Cîgirê Wezîrê Berevaniya Sûriyê serdana Qamişlo û Hesekê kir!
Cîgirê Wezîrê Berevaniya Sûriyê seredana Qamişlo û Hesekê kir û li gel fermandarên artêşê civiya.
A+A-
Cîgirê Wezîrê Berevaniya Sûriyê seredana Qamişlo û Hesekê kir û ligel fermandarên Artêşê civiya.
Hatiye belav kirin, ku Cîgirê Wezîrê berevaniya Sûriyê Lîwa Elî Salih roja Duşemiyê gihiştiye firokxaneya bajarê Qamişlo û li Fewcê Terteb ligel fermandarên artêşa xwe re civiya ye. Piştre seredana bajarê Hesekê kiriye û li wir jî, li Çiyayê Kewke ligel fermandarên artêşê re civiya ye.
Li gor zanyariyên hatine belav kirin, wî fermandarî, daxwaza avakirina xalên nû yê çavdêrî û bergiriyê kiriye.
Hikûmeta Sûriyê du fewcên wê li bajarê Qamişlo û Hesekê hene, herwiha du çargoşeyên ewlekariyê li her du bajaran di jêr destê wê de ne, ku firokxane û hejmareke damûdezgehên giring ên dewletî li xwe digre...
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin