Civîna PDK û PWK li Stockholmê

Civîna PDK û PWK li Stockholmê

.

A+A-

li Stockholmê di navbêna Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partîya Demokrat ya Kurdistanê (PDK ya başûrê Kurdistanê) civînek hate amade kirin.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê ji rêvebirên PWKyê, Nezîr Akat, M. Selîm Uzun, Seval Mert , Zinar Soran û Roza Kurd; heyeta Partîya Demokrat ya Kurdistanê jî ji rêvebirên PDK Îsa, Cotyar Hedî û Xebat xan pêk hatibû.

Di civînê de, heyeta PWK di derheqê kongreya yekitîyê ya PWK û rewşa tevgera neteweyî û demokratîk ya bakurê Kurdistanê agahdarî da. Heyeta PDKyê jî bi taybetî kongreya yekitîyê û Partîya Welatparêzên Kurdistanê pîroz kirin û li ser rewşa rewşa başûrê Kurdistanê agahdarî dan.

Herdu heyet li ser pêwîstîya hevkarîya nava partîyên Kurdistanê, dezgehên demokratîk, rewşa diyaspora kurdî û bi taybetî girîngîya pêwendî û pêwestîya hevkarîyan nava PDK û PWK rawestîyan. Di vî warî de herdu alî jî gihştin vê encamê ku wê herdû partî bi awakî perîodîk civînên weha hevbeş pêk bînin û li gorî nexşerêyek ku hate tespîtkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin