Civîna ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê hat paşxistin

Civîna ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê hat paşxistin

Civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomarê nû yê wî welatî, ku biryar bû îro demjimêr 13:00ê nîvro were lidarxistin, hat paşxistin.

A+A-

Serokê parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî ragihand, civîna îro ya parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokomarê nû bo demjimêr 8ê êvarê hat paşxistin.

 

Mihemed Helbûsî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twîterê de ragihand, civîna parlamentoyê y abo yekalîkirina posta serokomar bo demjimêr 20:00ê îşev hatiye paşxistin.

 

Parlamentoya Iraqê bi fermî belav kiriye, ku 24 kes ji 31 berbijêrên posta serokomariyê, mercên yasayî bo berbijêrbûnê hene û di nava wan de 8 berbijêrên Kurd jî hene.

 

Berbijêrên Kurd ên bo posta serokomariyê ji Dr. Fuad Husên, Dr. Berhem Salih, Dr. Letîf Reşîd, Serdar Ebdullah, Dr. Omer Berzincî, Sirwe Ebdulwahîd, Dr. Kemal Ezîz Qeytulî û Selîm Şoşkeyî pêk tên.

  

 

Rikeberiya herî bihêz bo wergirtina posta serokomariya Iraqê di navbera berbijêrê PDKê Fuad Husên û berbijêrê YNKê Berhem Salih de ye.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin