Çîn Qedexeya Derketina Derve ya li Wuhanê bi Dawî Dike

Çîn Qedexeya Derketina Derve ya li Wuhanê bi Dawî Dike

Hikûmeta Çînê dê sibê Çarşemê qedexeya derketina derve ya li Wuhan ya Hubei bi dawî bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wuhan wek bajarê pêşî yê lê vîrusa korona hatîye dîtin tê zanîn.

Sînordarkirinên li Wuhanê di 23’ê Çileyê de hatibûn ragihandin û ketin û derketina ji wî bajarî hatibû qedexe kirin.

Berpirsên saxlemîyê yên Çînê didin zanîn ku li Wuhanê di du hefteyên dawî de bi tenê 2 kes bi vîrusa korona ketine.

Li gor daxuyanîyên nûnerên Çînê, wan li welêt belavbûna korona rawestandîye.

Vîrusa korona li seranserê cîhanê ketîye canê pirtir ji 1,350,000 kesan û bi qasî 75,000 kes kuştine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin