Cîgirê Serokê Komîsyona YE bo koçberan: Ew bilêtekê ji bo nav dojehê dikirin

Cîgirê Serokê Komîsyona YE bo koçberan: Ew bilêtekê ji bo nav dojehê dikirin

.

A+A-

Cîgirê Serokê Komîsyona YE derbarê koçberan de dibêje, “Di demekê de, di rastiyê de, ew mirov bilêtekê ji bo nav dojehê dikirin, dikevin nav daristanekê ku pileya germiya wê pênc li jêr sifr e û rêyek ji bo derketinê nîne.”

Margaritis Schinas diyar dike, “Belgeyên me yên gelek û saloxgêrên me yên bawerpê hene ku têwerbûn di nav torên qaçaxçîtiya navdewletî û rejîma Lukaşenko li Belarusê heye.”

Cîgirê Serokê Komîsyona YE tekez dike, “Daxwaza me ya sereke ew e hevkariya me bikin di gihandina peyameke giştî de bi rastî û dirustî, ew jî ew e ku geştê nekin.”

Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) Margaritis Schinas di hevpeyvîneke taybet de derbarê krîza koçberên li ser sînorê Belarus û Polandê bersiva pirsên Rêbaz Elî da.

Rûdaw: Rêzdar Schinas, zor spas ji bo vê derfetê û tu bi xêr hatî…niha welatên Ewropayê mijûlî hewldaneke dîplomatîk a mezin in ji bo pêşîgirtina li çûna koçberan ji Iraq, Herêma Kurdistan û Sûriyê û welatên din jî bo Belarusê û dû re jî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE). Tu dikarî qala wan hewldanan bikî? Herwisa serdana te ya îro bo Bexdayê ji ber çi ye?

Margaritis Schinas: Pêşî ez dixwazim bêjim ku tişta diqewime ne koçeke asayî ye. Ev ne rêya koçkirina normal e, ev cuda ye. Ev êrişeke ceopolîtîk û piralî li dijî YE ye, ji aliyê rejîmeke totalîter ku mirovan wek amûr ji bo destkeftên siyasî bikar tîne. Ew xelkê wek alaveke siyasî ji bo êrişkirina li ser Ewropayê bikar tînin. Ew bi qaçaxçiyan re têwer bûne ji bo ku xelkê piştrast bikin ku dikarin bi silametî ji Hewlêrê geşt bikin bo Almanya. Di demekê de, di rastiyê de, ew mirov bilêtekê ji bo nav dojehê dikirin, dikevin nav daristanekê ku pileya germiya wê pênc li jêr sifr e û rêyek ji bo derketinê nîne. Niha, ez mijûlî geştekê di nav welatên navçeyê de me ji bo gotûbêjkirina bi wan welatan re ku koçber ji wan tên û welatên ku koçber di wan re derbas dibin. Ji bo ku em piştrast bin ku hevkariya me dikin û di vê rewşa dijwar de bi Ewropayê re kar dikin. Li ser asta mirovî ji bo hevkarîkirina wan mirovan, herwisa hevkarîkirina me ji bo bidawîanîna wê diyardeyê bêhempa ye. Nabe xelk wek alavên siyasî werin bikaranîn.

Bendewariya we ji wan welatan çi ye ji we re bikin?

Gotûbêjên min bi welatan re du beş in. Yekem bi welatên tranzêt re. Em ji wan dixwazin ku hêlên wan ên esmanî yan hêlên ku di nav firokexaneyên wan de derbas dibin, di vê êrişa piralî de berdewam nebin. Ez kêfxweş bûm ku hemûyên ku min bi wan re gotûbêj kirin li Îmarat, Libnan û Tirkiyê di geştên xwe yên esmanî de hevkariya me dikin. Em dixwazin hejmara geştan ji çend geştan bikin sifr. Beşa duyem a gotûbêjan bi wan welatan re ye ku koçber ji wan tên. Ewên ku welatiyên wan bûne beşek ji wê amûrê, wek Iraqê. Em dixwazin bi hikûmetê re kar bikin ji bo ku em piştrast bin ku xelk haydarî rewşê bin û ji derewên qaçaxçiyan bawer nekin û her hewldanekê bikin ji bo vegerandina wan û dîsa destpêkirina jiyaneke nû.

Te qala wê yekê kir ku Belarus bi qaçaxçiyan re têwer bûye. Tu dikarî qala vê yekê bikî? Ti belgeyeke wê têwerbûnê heye? Ew qaçaxçî kî ne? Gelo ji wan welatan e ku koçber ji wan diçin yan ji wan welatan e ku koçber di wan re derbas dibin?

Belgeyên me yên gelek û saloxgêrên me yên bawerpê hene ku têwerbûn di nav torên qaçaxçîtiya navdewletî û rejîma Lukaşenko li Belarusê heye. Baweriyê bi xelkê tînin ku vîzeya xwendinê û vîzeya geştyarî û moleta karkirinê bidest dixin, herwisa dikarin bi silametî sînor derbas bikin û bigihin Ewropayê, lê ev naqewime. Çimkî dema digihin Minskê, hêzên taybet ên rejîma Belarusê wan bi basan dibin nav wê daristanê û wan li wir dihêlin û nahêlin vegerin hundir yan vegerin paş. Vê mijara têwerbûna wan qaçaxçiyan bi dîktatorê dawî yê Ewropayê re germtir kiriye û em jî rijd in li ser bidawîanîna wê rijd in.

Armanca hikûmeta Belarusê ji wê têwerbûna bi qaçaxçiyan re û anîna wan hemî koçberan bo ser sînorên Ewropayê çi ye?

Dibe ku li bîra te be dema di meha kanûna yekem a sala borî de, Minskê firokeya şer bikar anî ji bo xistina firokeyeke sivîl ku di navbera du paytextên Ewropî de geşt dikir, bi mebesta girtina serkirdekî opozisyonê. Rasterast piştî wê bûyerê, YE ceza li ser rejîmê danî. Ez bawer im, ev karekî rast bû jî, çimkî tişta qewimî pir cihê sersamiyê bû; gef li firokeyeke sivîl ji aliyê firokeyeke şer li Ewropayê! Ev tiştek e em qet naxwazin bibînin. Lê piştî vê rejîmê bawer kir ku baştirîn rê ji bo bersivdana cezayên Ewropa, rêkxistina vê gefa piralî ye, ew jî bikaranîna mirov bi rêya koçberiyê ye. Ev tiştekî pir ne hişmendî ye û serkeftî nabe.

Bi baweriya te, rola Rûsya di vê mijarê de çi ye? Gelo bi dîtina te, tişta diqewime hewldaneke Rûsya li dijî welatên Ewropa ye?

Ez ne di pêgehekê de me vê bêjim û belgeyên min jî nînin. Tenê gelek belgeyên min li ser rejîma Belarusê hene. Ez bawer nakim Rûsya êrişeke bi vî rengî bike ser YE. Lê ez nizanim çiqasî haydarî karên Minskê ne yan çiqasî ne haydar in, ev ne karê min e. Tişta ku ez dikim gotûbêj in bi hevbeş û dostên me re li wê deverê da em hevpeymaniyekê çêbikin ku hevkariya me bike em dawî li wê diyardeyê bînin.

Li Brûkselê, Josep Borrell di gotareke xwe de dibêje, piraniya koçberan ji Kurdistana Iraqê hatine. Nêrîna YE li ser vê çi ye?

Ez naxwazim rave û axaftinê li ser rewşekê bikim, xelk dixwazin koç bikin. Fereziya min a sereke ew e ku ew mirov koç dikin çimkî qaçaxçiyan li ser bingeheke derew bawerî bi wan anîne. Eger tu li herêmê bî û agahdariyekê bibînî ku dibêje em ê te ji Hewlêrê bibin Frankfurtê yan em ê te ji Beyrûtê bibin Mûnîxê, baweriyê bi te tînin ku ev offer (pêşniyareke) normal e. Lê ne wisa ye, ev hîle û derew e. Nabe xelk ji vê bawer bikin. Eger tu derfetê bidî min ez bi şêniyên Herêma Kurdistanê re bipeyivim. Ez ji wan re dibêjim ji wan gotinan bawer nekin û koç nekin, çimkî ev ne koçeke normal e, lê dibin beşek ji tiştekî cuda, dibin beşek ji sextekariyekê. Bi taybetî, divê kesên xwedî jin û zarok xwe ji vê yekê dûr bigirin.

Hûn hevahengiyê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re dikin? Ew çawa hevkariya we dikin?

Di plana min de hebû ku ez herim Hewlêrê. Bi rastî, min dixwest piştî Bexdayê serdana Hewlêrê bikim. Lê ji min re gotin ku berpirsên hikûmeta herêmê ne li wir in, lewma min nikaribû serdanê rêk bixim. Lê ez dîsa dixwazim serdana Hewlêrê bikim û bi berpirsan re bipeyivim û wan bidim fêmkirin ku erkê wan e jî hevkariya me bikin, çimkî ev ew dem e ku Ewropa berê xwe daye dostên xwe û em dixwazin baweriyê bi wê yekê bikin ku dostên me li Hewlêrê jî hene.

Hûn çawa dixwazin alîkariyê bikin? Ew dikarin çi bikin?

Daxwaza me ya sereke ew e hevkariya me bikin di gihandina peyameke giştî de bi rastî û dirustî, ew jî ew e ku geştê nekin. Bi baweriya min, pir giring e em vê yekê bêjin û hikûmeta Iraqê jî vê bibêje. Lê pir giring e ji bo serkirdatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ku rola wê di hevkarîkirina me de hebe, çimkî hejmareke zêde ya kesên ku geştê dikin Kurdên Iraqê ne.

Gelo tu dikarî qala rola Neteweyên Yekbûyî (NY) bikî? Ew çawa di vê rewşê de hevkariya we dikin?

Ev ew dem e ku aliyê mirovê pir giring e. Em ê hejmara geştên esmanî kêmtir bikin û tekeziyê deynin ser wan mirovên ku niha li wir in. Em bi hikûmeta Bexdayê re axivîne ji bo ku em geşta esmanî ya vegerandina wan rêk bixin. Ji bo vê yekê jî divê hikûmeta Iraqê bi hikûmeta Belarusê re biaxive û vê organîze bikin: Vegera bi kêfa xwe û vegera bi kotekî. Em jî amade ne bi rêya ajansên NY hevkar bin, xasma UNHCR, çimkî ofîseke wan li Minskê heye û çend roj in rê bi wan hatiye dan ku serdana daristanê bikin. Lewma rola wan pir giring e ji bo rêkxistina hevkariya kesên li daristanê ne û herwisa rêkxistina geşta vegerandina wan. Em amade ne hevkariya hikûmeta Iraqê bikin. Ne tenê di geştan de, lê ji bo vegerandina wan kesan bo nav civakê da bikarin jiyaneke nû û destpêkeke nû bi hevkariya me bidest bixin.

Gelo hûn di van hewldanan de ti hevkariyeke darayî pêşkêşî hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin?

Min hikûmeta Iraqê piştrast kiriye ku dikarin pişta xwe bi YE girê bidin di hevkarîkirina wan ji bo dîsa vegerandina wan kesan bo nav civakê, her demeke ku dest bi geştên xwe yên esmanî yên vegerandinê bikin.

Berdevkekî NY dibêje, bi baweriya NY pêwîst e rê bi hinek ji wan koçberan were dan, ewên ku nikarin vegerin welatên xwe da bigihin welatekî Ewropî û bicih bibin. Nêrîna te çi ye? Gelo derfet ji hinekan ji wan re heye wî sînorî derbas bikin û bigihin welatekî Ewropî?

Ez qet di jiyana xwe ya siyasî de axaftinê li ser axaftina kesekî din nakim. Ev bingehek e û ez li ser dimeşim. Lewma ez tiştekî li ser wê daxuyaniyê nabêjim. Lê ez dikarim bibêjim ku Ewropa dê wek qublegeha penaxwazan bimîne ji bi kesên ku ji şer, dîktatorî û çewisandinê direvin. Lê tişta diqewime ne ev e, lê belê gef e. Tişta diqewime ne malbateke daxwaza penaberiyê bike, lê bi hezaran kes in ku bi awayekî rêkxistî ji aliyê polîs û hêza taybet tên dehfdan. Ez dixwazim vê peyamê ji wan kesan re dubare bikim ku dixwazin ji qaçaxçiyan bawer bikin, ez ji wan re dibêjim nebê ku hûn bawer bikin. Ew bilêta çûna Ewropa ji we re nakirin, lê belê bilêta çûna nav daristaneke sar ji we re dikirin.

Çima we heya niha nekariye rewşeke mirovî ya baştir ji wan koçberan re peyda bikin ku li ser sînor asê mane? Hûn ji derketina krîzeke mirovî ne dilgiran in?

Belarus dewleteke girtî ye, dewletek e ti rêyekê bi ti offerekê nade, ti rêyekê bi hevkariyê nade. Wan rewşa derdora wê daristanê bi awayekî rêk xistine ku bawer dikin bi vî awayî li berjewendiya wan ji bo êrişkirina li ser Ewropa, ew xelkê wek rehîne bikar tînin. Lewma jî tekane rêya hevkarîkirinê ajansa NY yan UNHCR e, ku tenê berî çend rojan rê dane wan. Ez bi Filippo Grandi re civiyame, ku nûnerê bilind ê NY bo karûbarên penaberan e û me li ser wê yekê li hev kir ku ew dikarin di hevkarîkirina koçberan de pişta xwe bi me girê bidin. Wek min berê jî behs kir, pir giring e geştên esmanî yên vegerê zû werin rêkxistin ji bo ku xelk ji wê rewşa xerab werin rizgarkirin.

Gelo hûn dilgiran in ji çêbûna rûbirûbûna leşkerî di navbera Belarus û Polonya de? Eger ev biqewime, hûn ê çi bikin? 

Ez baştir dibînim ez tenê li ser senaryoyên normal rawestim. Her çiqasî tişta ku heye gefeke ewlekarî ye.

Leşkerekî Polonî bûye qurbanî..

Bê guman dê qurbanî hebin…dema bi hezaran kes wek çek û amûr tên bikaranîn, egera qewimîna karesatê çêdibe. Lê ez bawer nakim tişta ku heye mezin bibe û bibe şer û operasyoneke ewlekariyê. Em rûbirûyî rewşeke neasayî û piralî bûne û divê em wê ragirin û hevkariya xelkê bikin, ev tişta herî giring e.        

Gelo plana we ya demdirêj ji bo mijara koçberiyê li Ewropa çi ye?

Ji meha îlona sala borî ve, me pakêjeke tam û hemûgir li ser koçberî û penaxwaziyê li Ewropayê pêşkêş kiriye. Dibe ku li cem te tiştekî pir ecêb be, lê YE ku bazara herî mezin e li cîhanê, xwediya duyem mezintirîn dirav li cîhanê ye, ji sedî 10ê şêniyên cîhanê lê ne, xwediya ji sedî 20ê GDPa cîhanê ye, lê li eynî vê Ewropayê siyaseta koçberiyê nîne. Ev pir cihê pûnijînê ye û divê were guherandin. Li ser bingeha wê pakêja ku me pêşkêş kiriye, ev derfeta dawî ye ji bo gihiştina siyaseteke koçberiyê ya rast ku em bikarin di nav sîstemekê de kar bikin, ne wek niha ku em wek agirvemirên dixebitin. Pakêjê bingehên berpirsiyarî, serwerî, rêvebirina sînor û pêwendiya welatan li xwe girtiye. Ez pir hêvî dikim ku em li jêr serokatiya niha ya Fransayê bikarin pêşveçûnên baş bibînin.

Niha ku tu li Iraqê yî, peyama we ji gelê Iraqê û gelê Herêma Kurdistanê re çi ye? Hûn dixwazin çi ji wan re bibêjin? 

Peyama me ya sereke ji şêniyên Iraq û Herêma Kurdistanê re ew e ku ew YE wek dosta xwe bibînin. Em dostên vî welatî ne. Me berê jî ev piştrast kiriye. Em ê berdewam bin di hevkarîkirina Iraqê de ji bo dîsa bigihe aramî û demokrasiyê. Ev welatek e ku li dijî terorê şer kiriye, welatek e di nav zehmetî û gelek rewşên xerab de derbas bûye, welatek e di dema borî de sûd ji hevkariya Ewropa dîtiye û em dixwazin serkeftî be. Her kes li Ewropa dixwaze Iraq serkeftî be. Peyama min ev e: Em dostên we ne û bi we re ne. Peyama din jî ew e ku dostên rasteqîn bi hev re aşkere dibin. Lewra ez ji wan re dibêjim nabe hûn rê bidin we bikar bînin û nabe hûn derewên qaçaxçiyan bawer bikin û hûn bawer bikin ku ev tevgereke koçberiya normal e, çimkî ne wisa ye. Tişta ku diqewime gef û êrişeke piralî ye û nabe hûn bibin beşek jê.                      

Hûn ji asta hevkarîkirina her du hikûmetan li Bexda û Hewlêrê razî ne?

Erê ez razî me, çimkî Iraqê di meha temûzê de geştên xwe yên esmanî ragirt. Herwisa karên her du konsulxaneyên Belarusê ragirtin. Ew li ser encamdana geştên vegerandina koçberan kar dikin û min soz wergirtiye ku dê berdewam bin. Min daxwaz kiriye ku rê nedin karê qaçaxçîtiyê li vir were pêkanîn, eger hebû divê pir bi tundî serederiyê pê re bikin û bi nêrîna min çend rewşên serkeftî di vî warî de hene. Ez ê van heman peyaman bidim hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wexta ku derfeta min hebû ez herim wê derê jî.

Pirsa min a dawî. Te behsa qaçaxçîtiyê kir. Ti belgeyên we li ser tora qaçaxçîtiya navdewletî di hundirê Iraqê de hene?

Belge li ser karê qaçaxçîtiya navdewletî hene ku pir mezin e û bi başî li gelek deverên vê navçeyê hatiye birêkxistin. Berpirsên ku min li Iraqê gotûbêj bi wan re kirin, ez piştrast kirim ku bi tundî rûbirûyî wan dibin û ragihandin ku hinek operasyonên wan ên serkeftî di vî warî de hebûn. Ez daxwazê ji wan dikin ku di vî karê qenc de berdewam bin.         

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin