Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê dicive!
Îro Civata wezîran kom dibe û derbarê rewşa sîyasî ya Iraqê û Surîye de amadekarîyên Kurdistanê yên li hember pêşhatan dê guftûgo bike.
A+A-
Navenda Nûçeyan
Çavkanîyekî ji Civata wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand: Îro, Civata wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî de kom dibe.
Li gorî zanîyarên K24ê, mijarên civînê pêktên ji: gotûbêj kirina derbarê rewşa sîyasîya Herêma Kûrdistanê, Surîya û helwêsta Herêma Kurdistanê û amadekarîyên alîyên peywendîdarên Herêmê bo her eger û pêşhatekê ku ji encama guhertinên deverê çêbibe, bi taybet jî hatina awareyan.
Her weha çend mijarên peywendîdar bi wezareta Kar û Karûbarên Civakî, wek danana mîkanîzma pêwîst bo dabînkirina destebera karkeran û dana desteberîya karkeran û danana pareyê beşdarîya karkeran.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin