Civaknas Alî Gurdilî: Gelê ku felsefe neke, kêm e
.
Civaknasê kurd Alî Gurdilî dibêje, “Eger di çanda milletekî de felsefe tinebe; siyaseta wan, wêjeya wan, hunera wan kêm dimîne. Însan felsefe nekin pêşketin di wan civakan de çênabe. Guherîn çênabe.”
Berhema civaknasê kurd Alî Gurdilî ‘Ferhenga Felsefeyê’ di Weşanxaneya Nayê de derket. Di ferhengê de, ji hezaran zêdetir têgehên felsefeyî hene. Gellek feylesof û felsefeya wan jî hatine danasîn. Di dawiya nasandina têgehan de têgeh bi zimanê ingilîzî, fransî û tirkî hatine nivîsandin. Ferheng, ji 529 rûpelên pêk tê, bi hûrbijarî û bi kitekit, hezar 100 têgihên felsefeyî û zanistî, hatine nasandin.
Alî Gurdilî, civaknas û felsefevan e. Di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan hatiye dinê. Piştî ku di sala 1980an de bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dike, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê diqedîne. Nêzîkê pazdeh sal in hewl dide ku di hinek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gellek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Xwenas, Felsefevan û Ajdayê de hatine çapkirin.
Alî Gurdilî, heta niha bi navê Dengê Felsefeyê, Rewîtiyeke Zanistî, Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’, Destpêka Felsefeyê û Antolojiya Feylesofan pênc berhem nivîsandiye.
'KURD BALA XWE DIDIN SIYASETÊ Û WÊJEYÊ LÊ DIVÊ BALA XWE BIDIN FELSEFÊ JÎ'
Alî Gurdilî, derbarê xebata xwe ya ferhenga felsefê de wiha axivî: “Meraqa min li ser zimanê min jî hebû. Min xwest bi zimanê xwe jî bikaribim bixwînim. Mixabin bîst sal berê zehf ferhengên me tinebûn. Min hinekî têgeh, peyv kom dikir. Ez diçûm cem kalemêr an jî jinepîrê me yên ku li bajarê Îzmîrê hene. Min ji wan berhev dikir. Hêdî hêdî ferheng derketin. Min jî wisa dest bi xebatên xwe kir. Ev xebata min 20 sale berdewam e. Di van mijarên felsefê de hinek kêmasiyên me hene. Erê kurd bala xwe didin siyasetê, wêjeyê lê divê em bala xwe bidin van mijaran jî. Xebatên min ne tenê li ser felsefe ye lê felsefe derket pêş. Ji ber nasîna term û termolojiya felsefê ferhengeke me tine ye, ferheng destpêk e. Karekî girîng e. Kesên ku bixwazin li ser felsefê bixebitin, divê destê wan de ferheng hebe. Ji bo her karî wisa ye. Divê meriv cîkî de destpê bike. Berî 5 salan me li Îzmîrê bi navê ‘Felsefevan’ koverekî jî derdixist. Lê mixabin ji ber şert û mercên aborî, me nikaribû dewam bikira. Tenê 3 hejmar derketin. Li ser dîroka felsefê jî dixebitim. Karên bi vî rengî salan dikarin berdewam bikin. Gellek peyayên çandên cûda, felsefenas, dema karekî wisa dikin, gellek zanîn li ber destê wan amade ne. Wan dicivînin, dikin zanînên rêkûpêk, sîstematîze dikin. Paşê wek pirtûkekê diweşînin. Ji bo zimanê me ev tune ye. Em mecbûr dimînin ku pêşî wan bi kurdî binivîsin. Ji ber ku çavkanî tinne.”
'JI KURDAN RE DIBÊJIM: EM DIKARIN FELSEFÊ BIKIN'
Gurdilî, bal kişand ser 'xwe piçûkdîtinê', wiha dibêje: “Yekem car 1961an de Macît Gokberg ferhenga felsefê li Tirkiyê çap kiribû. Binêrin, 60 sal beriya me vê kare kirine. Dewletek wek Komara Tirkiye heye, xwedan dewlet e, 1961an de ferhengê dikare çap bike û biweşîne. Ew jî bi piştgiriya gellek saziyên dewletê. Wezereta Perwerdeya Tirkiyê bixwe piştgirî daye, ji bona wî ev ferheng çap bûye. Lê belê em dizanin ku li rojavayê cîhanê, berî sed û pêncî salan ferheng bi vî awayî hatine weşandin. Ev zanîn di bîr û raya wan de belav bûne. Ev meselek pir girîng e. Awirek jî wisa hebû li ser me, xwe piçûkdîtina însanên me, gîhana xwe de hîs dikin, wisa dike ku em dibêjin zimanê kurdî têra hin mijaran, têra felsefeyê nake. Ev jî mixabin awirekî pir sexte û wisa dike ku însan ji van mijaran dûr bimînin. Ev mesele, mesela wextê ye, mesela hezkirinê ye. Divê meriv karekî pêşî bo xwe bike. Ciwaka me de xeletiyek pir mezin heye, em dibêjin ka ev têgeh zimanê me de heye an tine, paşê em destpê bikin. Em dibêjin ji bo felsefê, lazime ev peyv bi zimanê me hebin, ji ber ku ev bi zimanê me tinenin bo vê, karê felsefê zor e. Em wisa difikirin. Ev xeletiyek e. Felsefe berî her tiştî, çalakiyek e. Hişmendiyeke aqlî û mirovî ye. Mirov pêşî hewl dide xwe ku têbigihêje. Eger felsefê lêgerekî wek heqîqetê bibînin, wê demê em dikarin bibêjin ku, cihê însan lê jiyaye, xwedan pirs bûye, felsefe li wir hebûye. Tevahiya zimanan de felsefe hinekî zehmet e. Mijarên felsefê ne wek mijarên rojane ne. Raste, xwe dispêre metnê. Felsefê de metin zehf girînge. Xwendin jê re dibe. Xwendineke baş jêre dibe û meriv jê tehmekê bigire, hez bike. Ez dibêjim arişeyeke me tine em bibêjin zimanê me têra felsefê nake. Ev ferheng jî ne ewe ku vê ferhengê bidin destê xwe rabin bêjin erê min ferheng bidest xist, felsefê bikim. Pêşî armancek wê însanê hebe ku bixwaze felsefe bike. Felsefe tenê ne nivîsandin e. Meriv xwe dispêre prensîbên aqlî. Ji bo kurdan dibêjim, em dikarin felsefê bikin. Ji bo felsefê çavkanî me re lazimin. Ev ferheng jî despêk e. Ji bo xwendevanên kurdî bizanibin çi, çi ye. Kêngî destpê kiriye.”
'FELSEFE TINEBE, ROMAN Û HELBEST ZIWA YE'
Li gorî Gurdilî, civakekî de felsefe tinebe, ew civak felsefê nekin, roman û helbestên wan kêm dimîne. Gurdilî wiha dewam dike: “Civakên modern, ên pêşketî, ên xwedan felsefe bûne, fîlozofê wan hebûne, îro em dibêjin cîhana rojava, medeniyeta rojavayî, xwe li ser hîmê şaristaniya gewranî ava kiriye û pêş ketiye. Tevahiya zanistên îro, bi saya gellek ramanwer û feylesofên berê pêş ketiye û hatiye ketiye lîteratura dinyayê û bûye tevahiya malê cîhanê. Rojekê însan bikaribin nirxekî hevpar biafirînin, bibin welatiyên tevahiya gerdûnê, ancax bi saya felsefê dikare bike. Felsefe malê tevahiya mirovahiyê ye. Yewnaniyan zemanê xwe de felsefe kirine, ma îro em jî nakin? Em tev dikin. Loma jî ez dibêjim kar û xebatên ku ez dikim, tenê xizmeteke ji bo miletê kurd e. Xizmeteke ji bo tevahiya cîhanê ye. Ji ber ku felsefe malê tevahiya mirovahiyê ye. Ev têgeh, fikir û raman di civakê de tinebin, îmkan tine ku rabe xwe bide romanên kurdî. Îmkan tine ku rabe xwe bide helbestên kurdî. Ên ku kurdî dinivîsîne, dîsa kurd bixwe ye. Ew têgeh, ew raman, fikir, hevok, di hişê wan te tinebin, nexwediyê wê zanînê be, ew însan nikare wan zanînan di roman û helbestên xwe de bikarbîne. Eger bikarbîne jî, mixabin wê ew tişt hinekî rijî be, zuwa be.
Eger di çanda milletekî de felsefe tinebe, siyaseta wan, edebiyata wan, hunera wan kêmin. Ew cihên ku felsefe lê tinebin, însan felsefe nekin, pêşketin di wan civakan de çênabe. Guherîn çênabe. Gellek caran min re gotine felsefe kêrî kurdan çi ware. Ev pirseke pir zehmete ku nikarim ji kurdan re bibêjim, felsefe wê bi vî awayî kêrî te were. Arîşeya me ya herî mezin, ji bo tevahiya kurdan ez vê yekê dibêjim, xwenasîn e. Xwebûn û xwenasîn ji bo min gellekî girîng e. Eger bixwazin xwe binasin, felsefe di vê rêyê de dikare zehf xizmeta çanda miletê me bike. Eger di nav miletekî de siyasetmedar bi zimanê xwe xebernede, ên ku xwedan desthilatin bi zimanê xwe xebernedin, ne xwedan helvesteke bi vê rengê bin, ew ziman îmkan tine ku pêş bikeve. Îro bi mîlyonan ciwanê kurd, bi zimanê tirkî dixwînin, bi zimanê tirkî dijîn, loma bi zimanê tirkî jî difikirin. Şertê pêşîn ewe ku meriv bi zimanê xwe li ser hinek mijaran bifikire. Ji bo vê yekê divê meriv lixwe vegeriyabe. Xwenas kiribe. Divê meriv bi berçavkên xelkê li zanayê xwe, ên ku kar û xebatên xwe bi zar û zimanê kurdî kirine, li wan mêzenekin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin