Çima nivîskar nebin endamê komeleya xwe???
Roja 2-2-2020an de kongreya Komela nivîskarên Kurd li swêdêya 24an pêk hat û pîroz be.
Ev nêzîkî 20 salane ku komeleya nivîskarên kurd li swêdê hatiye damezrandin. Dema hate damezrandin hemî an piraniya nivîskarên kurd ji her çar perçên Kurdistanê endamê wê bûn.
Di dema damezrandina xwe de û heta çend salan karên baş û hêja kir. Bêalî û bêteref bû. Deng û rengê nivîskarên kurd yên her çar perçan bû.
Wê demê kovarek jî derdixist û navarokê kovarê jî dewlemend bû. Demeke baş weha berdewam kir û di karê xwe de serketîbû.
Wê demê mirov fêm dikir û têdigihişt ku ev komeleya nivîskarên Kurd e. Hin şert û mercên endametiyê jî hebûn. Yên bibana endam, divê du berhemên wan yên bi kurdî û çapkirî hebana.
Ev dikare bibe yek berhem jî xem nake. Li gor min jî şertekî girîng û pêwîst bû ku hatibû danîn. Ji ber ku kesên endam bi berhemên xwe yên çapkirî dibûn endam. Lê niha yên ne nivîskar jî endam in…
Çima her ku çi komele lawaz bû.
Ez ê vê li gor xwe vekim heger kêmanî hebin, bila kesên din temam bikin.
Bi piraniya nivîskarên bakurê kurdistanê piştî demekê komele bû weke komeleya nivîskarên kurdên bakurê Kurdistanê. Loma her ku çû nivîskarên perçên din xwe ji komelê dûrxistin. Lê mixabin kes zêde li ser vê sedemê nesekînin. Têkilî bi nivîskarên perçên din re nehat danîn û sedema ji komelê dûrketina wan ne hat pirsîn.
Piştî komele bû weke ya kurdên bakurê Kurdistanê jî êdî hevbajariyên hev, hevalbendên hev yên rêxistinî, mirovênhev bêtir bûne desthilat û wan bêtir kesên xwe xistin komîtê.
Şert û mercên endametiyî hate jibîr kirin, kî/ê bixwesta li ser daxwaza hevalê xwe ê rêxistinê, hembejarî, dostanî û mirovantiyê bê ku berhemeke wî/ê hebe bûne endam. Dema ev rewş kete pêşiya destûr û bernameyê her ku çû ji ber vê helwestê hin nivîskarên bakurê Kurdistanê jî hêdî hêdî xwe ji komelê dûrxistin.
Komele weka hate xwestin bi endamên xwe re mijûl nebû. Danasîna hin pirtûkên endamên xwe yên bikurdî nekirin, hin caran danasîna pirtûkên tirkî yên nivîskarê wê kurd bû, kirin. Ev nedestûrî bû.
Endamên komîtakarger ne li gor wê pîvana hatibû danîn dihatin hilbijartin. Kesekî kurd xwedî berhemên kurdî û bi salan endamê komelê bû, ji bona komîtakarger ne dihatin hilbijartin, li hin kesên dûre bûne endam û di beşdarbûna xwe ya kongreya ewil de yekser ji bona komîtakarger û serokatiya komelê jî hatin hilbijartin. Ev jî weke dilmayînekê xiste dilê hin nivîskaran, loma ew jî ji komelê dûr ketin.
Ha min çima ev nivîsî?
Her kongreyek komelê bi kêmbûna endaman tê vekirin û rexne têkirin ku çima nivîskar nayên? Lê carekê bi wan nivîskarên ji damezrandina wê û heta demeke dirêj endamên wê bûn, napirsin û pê re têkilî danaynin û jê napirsin ku tu çima nayê?
Komala nivîskaran ne weke komeleyên partiyan e. Taybetmendi û hêjayiyeke wê heye. Bi gotina tenê ”deriyê me vekirîye herkes dikare bê” mesele çareser nabe. Ev ne komeleyeke siyasîye, ya nivîskarane û hemî nivîskar jî bi temê xwe mezin in û dilnazîk in. Divê mirov dilê wan nehêle.
Çareserî; biguhdarî kirina kesên ku narin komelê dibe. Çareserî; weke komeleyeke nivîskaran tevgerandinê dibe. Çareserî; li ser kêmaniya xwe sekinandinê dibe. Çareserî; ne ewe ku ”deriyê me vekirîye” kî/ê tên cihê wan heye. Çareserî; qîmet û rûmeta hemî endaman weke hevgirtinê dibe.
Îcar em hemî ji siyaseta rêxistinî tên û bûne nivîskar û komeleya nivîskaran jî dixwazin weke komeleya partiyên xwe bi rêvebibin. Aha ev nabe û li hev nake. Ji bona komeleya nivîskarên kurd li Swêdê bi serkeve, xurt bibe, divê berê komîta niha hatiye hilbijartin li ser astengî ango problemên nava xwe rawestin. Serê xwe biêşînin û wan nivîskarên çima nayên, bibînin, têkiliyên germ bi wan re deynin û paşê bêjin çima nivîsar nayên???
Serketin bi xebatê dibe, serketin bi çalakiyan dibe, serketin hemî nivîskarên weke hevdîtin û girtinê dibe. Heta ku komele van kêmaniyan temam neke divê li benda nivîskaran jî nesekinin.
Ez ji komîtayan û ku tim ew û ewe serketinê dixwazim…