Çima Amerîkayê pêşveçûna HTŞê li bakurê Sûriyê rawestand?

Çima Amerîkayê pêşveçûna HTŞê li bakurê Sûriyê rawestand?

.

A+A-

Piştî bidawîbûna şerê çekdarên Tehrîr el-Şam û grûpên çekdar ser bi Trikiye û vekişîna hêzeke mezin a wê rêxistina radîkal li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, hat ragihandn ku ji ber guşara Amerîkayê ser Tirkiye, Tehrîr el-Şam nikarîbû êrîşa xwe bo navçeyên din ên bakurê Sûriyê bidomîne. Lewra êrîşa Tehrîr el-Şam bo ser Efrînê bi glopa kes a Tirkiye karvedanên tund li pey xwe anîn.

Berpirsên Tirkiye gotin: “Tê gotin planeke Tirkiye heye ku Tehrîr el-Şam bike opozisyoneke navîngir, ev gotegotk xurrû derewe, em qet rê nadin Tehrîr el-Şam bakurê Sûriyê kontrol bike.”

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê alternative bo karûbarên siyasî yê Amerîkayê li Civata Ewlekariyê ya Navdewletî Robert Wourd ragihand: Divê Tehrîr el-Şam ku di nav lîsteya cezayên Amerîkayê de ye, tevgera xwe li navçeyê rawestîne, ji ber xelkê navçeyê ji destê tundûtîjiyê têr bûne.

Çavdêrên Sûrî yên peywendîdar jî dibêjin: “Bi fermana Amerîkayê, Tirkiye rawestandina pêşveçûna bilez a Tehrîr el-Şam li bakurê Sûriyê yekalî kir, di dema Tirkiye dixwest Tehrîr el-Şam bakurê Sûriyê bi temamî ji dest grûpên çekdar ên girêdayî wê derxîne, ku ji ber şer û pevçûnên wan zêde aciz bibû.”

Çavdêr herwiha dibêjin: “Tevî ku Amerîka Desteya Tehrîr el-Şam xistiye lîsteya terorê, lê ew di heman demê de naxwaze li beramberî Rûsya û hikûmeta Sûriyê lawaz bibe, daku Putin ti serkeftinekê yan sedestiyekê li bakurê Sûriyê bidest nexe.

Çavdêr herwiha tekez dikin: Eger ne alîkariya Tehrîr el-Şam baya Qet Amerîka nikarîbû serkirdeyên DAIŞê li bakurê rojavayê Sûriyê bike armanc û wan bikuje.”

Serkirdeyekî Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ENKSê ji Rûdawê re guman û nerîna xwe derbarê vê bûyerê de eşkere kir.

Endamê Serkirdayrtiya ENKSê Îbrahîm Biro got “Bêdengiya Amerîkayê di çar rojên pêşî de ji derbasbûne HTŞê, ew bêtir wê gumanê çêdike, ew jî li gel Tirkiyê haya wan ji wê derbaskirinê heye. Paşê Amerîkayê nêrinek derxist weke aliyek hiyad bêyî ku bibêje ev teror in. Nêrina xwe ya pêşî Amerîka got gerek ew şerê di wê deverê de raweste, lê piştî ku dîtin ku ew nêrin cihê xwe danagire, nêrîneke din derxistin got ev teror in divê derkevin. Yanî dewleteke weke Amerîka nêrîneke wisa sist û lawaz li hember wê da, dihle ku ew guman çêbibe ku haya Amerîkayê ji wê derbaskirinê heye.”

Tehrîr el-Şam di dawiya 2012an de bi navê Cebheya Nusre bo xelkê Şamê derket meydanê, ku ew bi xwe grûpekî Qaîde ye.

Di navbera salên 2017 û 2018ê de, piştî şerên giran dijî grûpên Nûreddîn Zengî, Ehrar el-Şam û Siqûr el-Şam, Desteya Tehrîr el-Şam piraniya parêzgeha Idlibê, rojava û başûrê parêzgeha Helebê, beşekî ji bakurê parêzgeha Laziqiyê û Deşta Xabê li bakurê parêzgeha Hemayê kontrol dike, ku niha bi rêya hikûmeta Inqaz wan navçeyan birêve dibe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin