Çîroka Sarkîsyan
Şahabettîn Karakuş
Di wextê komkujîya gelê Ermeniyan de, li der û dora Licê, Ermeniyên herêmê hemû civandine, ew birine newaleke bêbinî, kûr û dûr. Yekî Kurd, dibêje Welleh ez ê herim li wan temaşe bikim, wek here seyrangehê diçe hafa wan. Dema ku diçe wir dıbîne, di nav girtîyan de Sarkîsyanê dengbêj jî heye.
Ew bi xwe Ermenî bûye, lê tim bi Kurdî stran gotîye. Meriv dikare bêje stranbêjekî Kurd bûye,
Dema ku çav bi wan dikeve ku di nav wan de Sarkîsyan jî dibîne, diçe ba Sarkîsyan jê re dibêje, ”ka stranekê ji min ra bêje”.
Sarkîsyan jê re dibêje, ”tu bi hişê xwe yî? Qey tu halê me nabînî kirîv? Qatilxwîn e, me teva dibin dikujin. Di vê komkujiyê de nabe ku ez ji te re stranan bibêjim”.
Sarkîsyan dike nake xelasiya xwe ji destê vî Kurdê ehmaq xelas nake û bi dengekî zelal diqîre, jê ra stranekê dibêje. De ka em tev bi hev re vê stranê guhdarî bikin.
Demê dewran e, demê dewran e
Dem û dewran a Romîyan e.
Ferman û talana me Filan e
Hire-hir û zir-zira van kerê Kurdan e
Qet fahm nakin ku rojeke ewha li pêşîya wan e.
Îro em in, sibê jî dora wan e.
Kurd û Fileh em tev kuştin
Û em girtîyê şûrê Romîyan e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin