Salîm Çelîker

Salîm Çelîker

yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

ÇIMA NETEWEYÊ DEMOKRATÎK DIJ-KURD E?

A+A-

Li Kurdistanê, piştî pêvajoya Îmralîyê, bi taybetî, bi sala 2005`an û bi vir ve, bi rêya PKKê du têgehên (kavram) nû hat binavkirin. Ev herdû têgeh, ji navek û ji sifatek pêk tên. Nav ”Netewe”, sifat jî ”Demokratîk” e. Nav û sifat têne kêlka hev, dibin ”Neteweyê Demokratîk”. Ji Neteweya Demokratîk teorîyek hat avakirin. Danerê vê teorîyê, serokê PKKê Abdullah Ocalan e, ku ji sibata 1999`an û bi virve li girtîgeha Îmralîyê ye. Xwedîyê vê teorîyê, ji ber ku bi tirkî xwe îfade dike, teorîya xwe, wek  ”Demokratîk Ulus” bi nav dike.

Ez ê di vê nivisarê de Neteweyê Demokratîk binirxînim. Ev nirxandin, wê xwe bi rexnegirtina nêrîna A.Ocalan ya di derbarê ”Demokratîk Ulus”ê, sînor bike.

Ez ê di nivisara xwe de îddîa bikim ku ev nêrîn, ne bi ”netewe” û ne jî bi ”demokrasîyê” ve têkildar e. Herewha, ez ê bêjim ku ev herdû têgehên bi naverok, ku him ji bo însanîyetê û him jî ji bo Neteweya Kurd muhîm in, ji alîyê A.Ocalan ve têne îstîsmarkirin. A. Ocalan, li pey xapandinê ye, li pey manuplasîyonê ye.

Ji bo ronîkirina babetê, ez ê bersîva van pirsan bidim:
1-Bi kurtayî, netewe çi ye, demokrasî çi ye, têkilîyên di navbera netewe û demokrasîyê çi nin?
2-Çima Neteweyê Demokratîk îdeolojîk û totalîter e?
3-Armanca A.Ocalan bi Neteweya Demokratîk çi ye?
4-Ev nêrîn dibe sebebê tahrîbatên çewa?

Ji bo bersîvdayîna van pirsan, bi kurtî be jî, divê ewilî ”netewe” û ”demokrasî” were nirxandin.

Demokrasî beyankirina îrada netewe ye

Netewe bûyerek sosyolojîk e. Ev bûyer, di nava pêvajoyek dûr û dirêj, ku tekabulê sedsalan dike, tê vucudê û dikemile. Ev pêvajo, li Evrûpayê, piştî Şoreşa Fransayê, bi navê ”îrada giştî” rastê demokrasîyê hat. Ev îrade,  bû çavkanîya meşrûîyeta desthilatdarîyê.

Di vî warî de, him ji bo sîstema pêkanîna îradê û him jî ji bo şeklê vê pêkanîne, nêrînên cûda hatin munaqeşekirin. Bi minaqeşeyen ra, nêrîna ”demokrasîya lîberal” ket pêş. Di vê nêrînê de demokrasî sîstem e, bersîva pirsa ””dide; liberalîzm felsefe ye, bersîva pirsa ”çewa” dide. Bi gotineke dinê, di rêveberina sîyasî de, yê ku biryar dide piranîya gel e. Lê ev biryar, ji bo parastina heq û azadîyan, hatîye sînorkirin. Têkilîyan di navbera bersîva ”kî” û ”çewa”, wek huqûq tê binavkirin. Bingehê vî huqûqî, makezagon e. Loma jî, gelek caran ji dêlva gotina demokraîya lîberal, demokrasîya makezagonî tê bikaranîn. Herwusa, wexta li welatek demokratîk, gotina demokrasîyê tê bikaranîn, mebest demokrasîya lîberal e, ne demokrasîya li Kore ya Demokratîk, Kûba ya Demokratîk ya jî Kongo ya Demokratîk e.

 

A.Ocalan û Girava Îmralîyê

A. Ocalan di destpêka cotmeha 1998´an de, bi zextên Tirkîyê, ji Sûrîyê hat derxistin. Ew, li dor du mehan li Îtalyayê ma. Beyana wî ya ewilî ev bû: ”Em ji Enqerê derketin, bûn partî; em hatin Rojhelata Navîn, bûn ordî; em derketin Evrûpayê, em ê bibin dewlet”. Ev gotinên wî, dilê kurdên welatperwer xweş kir.

Ew, li Evrûpayê, cîyek ku lê bisitire nedît. Wî, ji Yunanîstanê berê xwe da Kenyayê. Her wekî ku tê zanîn, ji wir jî, ew anîn Îmralîyê. Ji 15ê sibata 1999`an û bi vir ve, ew li Îmarlîyê ye.

Bi girtina wî re, dewleta tirk maseya krîzê, ku ji mirovên pispor pêk tê, ava kir. Ev pispor û A. Ocalan çi xeber didan, ne dihat zanîn, lê ji şêla A. Ocalan a mahkema li Îmralêyê, ji hevdîtinên wî bi parezerên vî re û ji nivisên wî ku wek kitêb hatin çapkirin, mirov dighîje hinek encaman. Mirov kare bêje ku Maseya Krîzê ya Îmralîyê du xetên sor dan ber wî. Ev xet, fikra kemlîzmê, yekgirtina dewlet û neteweyê tirk bûn. Dewletê, di vê çerçeweyê de, azadîya xwe ifadekirinê da wî.

Wî jî dest pê kir, nêrînên nû, ku înkara hemû kirin û gotinên PKKê ne, pêşkêşî raya giştî kir û van nêrînan, bi pêgirtîyên xwe da kabûlkirin. Ev guhrandin, him di warê rixistinî de û him jî di warê fikrî da bûn. Ez ê ji yên fikrî, Neteweyê Demokratîk, binirxînim.

Cumhurîyeta Demokratîk

A.Ocalan, guhrandina nêrînên xwe, di mahkemeya Îmralîyê de, ku 31 gulanê 1999`an dest pê kiribû, eşkere kir. Wî, di mahkemeyê de, li xwe û hevalên xwe rexne girt, kirinên heta wê rojê wek kirinên mirovên ne kamil tarif kir. Li gor wî, Cumurîyeta Tirkîyê ya Demokratîk zemîna çareserkirina hemû pirsan, û herewha, pirsa kurde jî. Wi, dest pê kir peznê kemalîzmê da;li gor wî, Atatürk ne gotîye ”ne mutlu türküm olana”, lê gotîye ”ne mutlu türküm diyene”. Loma jî Atatürk ne înkarcî û neteweperest e(1).

Modernîta Demokratîk

Merheleya dudîya ya guhrandina nêrînên wî “modernîta demokratîk” e.Ev nêrîn, hê jî, ji alîyê pêgirtîyên A. Ocalan ve tê parastin.

Berî ku em nîşan bidin ka A.Ocalan çewa hat vê nêrînê, dive bahsa qonaxek fikrî ya çepgirîyê were kirin.Herwusa, divê bahsa têgehên (kavram) sosyolojîk ku ji alîyê sosyologê îngîlîz Anthony Giddens ve têne bikaranîn, werekirin. Ev yek muhîm e, ji ber ku em ê bibînin ku A. Ocalan, modernîteya xwe ya demokratîk, li sertêgehên A. Giddens ava kirîye.

A.Giddens, çar sed salên dawî yê Evrûpayê, wek dema modern bi nav dike. Li gor wî, modernîzm, ji sê unsûrên esasî pêk te: Endustrîyalîzm, kapîtalîzm û netewe-dewlet.

 

Li Evrûpayê, di nav vê sedsala dawîn de, rûdana sîstemên totalîter,bû sebebê minaqeşeyên nû. Rasyonalîzm, ku bingehê modernîzmê ye, tûşê rexneyên dijwar bû.A. Giddens, ku di warê torîya modernîzmê de wek otorîteyek tê naskirin, muhatabê van rexneyan bû.

Di nîvê dawîya salên 1900î da, ji blî nasnameyên esasên civaka modern, hinek nasnameyên dinê hatin destnîşankirin. Femînîzm, tercîhên cinsî yên cuda û parastina tabîatê, wek fikrên nû ketin rojeva civakê. Piştgirên van nêrînan îddîa kirin ku dawî bi serdema modernist hat, ew, di serdemapost-modernist da ne. Li gor vê serdema nû, pirsa neteweyan jî êdî ne di rojevê da ye.

Li alîyê din, hilweşandina sîstema Sovyetê, çepgiran, di warê fikrî de, kir nava lêgerînek nû. Bi vê armancê, fikra ”Demokrasîya Radîkal” û ”Ekolojîya Civakî” bala hinek mirovan kişand (2).

Di wê navê de, El-Qaîde, roja 11ê îlonê êrîşê Dewleta Emerîkayê kir, bi hezaran mirov hatin kuştin. Ev yek, di pêşengîya DYAyê de koalîsyenek berfireh ya dij-terorîzmê anî vucudê. Terorîzm û dewletên ku wê dihewînin bûn hedefa vê koalîsyonê. PKK jî ji alî vê koalîsyonê, wek rêxistinek terorîst dihat binavkirin. Loma jî, ji blî guhartina nêrînê, A.Ocalan divê navê PKK jî biguharta.

A.Ocalan, van fikrên post-modernîst, demokrasîya radîkal û teorîya Murray Bookchin ya bi navê ekolojîya civakî li gor xwe li hev anî. Wî, di sala 2005`an de, ji vê lihevanîne, teorîyek ava kir. Navê vê teorîyê jî danî Modernîta Demokratîk. ”Modernita Demokratik,  alternatifa modernîta kapîtalîst e”(3).

Li gor Ocalan, ev teorî universîyal e, ji bo her civakê guncav (geçerli) e. Ew ewha dibêje:”Min teorîya modernîta demokratîk pêşkêşî tevayîya însanîyetê, gel û takekesên mezlûm ên Rojhilata Navîn kir” (4). Ev teorî bi navê ”konfederalîzma komunal”xwe organîze dike. Li Kurdîstanê navê vê orgnîzasyonê Koma Civakên Kurdistan (KCK) ye (5).

Min li jor bahsa hinek têgehên sosyolojîk ên Anthony Giddens kiribû. Li gor A.Giddens, modernîzm ji sê ûnsûran pêk tê: Endustrîyalîzm, ekonomîya kapîtalîst û netewe-dewlet.

A.Ocalan, van têgehan diguhêre. Ew, modernîzmê dike modernîta demokratîk, endustrîyalîzmê dike endustrîya ekolojîk, ekonomîya kapîtalîst dike ekonomîya kommunal û netewe-dewletê jî dike neteweyê demokratîk. A.Ocalan vê guhrandinê ewha formule dike: sê ûnsûrên modernîteya kapîtalîst; endustrîyalîzm, ekonomîya ji bo kara azamî û neteweyê kapitalîst in. Sê ûnsûrên modernîteya demokratîk jî, endustrîya ekolojîk, ekonomîya bê kar û neteweyê demokratîk in (6). Divê were gotin ku ev têgeh, ji bilî A. Ocalan û pêgirtîyê wî, nayên bikaranîn.

Lê A.Ocalan, xwe bi Marks re muqayese dike û ewha dibêje: ”Çewa ku Marks dîyalektîka metafîzîk ya Hegel dagerande (dönüştürdü) dîyalektîka materyalîstî, min jî modernîsta kapîtalîst dagerand modernîta demokratîkî”(7).

Neteweyê Demokratîk yekgirtina îdeoklojîk e

Li gor A.Ocalan,”neteweyê demokratîk unsûra herî muhîm ya modernîta demokratîk e. Alternatifa modernîzma kapitalîst, modernîzma demokratîk e, ku ev modernîzm li ser sîstema neteweyê demokratîk ava dibe”(8).

Ev netewe, yekgirtineke îdeolojîkî ye.“Sinif, cins, reng, etnîsîte û neteweya mirov çi dibe bila bibe, jibo mensûbûyeta neteweyê, zîhnîyeteke yekgirtî têr dike. Tu çi dibî bila bibî, ger ku tu zîhnîyeta neteweyê demokratîk dipejirînî, tu mensûbê wî neteweyî yî.” (9)

Ev yek, jibo mensûbîyetê pêşeşert e, lê têr nake. Neteweyê demokratîk qîma xwe bi nêrînek yekgirtî nayne.”Divê endamên xwedî zîhnîyetek yekgirtî di organîzasyonên xweserîya demokratîk da jî cîh bigrin, desthilatdarîya vê sîstemê bipejirînînin” (10) . “Her takekesê neteweyê demokratîk, endamê komunek e. Komun, mektebên esasî yê neteweyê demokratîk in.Ewên ku jîyana wan a komunal tune be, ew nikarin takeksîyê jî bijîn” (11).

Yekgirtina îdeolojîkî bi perwerdê pêktê

Wan nêrînên ku A. Ocalan xwe sipartîyê, nêrînên civakên modern yên pêşketîne. Ji Marks bigre heta Murray Bookchin, jibo pêkanîna nêrînên xwe civakan bi wî rengî fikirîne. Wexta di vî warî de ji M. Bookchin tê pirsîn, ew welatên Îskandînavyayê destnîşan dike.

Jibo A.Ocalan pêwistî bi civakêk pêşketî nine. Ew bi “şoreşa” hişmendîyê civakek ava dike.“Jibo pêkanîna hişmendîya yekgirtî, dive mektebên perwerdê werin vekirin”(12).

“Neteweyê Demokratik, şoreşa herî muhîm ya hişmendîya mê jî ye. Xweserîya Demokratîk jî bedena vê hişmendîyê ye ku li her perçeyî hatîye damezirandin”.(13).

“Her endam û qadirê neteweyê demokratîk divê,  xwe ji îdeolojîyên dinê xelas kiribe û di warê îdeolojî, sîyasî, ehlaqî û rêxistinî de bûbe qadirek têrkirî yê sîstema neteweyê demokratîk”(14).

Ew, wek rêwîyê heqîqetê(15), xwe ji têkilîyê jin û mêrantî, li pey nefsa xwe bazdan, kirina mal û milk dûrxisti ne” (16).

Neteweyên Demokratîk totalîter e

Neteweyên demokratîk nêrîna civakek ku ji yek îdeolojîyek û yekrexistinek pêktê. A. Ocalan, ji nerînên wek anarşîzmê, demokrasîya radîkal, femînîzmê, ekolojîyê û marksîzmê tîştek anîye vucudê. Navê neteweyê demokratîk li vî tiştî danîye.Ev nêrîn, eklektîk e,wek boxçeyek pînekirî ye, naylon e.

Di civakên demokratîk de huqûqêk hevbeş heye. Ev huqûq, him têlilîyên di navabera desthilatdarîyê û hevwelatîyan û him jî têkilîyên di navbera hevwelatîyan tanzîm dike. Dezgehên fermî, rêxistinên sivîl û takekes li gor vî huqûqî tevdigerin. Lê ji bo neteweyê demokratîk huqûq ne muhîm e.“Neteweyê demokratîk ne civakek huqûqî, lê civakek exlaqî ye. Di vê civakek de, exlaqê herî xerab û paştamayî, ji huqûqê dewletan bi rûmettir e. Di civakek de pêşketina huqûq, îşareta tunebûna exlaq e” (17).”Nasnameya hevwelatîya neteweyê demokratîk, endamtîya KCKê ye”(18).

A.Ocalan, bi metodên mêjî şûştinê, perwerdekirina civakê daye ber xwe. Di vê civakê de, li dervayê çerçewa nêrîna resmî,  ne fikir û ne jî tevger henin. Di vê civakê de, têkilîyên di navbera mirovan, ne li gor huqûq, lê li gor exlaqê îdeolojîkî tê tanzîm kirin.Eşkereye ku di civakek ewha de ne azadîya fikrî, ne ya rêxistinî û ne jî ya teşebusa aborî heye.

Tê zanîn ku ev malxerabî, bi nave doz û hedefên pîroz tê kirin. Lê mirovatîyê di vî sedsalên dawî di çi bi nave komunîzmê û çi jî bi nave faşîzmê, ji totalîterîzmê pirr kişandi.Ev nêrîn, li civakên demokratîk, qedexe ne, mensûbê wan têne cezakirin.

Neteweyên Demokratîk dij-kurd e

Ev nêrîn, li her çar perçeyên Kurdistanê, rêgirê desthilatdarîya neteweyê kurd e. A.Ocalan eşkere dibêj ku ”Ew, ne tenê bi şeklê federe ya jî konfedere, ew, bi şeklê otonomîyê jî li dijî dewleta Kurd in ”(19).”Her netewe-dewlet faşîzm e ”(20).

Balkêş e, netewe-dewlet ji bo ereban, farisan û tirkan ne ewqas tiştek xerab e. Ew dikarin di nava sînorên van dewletan de bi hev re bijîn. A.Ocalan ewha dibêje: “KCK, organîzasyonek xweserîya demokratîk e ku dixwaze projeya xwe, di nava netewe-dewleta Tirkîye, Surîye, Irak û Îranê da pêkbîne “(21). Lê, ”KCK li hemberî Dewleta Federala Kurd li Iraqê ye” (22). Jixwe Dewleta Federal a li Başûr, xencerek e ku di pişta Tirkîyê de hatîye çikandinê ye.

A.Ocalan, li van dewletan şîreta dike û dixwaze wan îkna bike ku ew çewa yekparçeyîya axa dewletên wan diparêze. ”Zîhnîyet, teorî û prensîbên neteweya demokratêk, ne tenê rêgirê dabeşkirin û perçekirina ereban e, ew rêgirê dabeşkirin û perçekirina tirkan e jî” (23).

Li alîyê din, A. Ocalan desthilatdarîya neteweyê kurd li Başûr tehdît dike.”Wê tu xelasîya dewletoka neteweyî (li Başûr) ji destê hereketa neteweyê demokratîk tunebe, ew dê ji alîyê neteweyê demokratîk de were tecrîdkirin”(24). Bala xwe bidinê. Ê xelkê dewlet in, lê yê me dewletok in.

A.Ocalan,wek cinê ku ji hesin bitirse, ji desthilatdarîya neteweyî û demokratîk ditirse.Ew, vê deshilatdarîyê wek têkçûna xwe dibîne. Jibo rê li desthilatdarîyek bi vî rengî were girtin, û mêjîyê kurdan were şolîkirin, ew, têgeha “netewe” û “demokratîk” îstîsmar dike, dilewitîne.

Kurt û kurmancî: Neteweyê demokratîk di ware nêrînî de, bêbingehe, ji ilmê civakî û sîyasî dûr e, naylon e. Neteweyê demokratîk di ware sîyasî de, bi heqîqeta dinyayê re ne lihev e, îmkana pêkanîna wê tune ye. Neteweyê demokratîk, li her çar perçeyê Kurdîstanê, rêgirê azadî û demokrasîya neteweyê Kurd e.

25-08-2020
 

NOT:

1-Abdullah Öcalan, Savunmalarım, Demokratik Çözüm Sürecinde Bır Dönemeç, Hazıran 1999, Weşanên Serxwebûnê. A. Ocalan di vê parastina xwe de, xwe dispêre kiteba bi navê Demokratik Uygarlik, Leslie Lipson. A.Ocalan, wexta peznê demokrasîyê dide, bi rûpelan, ji Leslie Lipson digre, nêrînên wî dubare dike.

2-Danerê fikra demokrasîya radikal Ernesto Laclau û Chantal Mauffe nin. Li gor nêrîna wan, demokrasîya lîberal li gor hewcedarîyên dewletê hatîye organîzekirin. Hukmê sînorên dewletê divê were tengkirin, li hember wê, hukmê rêxistinên civata sivîl were berfirehkirin. Azadîya ji bo cudayetîyên civakî û etnîkî were zîdekirin. Demokrasîya Radîkal, nîrînek post-modernîst e û civatek pêşketî, ji bo xwe wek piştpal destnîşan dike.

Ekolojîa Civakî, nêrîna Murray Bookchin e. Li gor Bookchin, sebebê esasî yê probleman “xiyarerşî”ye. Tahrîbatên li xwezayîyê, zilma li ser jinan û tadeyîyên civakî bi vê têgehê îzah dike. Bookchin, vê sîstema ku divê were avakirin wek “Konfederalîzma Kommunal” bi nav dike. Ew, di warê felefeyê de, anarşîzme diparêze. Loma ji ew, li dijî dewletan ne. Lê divê were binxetkirin ku Bookchîn ji, wek Laclau-Mauffe, bergeha pêkanîna nêrînên xwe civatên xerbê yên pêşketî destnîşan dike. Ew, di nivisarek xwe de, bahsa civatên wek Norvecê dike. A.Ocalan, li gor xwe, ji van nêrînan îdeolojîyek nû ava dike. Bi rastî, ji bo nêrîna  A.Ocalan bi kar anîna gotina “îdeolojî” ne di ciyê xwe da ye, ji ber ku îdeolojî nêrînên sîstemayîbûne. Di nêrînên A.Ocaln de sîstem tuneye.

3- Abdullah Öcalan, Demokratik Uygarlık Manifestosuö V. Kitap, Kürt Sorunu ve Demokratik Çözümü, Azadi Matbaası 2013, r. 36
4- bnd. r. 395
5-Bi talîmata A.Ocalan, di 20ê adara 2005an de KKK (Koma Komelên Kurdistan) hat îlankirin. Ev nav di 22yê gulana 2007an de wek KCK (Koma Civakên Kurdistan) hat guhartin. Hê jî ev nav, wek rexistenek şemsîye, li her çar perçeyên Kurdistanê organîzekirî ye.
6- A. Öcalan, Demokratik Uygarlık Manifestosuö V. Kitap, Kürt Sorunu ve Demokratik Çözümü, Azadi Matbaası 2013, r.374., 7-bnd. r. 393, 8- bnd. r. 320, 9-bnd. r. 37, 10-bnd. r. 38, 11- bnd. r. 362, 12-bnd. r. 359, 13- bnd. r. 257, 14- bnd- r. 330
15- A.Ocalan kadroyê PKKê wek rêwîyên heqîqetê bi nav dike. Balkêş e, hemû îdeolojîyên totalîter, ku armanca wan xwilqandina mirovek nû ye, kadroyên xwe bi hinek sifatên bilind bi nav dikin. Divê ev kadro jî bibin xwedîyê vê hişmendîyê ku ew mirovên cuda ne. Hesen Sabah, mirîdên xwe wek Murşîdê Heqîqetê, Fethullah Gulen murîdên xwe wek Nesla Zêrîn bi nav dikir.

16-bnd. r. 330, 17- bnd. r. 24, 18-bnd.r. 363, 19-bnd. r. 357, 20- bnd. r. 379, 21 bnd. r. 351, 22- bnd. r. 351, 23-bnd. r. 429, 24- bnd. r. 257

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar