Çîrokbêja Min
Sala mala me ji gund bar kir û em hatin bajêr, êdî derîyê jîyaneke nupînû li pêşîya min vebûbû. Min dest bi dibistanê kiribû û hemû tiştên heta wê çaxê min ji ber kiribûn berevacî bûbûn. Ew tiştên ji bo me bi qedr û qîmet bûn, li wê derê li ber çavê me bêrûmet dikirin. Zimanê em pê diaxivîn, stranên me, çîrokên me û heta malbatên me.
Me kincekî reş, di ser kincên malê re li xwe dikir û hemû tiştên aydî malbatê di bin wî kincê reş de dihatin ji bîr kirin an jî tune dihatin hesibandin. Di bin kincê reş de, me berê xwe dida texteyekî reş û em ji wê derê, fêrî cîhaneke nû dibûn. Ev her du sembolên reş bûbûn sembolên jîyana me ya nû. Kinc reş, texte reş bû. Berê me li rengê reş, ruhê me ji nû ve dihat boyaxkirin.
Berî ez dest bi dibistanê bikim, bi taybetî jî dema tarî diket erdê, jîyan li derdora pîra min Eyşo deng vedida. Wek çêlikên hechecikan, devvekirî em li benda Pîra Eyşo disekinîn ku ji me re ji tûrikê xwe çîrokekê derxe û bibêje. Ew çîrokbêja malbatê bû. Di nav malbatê de xatireke wê ya cuda hebû. Bi dengê xwe ruhê me dilorand. Reh û rêçikên ruhê me bi dengê wê dihatin avdan û em bi wan çîrokan, bi wan stranan hestewar dibûn, diponijîn û li siberoja xwe difikirîn. Ji ber wê ew deng gelek bi rûmet bû.
Berî em bên bajêr, sobe di mala me de tune bû. Herkes li dora tifikê dicivîya. Me bi hevaltîya çirîskên agir, berê xwe dida wê, li şewqa rûyê wê temaşe dikir û em li benda peyvên wê yên şîrîn disekinîn ku wan peyvan em ber bi cîhaneke din ve dibezandin. Rûyê wê yê qemer, her ku pêl li ser agir hol bûbûna sor dibû, çirûskên agir di nav çavên wê de dipekiyan. Li gorî mijara çîrokê dem bi dem kirasê li ser rûyê wê diguherî, carinan dikenîya carinan bi xemgînîya xwe re digiriya. Lê bitenê tiştekî Pîra Eyşo nediguherî, kitana wê ya spî û şara reş a li ser kitanê. Yên dihatin Dîyarbekirê şara serê xwe diavêtin, bi tenê kitaneke spî diavêtin ser porê xwe lê wê heta mirinê şara xwe dananî. Te digot qey hemû çîrok di nav şara wê de veşartîne, wek ku wê bi şara xwe ew çîrok diparastin.
Ji ber ku gelek çîrokên wê dubare sêbare hatibûn gotin, gava dest bi çîrokê dikir bûyer wek em di sînemayekê de bin, li ber çavê me zindî dibû. Em carinan bi qehremanê çîrokê re hêrs dibûn, carinan pê re xemgîn dibûn, derdora çavên me şil dibûn. Helbet qehremanên wê çaxê suwarê hespên rewan bûn û her ku ew li ser pişta hespê xwe bi bayê bezê diçûn, em jî heman bi wan re yan li ser pişta hespên şînboz an ên çîlî spî li kêleka wan dibezîyan.
Jîyana li derdora tifikê ji bo demsala zivistanê bû. Heke demsal germ bûbûna, li ser xanîyan stare dihatin wergirtin., îcar şevbêrka çîrokan li ser xanî di bin şewqa stêrkan de dihat li dar xistin. Li ser xanîyan hem tahma çîrokan gelek xweş bû hem jî di bin birqên stêrkan de kêfeke cuda û xweş dida me. Şar û şaristanîyên derewîn çawa ku çîrokên me ji jîyana me derxistin, birqên stêrkan jî ji nav şevên me derxistin. Gelo bi gotina wan çîrokan şewq û birqa wan stêrkan zêde dibûn. An jî bi tunebûna çîrokan stêrk xemgîn bûn û hemû birqên xwe veşartin.
Li hinek gundên dûrî bajaran, ên hîn lê çîrok tên gotin şewqa stêrkan zêdetir e. Ma ne wisa ye?
Li Dîyarbekirê jî, di nav re Pîra Eyşo şevbuhêrkên çîrokan li dar dixist, lê piştî telewîzyon ket hundirê malê, êdî çîrok ji bîr bûn. Êdî çîrokbêja me ya herî bi qîmet telewîzyon bû. Herkesî çavê xwe zîq, guhê xwe bel dikir û li telewîzyonê temaşe dikir.
Li derdora malbatê ji me re digotin bixwînin, bibin xwedî kursî û meqam. Jixwe li dibistanê ev tişt herroj ji me re dihatin gotin: “Bixwînin û jîyana xwe xelas bikin. Wek dê û bavên xwe cahîl nemînin. Du rê li ber me bûn an me yê berê xwe bidaya nava sîstema dewletê ku ew rê bi dibistanê dest pê dikir. Yan me yê jî wek bav û kalên xwe bê xwendin, li derveyî sîstema heyî, di nav tunebûnê de jîyana xwe bidomanda. Wek herkesî rêya rast xwendin xuya dikir. Lê gava te berê xwe bida sîstemê divê te pişta xwe bidaya zimanê bav û kalan, çand û kultura bi hezaran salan. Ev neheqî û dijberîyeke pir mezin bû.
Min jî wisa kir, min xwend. Heta salên lîseyê min êdî guh neda Pîra Eyşo. Jixwe êdî tu kesî jê daxwaza çîrokan nedikir. Kitêbên dibistanê çi bigotana me rast qebûl dikir û yeka wan nedikir dudu. Lê ev rewş zêde neajot. Gava em bûn çardeh-panzdeh salî, xwîn ji nû ve kelîya û me ber bi kelepûra bav û kalan ve kişand.
Erê sîstemek hebû, me yê nanê zikê xwe jê bi dest bixista lê her tişt ne têrkirina zik bû. Ruh li hêla din, di şêvbuhêrkên Pîra Eyşo de mabû. Ez ji nû ve bi dû ruhê xwe yê birçî ketim, bi dû stran û çîrokên Pîra Eyşo ketim. Min gelek ji wan nivîsandin lê mixabin darbeya 12 îlonê bi ser me de hat. Di salên zîndanê de, ew keda min di nav agirê tenûran bû dûxaneke ripîreş û ber bi ezman ve hilkişîya..
“Dêya meriv her tim law nayne.” Derfet her tim bi dest nakevin. Piştî derketina ji girtîgehê jî Pîra min rehmet kir. Ez ji wê çavkanîya bêhempa bêpar mabûm lê wek bîranîneke zarokatîyê dengê wê her tim di kerrika guhê min de olan dide.
Paşê wê bavê min bigota: “We tiştek nedît. Gava kêfa pîra we li cî bûya, wê û apê te heta destê sibê stranan divatên ber hev.” Mixabin stran jî çîrok jî hemû pê re çûn. Bila ruhê wê şad be.
Em niha bi dû leqata stran û çîrokên wê ketine.