Civîna dezgehên hilbijartinê yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê destpê kir
.
A+A-
Li Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro dezgehên hilbijartinê yên aliyên siyasî, civînekê li dar dixin.
Li gor zanyariyan, niha civîna dezgehên hilbijartinê yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, li Serokatiya Herêma Kurdistanê destpê kir.
Hat zanîn, aliyên siyasî guftûgoyan derbarê sererastkirina yasaya hilbijartinê, aktîvkirina Komisyona Hilbijartinan û diyarkirina demeke nû ji bo encamdana hilbijartinê dikin.
Herwiha hat eşkerekirin, biryar e Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 1/7/2022an dawî encamên guftûgoyên aliyan eşkere bike.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin