pirsgirêkeke olî be, divê Kurd miletê herî dawî be ku di vê pirsgirêkê de bibe aliyek. Lê eger pirsgirêk di navbera Erebên Filistînê û Cihûyan de pirsgirêka axê be, çi pêwendiya vê yekê bi gelê Kurd ve heye heta ku ji Kurdan re bive be têkiliyê bi Îsraîlê re deynin? Di demekê de ku pirsgirêka dagirkirina welatê Kurdan ne bi Îsraîlê re lê bi çar dewletên Îslamî re heye.

Dijayetîkirina dewleta Cihûyan û dijminayetîkirina Cihûyan, ne erkekî olî ye. Ne Xweda di Quranê de û ne jî Pêxember di fermûdeyên 'hedîsên' xwe de ev erk li ser Misilmanan ferz nekiriye. Ango nakokî û pirsgirêka bi Îsraîlê re ne tenê ne erkekî olî ye, lê berevajî prensîbên olî ye jî.

Tiştê ku pêwendîdarî nasname û xwedîderketina li wê axa ku dewleta Cihûyan li ser hatiye damezrandin e, em ne dadwer in di wê navberê de heta ku berpirsiyariya me ya yekalîkirina wê pirsgirêkê hebe.

Ango çi sedem û motîveke wisa heye ji bo ku Kurd li dijî Îsraîlê bin? Eger mijar têkildarî hevdiliya Kurdan ji bo gelê Filistînê wekî qurbaniyekî be, ku di koka xwe de ev beşek ji xeyset û nerîta kevn a kurdewariyê ye ku Kurd her tim li gel qurbaniyan bûn, lê divê ev nebe sedem ku helwesta Kurdan ji ya qurbaniyan zêdetir be. Va em dibînin Erebên Filistînê û Erebên Îsraîlê, her wiha hemû welatên Erebî têkiliyan bi Îsraîlê re datînin.

Lê ji bo Kurdan ne tenê têkilî, tewra gumana têkiliya Kurdan û Îsraîlê jî wekî cureyekî sûcê tê hesibandin. Di dirêjahiya bi dehan salan de me baca wê gumanê daye. Li vir ez şaşî yan çewtiyê vedigerînim Kurdan bi xwe ku ji bo dilxweşkirina dijminên xwe hewla wê yekê daye xwe wekî neyar û dijminên Îsraîlê wêne bikin.

Di demekê de ku ev xwe wiha nîşandan ti carî nebûye hincet ji bo sivikirina cezayê li ser Kurdan, çi bigire bûye sedema xweşkirina zemîna zêdetir çewisandina wan. Ji ber ku eger di rastiyê de Kurd dostên Îsraîlê bûna wekî ku gelek caran dagirker me tometbar dikin, wê demê bê guman ji tirsa Îsraîlê kesî ji wan newêrîbû bi wî awayî reftarê bi Kurdan re bikin ku di sed salên borî de kirine.

Loma pêwîst e Kurd helwestekê li ser asta vê pirs û hevkêşeya hestyar bigirin û mamika tirsê bişkînin. Divê ew wêrekiya wan hebe ku eger berjewendiya Kurdan di wê yekê de dibînin ku bi Îsraîlê re tevbigerin, pêwîst e ji berteka dewletên dagirker netirse. Bi taybetî eger em çavên xwe di asta rastiyê de negirin, em dê bi çavê serê xwe bibînin ku hemû welatên Erebî û Îslamî ji bo berjewendiyên xwe, mijûlî bazar û têkiliyan in bi Îsraîlê re.

Meha borî li Rojava û Başûrê Kurdistanê du pêşhatên siyasî yên girîng bi wê arasteyê qewimîn ku balkêş bûn. Ya yekemîn, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê General Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de, helwesteke wêrek nîşan da û pêşwazî li wan helwest û daxuyaniyên berpirsên Îsraîlê kir ku ji ber bûyerên Sûriyeyê bi taybetî ji bo mafên Kurdan, Elewî û Durziyan belav kiribûn û piştgiriyê didin mafên Kurdan li Sûriyeyê.

Mezlûm Kobanî wekî serkirdeyekî wêrek tilsima wê tirsê şikand û guh neda wê yekê ka berteka Selefiyên Cîhadî yên desthilatdarên Sûriyeyê dê çi be, hembêza xwe ji dostanî û piştgiriya Îsraîlê re vekir. Piştî wê daxuyaniya Mezlûm Ebdî, gur Kurd nexwarin û dinya serûbin nebû.

Li pey vê bûyerê û piştî vê helwesta wêrek a Mezlûm Ebdî, di pêşhateke dîtir de, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanyayê beşdarî ahengeke balyozxaneya Îsraîlê bû ku taybet ji bo cejna Newroza Kurdan li dar xistibû. Herçend li hin navendên IÎaqî, xasma yên ku ji dewleteke cîrana Îraqê ve tên birêvebirin, dengên nerazîbûnê li dijî çûna nûnerê Hikûmeta Kurdistanê ji bo balyozxaneya Îsraîlê bilind bûn û daxwaza cezayên xerîb û ecêb dikirin, lê helwesta Herêma Kurdistanê bi neçûna bin zextên Bexdayê di vê derbarê de, bêminetane bû.

Pêwîst e ev her du bûyer bibin destpêkeke girîng a siyasî û dîplomatîk ji bo avakirina têkilî û reftarên rasterast bi Îsraîlê re ku niha roleke sereke û yekalîker di ji nû ve nexşekêşan û nîgarkirina Rojhilata Navîn de dilîze. Divê Kurd bi kirdar biselimînin ku ti pirsgirêka wan bi Îsraîlê re nîne, berevajî vê yekê dikarin bibin hevpeymanên stratejîk ên Îsraîlê.

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin